Hewlêr (Rûdaw) - Di çar mehên îsal de nêzîkî 13 milyon geştyarên biyanî çûne Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku piraniya wan çûne Stenbolê.
Li gorî amarên dawî yên Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê, di çar mehên yekem ên îsal de 12 milyon û 744 hezar û 92 geştyar çûne Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Hat diyarkirin ku 10 milyon û 600 hezar û 522 geştyarên biyanî û 2 milyon û 101 hezar geştyar jî welatiyên Tirkiyeyê yên xwedî pasaporta welatan biyanî bûne.
Wezaretê ragihand ku meha borî 3 milyon û 900 hezar û 546 geştyarên biyanî bi armanca geştyariyê çûne serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Li gorî meha Nîsana par (2024) rêjeya çûyîna geştyarên biyanî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 8,01 zêde bûye.
Amaje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku ji sedî 40,59ê geştyarên meha Nîsanê ku dike 1 milyon û 583 hezar û 204 geştyar li Stenbolê geriyane.
Antalya bi 1 milyon û 124 hezar û 753 geştyaran di rêza duyem, Edîrne bi 370 hezar û 867 geştyaran di rêza sêyem, Mugla bi 189 hezar û 213 geştyaran di rêza çarem û Îzmîr bi 122 hezar û 240 geştyar di rêza pêncem de bûye.
Li gorî rapora Wezaretê, meha Nîsanê herî zêde geştyarên ji Almanyayê çûne Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku bi 571 hezar û 42 geştyaran di rêza yekem de ne.
Geştyarên Rûs bi 375 hezar û 820 geştyaran di rêza duyem, geştyarên Brîtanî bi 373 hezar û 922 geştyaran di rêza sêyem de bûne.
Geştyarên ji Bulgaristan û Îranê di rêzên çarem û pêncem de cih digirin.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê da zanîn, sala borî 62 milyon û 232 hezar û 447 geştyarên biyanî bi armanca geştyariyê çûne Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Dahata geştyariyê jî bi qasî 61 milyar û 103 milyon û 419 dolarên Amerîkî bûye.
Li gorî amarên Wezaretê, dahata geştyariya Tirkiyeyê sala 2023yan 54 milyar û 300 milyon dolar bûye û hejmara geştyaran jî di heman salê de 56 milyon û 700 hezar kes bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse