Serokkomarê Tirkiyeyê û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Denîz Yavuzyilmaz / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê (DMM) ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê da zanîn ku daxuyaniyên Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Denîz Yavuzyilmaz ên li ser Peymana Xeta Boriyê ya Petrola Xam a Tirkiye-Îraqê û pêvajoya Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî ji rastiya teknîkî û yasayî dûr in.
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê (DMM) ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de daxuyaniyên Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Denîz Yavuzyilmaz ên wekî “Peymana 50 salî bi îmzeya Serokkomar hat betalkirin” û “Parlamento nehat agahdarkirin” wekî dezenformasyoneke eşkere bi nav kir.
“Peymanê dema xwe borandiye û ji raya giştî re hatiye ragihandin”
Li gorî daxuyaniyê, peymana xeta boriyê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ku sala 1973yan ketibû meriyetê û sala 2010an hatibû nûkirin, ji ber guherîna şert û mercên herêmî û pêşhatên di bazara enerjiyê de êdî karê xwe nedikir.
Hat diyarkirin ku peyman dê 27ê Tîrmeha 2026an bi dawî bibe û ev yek bi Biryara Serokkomariyê di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ji raya giştî re hatiye ragihandin.
Pêvajoya tahkîmê berdewam dike
DMMyê gotinên Yavuzyilmaz ên ku Tirkiye bi 1,471 milyar dolarî hatiye cezakirin û divê ev pere “ji mal û milkê şexsî yê Serokkomar were dayîn” wekî “bêberpirsyarane” nirxand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komîteya Dadgeha Tahkîmê ya Odeya Bazirganiyê ya Navneteweyî (ICC) ya Parîsê, 4 ji 5 daxwazên Îraqê red kirine û piraniya daxwazên Tirkiyeyê jî qebûl kirine.
Hat destnîşankirin ku di encama tahkîmê de her du alî bi dayîna tazmînatê hatine mehkûmkirin û Tirkiyeyê jî derbarê beşa ku di berjewendiya Îraqê de hatiye dayîn li Parîsê doza betalkirinê vekiriye û ev pêvajo hîn berdewam dike.
Her wiha hat gotin ku biryar ji dosyaya dozeke tenfîzê ya li Amerîkayê ya ku ji raya giştî re vekirî ye hatiye wergirtin û îdiayên wekî “belgeyeke veşartî hatiye bidestxistin” bêbingeh in.
“Pêvajoya yasayî temam nebûye, cezayekî teqez nîne”
Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku doza tenfîzê ya li Washingtonê hîn berdewam dike û her du alî ji hev daxwaza tazmînatê dikin, lewma heta niha ti cezayên teqez an jî biryara dayînê nîne.
DMMyê da zanîn ku hewldana Yavuzyilmaz a ku nûçeyên berê wekî ku îro qewimîbin careke din tîne rojevê û Tirkiyeyê di asta navneteweyî de dixe nava nîqaşan, “nêzîkatiyeke bêberpirsyarane” ye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Ev kampanyayeke reşkirinê ye ku dixwaze tovên nîfaqê di navbera Îraq û Tirkiyeyê de biçîne.”
Bangî raya giştî hat kirin ku li hemberî parvekirinên şaş ên li derveyî daxuyaniyên fermî baldar bin.
CHP Genel Başkan Yardımcısı ve Zonguldak Milletvekili Deniz Yavuzyılmaz’ın Türkiye-Irak Ham Petrol Boru Hattı Anlaşması ve bu hatta ilişkin Uluslararası Tahkim süreciyle ilgili açıklamaları, teknik ve hukuki gerçeklikten uzak olup kamuoyunu yanıltıcı nitelikte açık bir… pic.twitter.com/H7fbzDKPEr
— Dezenformasyonla Mücadele Merkezi (@dmmiletisim) July 25, 2025
Parvekirina Denîz Yavuzyilmaz
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Denîz Yavuzyilmaz li ser tora civakî ya Xê biryara Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî ya li ser şandina petrolê ji Ceyhanê parve kiribû.
Ev biryar li ser serlêdana Hikûmeta Îraqê ya ji ber peymana Tirkiyeyê ya bi Herêma Kurdistanê re di navbera salên 2014-2023yan de hatibû dayîn.
Yavuzyilmaz diyar kir ku di biryara 13ê Sibata 2023yan de, cezayê zelal ê ku di doza tahkîmê de li Tirkiyeyê hatiye birîn milyarek û 471 milyon û 390 hezar û 486 dolarên Amerîkî ye.
Wî da zanîn ku ev reqem bi rêjeya dovîzê ya îro dike nêzîkî 60 milyar lîreyên Tirkî.
Yavuzyilmaz îdia kir ku ev biryar “belgeyên ku dê bibin sedema darizandina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Dadgeha Bilind” in.
Cumhurbaşkanı Erdoğan'ın Yüce Divan'da yargılanmasına neden olacak belgeleri paylaşıyorum!
— Deniz Yavuzyılmaz (@yavuzyilmazd) July 24, 2025
Uluslararası Tahkim Mahkemesi'nin gizlenen dosyasına ulaştık⬇️
2014-2023 yılları arasında;
AK Parti, Irak Merkezi Hükümeti’nin onayı olmadan, Türkiye-Irak ham petrol boru hattından… pic.twitter.com/rVkLwvSPYA
Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Adara 2023yan ve rawestiyaye
Odeya Bazirganiyê ya Navneteweyî (ICC) ya Parîsê, Tirkiye bi hinceta ku di navbera salên 2014 û 2018an de “bêyî erêkirina Bexdayê” petrola Herêma Kurdistanê hinarde kiriye, bi 1,4 milyar dolarên Amerîkî tazmînatê mehkûm kiribû.
Piştî biryarê, Tirkiyeyê 25ê Adarê hinardekirina bi rêya xetên Kerkûk-Ceyhan û Kurdistanê rawestand.
Piştî vê pêşhatê, Tirkiyeyê li Dadgeha Herêma Kolombiyayê ya Washington DCyê li dijî Hikûmeta Îraqê dozek vekir.
Tirkiye biryara Odeya Bazirganiyê ya Navneteweyî (ICC) red dike û dixwaze Bexda 956 milyon dolarên Amerîkî tazmînatê bide.
Enqere dibêje ku piştî hesabkirina rêjeya faîzê ya ku Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê ji bo tazmînatan destnîşan kiriye, deynê Îraqê yê li Tirkiyeyê ji yê Tirkiyeyê yê li Îraqê zêdetir e.
Li gorî Tirkiyeyê, piştî hesabkirina faîza krediyan dê Îraq 2,6 milyar dolarên Amerîkî û Tirkiye jî 3,5 milyar dolarên Amerîkî tazmînatê wergire.
Zerera ji ber rawestandina hinardekirina petrolê
Ev 3 salan zêdetir e hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê û Kerkûkê rawestiyaye.
Beriya 25ê Adarê 2023yan rojane 450 hezar bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê bi rêya xeta boriyê digihîşt Ceyhanê.
Ji ber girtina xeta boriyê, rojane nêzîkî nîv milyon bermîl petrola xam ji bazarên cîhanê kêm bû.
Li gorî agahiyên Rûdawê, zerera ku ji ber vê yekê gihîştiye Îraq û Herêma Kurdistanê ji 25 milyar dolarên Amerîkî zêdetir e.
Sûdanî: Ji ber ku hinardekirina petrolê rawestiyaye, em neçar in rojane tazmînatê bidin Tirkiyeyê
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di axaftina xwe ya 5ê Kanûna Pêşîn a 2024an de li Parlamentoya Îraqê ragihand ku rawestandina hinardekirina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê zererê dide Îraqê û got:
“Ji ber ku hinardekirina petrolê rawestiyaye, em neçar in rojane tazmînatê bidin Tirkiyeyê.
Piştî biryara Dadgeha Parîsê ya di berjewendiya Îraqê de li dijî Tirkiyeyê, hinardekirina petrolê ya bi rêya xeta boriyê ya Îraqê ber bi Bendera Ceyhanê ve rawestiya.”
Sûdanî diyar kir ku rawestandina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê zerer daye wan û wiha pê de çû:
“Diviyabû dahatên petrolê di qanûna budceya federal de bihatana bicihkirin da ku em jî li gorî biryara Dadgeha Federal a Bilind karibin dest bi dayîna meaşên karmendan bikin.”
Sûdanî bi bîr xist ku li gorî peymana xeta boriyê ya bi Tirkiyeyê re, heta ku sewqiyat rawestiyayî be, ew neçar in tazmînatê bidin û da zanîn:
“Zerereke din jî li dahatên Kerkûkê ye. Ev zerer ji neşandina rojane nêzîkî 100 hezar bermîl petrola Kerkûkê bi rêya xeta boriyê ya Tirkiyeyê ji bazarên navneteweyî re çêdibe.
Her wiha, ji ber pêbendbûna me bi OPEC û OPEC Plusê re, em neçar man ku hilberîna xwe kêm bikin.
Ev hilberîn li ser navê Îraqê tê hesabkirin û kotaya wê heye.
Vê rewşê kir ku em bi welatên din ên endam re bikevin nav pirsgirêkan.
Zerereke din jî ew e ku divê em rojane cezayê pereyî bidin aliyê Tirkan.
Normal e ku Tirkiye gilî bike çimkî peymanek heye û miqdara herî kêm a hinardekirinê hatiye diyarkirin.
Ji ber vê yekê, çi qasî hinardekirina petrolê raweste, ev yek wekî tercîha Îraqê tê hesabkirin.
Ji ber van sedeman, hikûmeta federal, bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser amadekirina projeya rêkxistina petrol û sewqiyata petrolê ya ku di Madeya C/Duyem/12an de hatiye diyarkirin xebitiye.
Di vê projeyê de tê pêşbînîkirin ku bihayên her zeviyeke petrolê li Herêma Kurdistanê ji aliyê şêwirmendên navneteweyî ve werin diyarkirin.”
Peymana di navbera Îraq û Tirkiyeyê de
Peymana Xeta Boriyê ya Petrola Xam a ku 27ê Tebaxa 1973yan di navbera Îraq û Tirkiyeyê de hat îmzekirin, ji bo 20 salan danîna xetên boriyê ji bo herikîna petrola xam pêşbînî dikir.
Sala 2010an biryar hat dayîn ku Peymana Xeta Boriyê ya Îraq-Tirkiyeyê heta sala 2025an were dirêjkirin.
Wê demê peyman ji aliyê Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz û Wezîrê Enerjiyê yê Îraqê Hisên Şehristanî ve hatibû îmzekirin.
Di peymanê de ku Wezareta Petrolê ya Îraqê wekî yekane nûnerê dewleta Îraqê tê naskirin, navên Şirketa Dewletê ya Bazirganiya Petrolê ya Îraqê (SOMO) û Kompanyaya Petrolê wekî “çavdêrên barkirin û şandina petrolê” hatine dayîn.
Li gorî peymanê, diviyabû aliyê Îraqê bi rêya xeta boriyê ya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê miqdarekî diyarkirî ya petrolê bişanda û eger vê yekê neke, diviyabû tazmînatê bide Tirkiyeyê.
Di peymanê de şertekî wekî “Tirkiye petrolê tenê ji Şirketa Dewletê ya Bazirganiya Petrolê ya Îraqê (SOMO) dikire” nîne.
Destûra Îraqê û hinardekirina petrolê ya ji Kurdistanê
Mijara dabeşkirina dadperwerane ya dahatên petrol û gaza xwezayî, ji dema qebûlkirina Destûra Îraqê ya sala 2005an ve yek ji mijarên sereke yên nakokî û nîqaşê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.
Di Madeya 111an a Destûra Îraqê de wiha tê gotin, “Petrol û gaza xwezayî ya ku li Îraqê heye, malê hemû gelê Îraqê ye ku li herêm û parêzgehên cuda dijîn.”
Di benda 1ê ya Madeya 112an a Destûrê de jî wiha tê gotin, “Hikûmeta Federal birêvebiriya petrol û gaza xwezayî ya ku ji zeviyên heyî tê derxistin bi Hikûmetên Herêman û parêzgehan re bi hev re dike.”
Ji bo vê armancê, Parlamentoya Kurdistanê 6ê Tebaxa 2007an “Yasaya Petrolê ya Herêma Kurdistanê” qebûl kir.
Li gorî yasayê, biryar hat dayîn ku ji bo birêvebirina petrola Herêma Kurdistanê “Şirketa Neteweyî ya Petrolê ya Kurdistanê” were avakirin.
Piştî sala 2010an, dorpêça aborî û siyasî ya Bexdayê ya li ser Herêma Kurdistanê kûrtir bû û Hewlêrê ji bo ku li ser pêyan bimîne, gavên ji bo hinardekirina petrolê avêtin.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê wê demê yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî sala 2011ê ragihand ku bi dêwê petrolê yê Amerîkayê Exxonê re 10 peymanên lêgerîn û hilberînê hatine îmzekirin.
Piştre ji Chevronê heta Totalê gelek veberhênerên petrolê berê xwe da Herêma Kurdistanê.
Şirketên Tirkiyeyê yên wekî TPAO û Genel Enerjî jî hatin Herêma Kurdistanê.
Sala 2012an di navbera Hewlêr û Enqereyê de “Memoranduma Lihevkirinê” hat îmzekirin.
Serokwezîrê wê demê yê Îraqê Nûrî Malikî, Herêma Kurdistanê ji para wê ya budceyê bêpar hişt.
Ji ber vê yekê, Hewlêr ji bo ku karibe meaşên karmendan bide, ev gav avêtin.
Sala 2014an, di demekê de ku DAIŞê êrişî Îraq û Herêma Kurdistanê kir, Hikûmeta Îraqê bi hinceta ku Hewlêrê destûr daye firotina petrolê ya ji Ceyhanê, serî li Odeya Bazirganiyê ya Navneteweyî ya Parîsê da.
Bexdayê îdia kir ku Tirkiyeyê bi dayîna destûrê ya firotina petrolê ya ji Ceyhanê, ji bilî SOMOyê ji cihekî din petrol kirî ye û bi vî awayî peymana sala 1973yan a ku sala 2010an hatibû dirêjkirin bin pê kiriye.
Dadgeha Tahkîmê piştî 9 salan biryara xwe da lê berî vê biryarê, Dadgeha Federal a Bilind a Îraqê 15ê Sibata 2022yan bi biryarekê Yasaya Petrol û Gaza Xwezayî ya hejmar 22ya sala 2007an wekî li dijî Destûra Îraqê dît û betal kir.
Dadgehê biryar da ku Herêma Kurdistanê hemû dahatên xwe yên petrol û gaza xwezayî radestî hikûmeta navendî ya Bexdayê bike.
Birêvebiriya Herêma Kurdistanê jî biryara dadgehê wekî “siyasî” nirxand û ragihand ku biryarê nas nake.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse