Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê balafireke şer a F-16 ket xwarê.
Hat ragihandin ku di bûyerê de balafirajo miriye.
Balafir li ser Rêya Îzmîr-Stenbolê, li nêzîkî gundê Naîfliyê yê navçeya Karesiyê ketiye.
Ew balafira şer ji Baregeha 9an a Asmanî ya Jetan a Balikesîrê rabûbû.
Parêzgarê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglu ragihand ku balafir di dema firîna xwe ya peywirê de ketiye.
Ji ber qezayê, Rêya Îzmîr-Stenbolê ji her du aliyan ve ji çûn û hatinê re hat girtin.
Kêliya ketina balafirê hat tomarkirin
Kêliya ku balafir dikeve ji aliyê ajokerekî ve bi telefona destan hat tomarkirin.
Di dîmenan de xuya dike ku ajokar ji bûyerê ne haydar e û dipirse, “Gelo birûsk ket?”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse