Tulay Hatîmogullari: Bendewariya me ew e ku Komîsyon çekan bê deng bike

25-08-2025
Nîşan Tulay Hatîmogullari Komîsyon Pêvajo Mafên Pêkhateyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku bendewariya wan a ji Komîsyonê bêdengbûna bi yekcarî ya çekan e.

Hevseroka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di çarçoveya beşdarbûna 'Şahiya Gel' de li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê axivî.

Beşeke zêde ya gotinên Tulay Hatîmogullariyê li ser pêvajoya çareseriyê û Komîsyonê bûn.

“Bêdengbûna hetahetayê ya çekan…”

Tulayê derbarê daxwaz û bendewariyên xwe yên ji wê Komîsyonê got:

"Aştî di ser hemû partiyên siyasî yên Tirkiyê re ye. Bendewariya me ya herî mezin ji vê komîsyonê bê guman avêtina gavan e di pirsgirêka Kurdan de.

Bendewariya me ya herî mezin a ji vê komîsyonê, bêdengbûna hetahetayê ya çekan e."

Erkê wê komîsyona ku wekî Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê tê naskirin, pêşkêşkirina projeyasayan e.

“Pêdivî bi derxistina yasayeke giştgir heye”

Hevseroka DEM Partiyê jî amaje bi vê yekê da û biland:

"Ji bo avakirina lihevhatina civakî ya li vî welatî, pêdivî bi derxistina yasayeke giştgir heye.

Eger Tirkiye demokratîk bibe û aştî were vî welatî, em dizanin ku dê zikê karkeran jî têr bibe."

Hevseroka DEM Partiyê her wiha got, ew aştiya ku niha hewl jê re didin dê bibe paşeroja Tirkiyeyê û eger di vî karî de bi ser bikevin, Tirkiye dê zêdetir geş bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst