Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu li ser pêvajoya çareseriyê û xebatên Komîsyona di bin banê parlamentoyê de daxuyaniyên krîtîk dan. Ensarîoglu tekez kir ku divê piştî sersalê pêvajo bi gavên şênber bilez bibe.
Ensarîoglu wekî AK Partî, ji hevahengiya bi MHPyê re heta nîqaşên "mafê hêviyê", ji sererastkirinên yasayî yên teknîkî heta biryara mîtîngê ya DEM Partiyê, li ser gelek mijaran nîşaneyên nexşerêya nû dan.
"Divê piştî sersalê gavên şênber bên avêtin"
Ensarîoglu diyar kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê xebatên xwe temam dike û raporeke şêwirmendiyê ya ku hemû partiyên siyasî dikarin li ser li hev bikin dê di demeke nêzîk de pêşkêşî parlamentoyê were kirin. Ensarîoglu destnîşan kir ku pêvajo dê bi "rêbaza pêpelûkan" û bi gavên baweriyê yên dualî bimeşe û got, "Piştî sersalê dema parlamento vebû, divê rojeva herî girîng ev be û bilez gavên şênber bên avêtin."
Di navbera AK Partî û MHPyê de nakokî heye?
Ensarîoglu ragihand ku di navbera banga Devlet Bahçelî ya li ser "mafê hêviyê" û rapora AK Partiyê de nakokî nîne. Wî got ew du partiyên cuda ne lê di mijarên bingehîn de bi hevahengî tevdigerin.
Ensarîoglu got, "Pêşîniya niha paqijkirina meseleyê ya ji şîdetê û danîna çekan e. Rewşa Ocalan an aqûbeta navên din, piştî ku şîdet ji holê rabû û fikarên civakê neman dikare were axaftin; ev ne astengên ku nayên derbaskirin in."
"Diyarkerê siyasetê Serokkomar e"
Ensarîoglu li ser îdiayên ku di nav hikûmetê de li ser siyaseta Sûriyeyê an pêvajoyê cudahiya nêrînan heye axivî û tekez kir ku di sîstema serokatiyê de biryara dawî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan e.
Ensarîoglu wekî nêrîna xwe ya şexsî diyar kir ku hinek daxuyaniyên tund ên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên li ser Sûriyeyê bi ruhê demê re tam li hev nakin, lê diyarkerê esil ê siyasetê Serokkomar Erdogan e û îradeyek li ser îradeya wî nîne.
Ensarîoglu got, "Li ser îradeya Serokkomar îradeyek nabe. Hinek daxuyanî ruhê demê tam nîşan nedin jî, gotina dawî Serokkomar dibêje."
Nîqaşa Efûyê
Ensarîoglu diyar kir ku hûrgiliyên teknîkî yên li ser rewşa endamên rêxistinê têne xebitandin. Li ser girtiyan, Kampa Mexmûrê û yên li Ewropayê formul hene. Lê wî lê zêde kir ku hesasiyeta hevpar ew e ku sererastkirineke muhtemel divê bi teqezî pêkhateyên wekî FETO û DAIŞê li xwe negire.
Rêbaza pêpelûkan
Ensarîoglu got ku divê pêvajo bi "rêbaza pêpelûkan" qonax bi qonax bimeşe. Hemû gavên şênber di carekê de nayên avêtin, her ku zemîna baweriyê çêbibe dê bi jest û gavên dualî rê bê girtin.
Rexne li biryara mîtîngê ya DEM Partiyê
Ensarîoglu mîtînga ku DEM Partî dixwaze 4ê Kanûna Paşîn bike "ji aliyê demê ve şaş" dît. Wî ragihand ku gavên wiha dikarin bibin malzemeyê destê kesên ku dixwazin pêvajoyê xera bikin û dij-neteweperestiyê gur bikin û hişyarî da, "Divê ji tiştên nehewce yên ku dê avhewayê xera bikin dûr bisekinin."
Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin:
Rûdaw: Partiyan raporên xwe pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kirin. Bi awayekî xwezayî nêrîn û pêşniyarên her partiyê cuda bûn. Gelo Komîsyon dikare van raporan bike raporeke hevpar?
Galîp Ensarîoglu: Ev Komîsyona parlamentoyê ji bo civakîbûna pêvajoyê gelekî girîng bû. Komîsyonê ev demeke dirêj e 18-19 civîn pêk anîn. Li her kesî û her beşê guhdarî kir. Herî dawî, partiyên din beşdar nebin jî sê partiyan nûnerek şand û li Ocalan jî guhdarî kir. Piştre vegeriyan Komîsyonê û li ser vê hevdîtinê agahî dan.
Lewma hema bêje kesê nehatibe guhdarîkirin, gotina nehatibe gotin nema. Lê tişta ku her kes li ser hemfikir e ew e ku divê ev kar êdî bê çareserkirin. Ji bilî yek du partiyên marjînal û nijadperest, hema bêje hemû partiyên siyasî yên ku li Tirkiyeyê girseyên mezin temsîl dikin li ser çareseriya vî karî hemfikir in û ji bo tevkariyê di Komîsyonê de cih digirin.
Di raporên Komîsyonê de helbet dikare cudahiya nêrînan hebe. Niha wekî encam endamên Komîsyonê yên her partiya siyasî; bi nûnerên partiya xwe û navendên giştî re dicivin, nêrînên wan jî distînin û raporeke aîdî xwe amade dikin. Hinekan rapora xwe pêşkêş kir, hinek jî li ber pêşkêşkirinê ne.
Ev rapor bi berçavgirtina hesasiyetên alîgirên partiyan hatine amadekirin. Lê ya girîng rapora giştî ya Komîsyonê ye ku hemû rapor dê tê de bibin yek. Ez piştrast im ku ev Komîsyon, di bin ronahiya raporên hatine pêşkêşkirin de; raporeke şêwirmendiyê amade bike ku hesasiyetên hevpar, pêşniyarên çareseriyê û gavên şênber ên divê bên avêtin bihewîne.
Dema ev rapora hevpar hat amadekirin, dibe ku hinek partiyên siyasî bi hinek hesabên siyasî nexwazin îmze bikin an beşdar nebin. Lê ji beşdarbûn an nebûna wan zêdetir ya girîng ew e ku raporeke ku piraniya civakê û partiyên siyasî li ser li hev bikin û xizmeta çareseriyê bike derkeve holê.
Ev rapor di heman demê de ji bo Parlamentoyê wekî şêwirmendiyekê ye. Çimkî ya ku divê ji niha û pê ve bê kirin, avêtina gavên şênber e. Dibe ku ev gav di carekê de neyên avêtin; nabe mirov li bendê be ku hemû gavên şênber di heman demê de bên avêtin.
Pêvajo, mîna rêbaza pêpelûkan bi jest û gavên dualî, bi avakirina zemîna baweriyê dimeşe. Li cîhanê jî ev kar wiha meşiyane. Ez bawer dikim ku di demeke gelekî nêzîk de raporeke Komîsyonê ya ku partî li ser li hev dikin dê bê pêşkêşkirin.
Sibê em dê li parlamentoyê hevdîtinên budçeyê temam bikin. Beriya ku parlamento navbereke kurt bide di rojeva me de pakêteke darazê heye. Piştî derxistina wê pakêtê dibe ku parlamento bikeve betlaneyeke 15 rojî. Lê piştî sersalê dema parlamento vebû, bi ya min divê madeya rojevê ya herî girîng ev be. Ev pêvajo êdî divê bi gavên şênber bilez bikeve jiyanê.
Rûdaw: Di rapora AK Partiyê de behsa 'mafê hêviyê' yê Ocalan nayê kirin. Lê belê Devlet Bahçelî gotibû ku bi danîna çekan a PKKyê re dê mafê hêviyê yê Ocalan were rojevê. Gelo ev rewş nîşaneya nakokiyekê ye di navbera AK Partî û MHPyê de?
Galîp Ensarîoglu: Di navbera me de nakokî tune. Lê em ne heman partiya siyasî ne; em du partiyên cuda ne. Em du pêkhateyên cuda ne ku di meseleyên bingehîn ên Tirkiyeyê de hevkarî kirine û vê hevkariyê bi awayekî hevaheng didomînin. Helbet ne mimkun e ku em di her mijarê de wekî hev bifikirin; lê meseleya mafê hêviyê yê Ocalan, di encamê de li pêşiya vê pêvajoyê ne asteng e.
Tişta ku niha girîng e, paqijkirina meselyê ya ji şîdetê ye. Erka heyî ya Komîsyonê jî bi vê sînordar e. Yanî; xêzkirina nexşerêyeke li ser pêvajoya çekdanînê, aqûbeta hêzên ku dê çekan deynin û entegrasyona wan a civakî ye. Ji bilî vê; pêşîniyeke Komîsyonê ya wekî çareserkirina pirsgirêka Kurd an pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê bi tevahî û yekser, an jî girêdana pêvajoyê bi temamî bi paşeroja Ocalan ve nîne.
Ji xwe piştî ku ev pirsgirêk çareser bû û şîdet bi temamî ji holê rabû, eger gel bi vê biratî, yekîtî û bihevrabûnê bawer bike encamên vê jî dê bên dîtin. Piştre dê çi bibe ew dem dê were axaftin. Mafê hêviyê yê Ocalan eger pêwîst bê dîtin dibe ku were axaftin; piştre rewşa Selahattîn Demîrtaş û yên din tê. Raya min ew e ku; piştî mesele bi temamî ji holê rabû û fikarên di civaka Tirk de neman, hemû ev mijar dê ji pirsgirêkbûnê derkevin.
Rûdaw: Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bû mêvanê Rûdawê û got di navbera Serokkomar û hinek navên di nav hikûmetê de li ser 'pêvajo' û 'Hêzên Sûriyeya Demokratîk' nakokî hene. Hûn beşdarî van nirxandinan dibin?
Galîp Ensarîoglu: Di sîstema me ya serokatiyê de îradeya ku siyasetê diyar dike, îradeya Serokkomar e. Kesê ku li dijî îradeya Serokkomar tevbigere yan dev ji peywirê berdide yan jî ji peywirê tê girtin. Di meseleyên wiha girîng ên Tirkiyeyê de, sifeta wî çi dibe bila bibe, li ser îradeya Serokkomar îradeyek nabe û kes nikare li dijî vê îradeyekê derxe holê.
Dikare were gotin ku di daxuyaniyên Hakan Fîdan de hinek tundiya li ser siyaseta Sûriyeyê heye an îfadeyên ku ruhê demê tam nîşan nadin hatine bikaranîn; ez vê wekî nêrîna xwe ya şexsî dibêjim. Lê di encamê de siyaseta dawî Serokkomar diyar dike û gotina dawî ew dibêje.
Rûdaw: Pirseke min dê li ser sererastkirinên yasayî yên ji bo endamên PKKyê hebe. Di rapora AK Partiyê de ji bo hemû endamên PKKyê sererastkirina yasayî nayê pêşniyarkirin. Di vê rewşê de dibe ku hinek PKKyî ceza bixwin, di girtîgehê de bimînin. Cezakirina hinek birêvebirên PKKyê, gelo li pêşiya pêvajoyê dibe asteng an dibe sedema xerabûna pêvajoyê?
Galîp Ensarîoglu: Na, na. Di encamê de piştî ku PKK wekî rêxistinekê xwe fesix kir û bi temamî çek danî û ya pêwîst kir, pirsên ku divê bên bersivandin diyar in: Aqûbeta yên di girtîgehê de dê çi be? Rewşa yên li Ewropayê têne lêgerîn dê çi be? Aqûbeta deh hezaran, hêzên çekdar û kadroyên birêvebir ên li Kampa Mexmûrê dê çi be? Ev hemû hûrgiliyên teknîkî ne û li ser hemû van hûrgiliyên teknîkî hatiye xebitandin.
Tenê mijara ku li Tirkiyeyê dilgiranî çêkir ev bû: Gelo efûyek an sererastkirineke wiha, darbekarên FETOyî yên ku qesta welat kirine jî li xwe digire? Em hemû hemfikir in ku divê li xwe negire. Bi heman awayî divê DAIŞiyek an endamekî rêxistineke sûc a cuda jî ji van sererastkirinan sûdê wernegire. Ev hûrgiliyên teknîkî ne ku dikarin bên derbaskirin û niha li ser çend formulên cuda tê axaftin.
Rûdaw: DEM Partî amadekariyê dike ku 4ê Kanûna Paşîn bi daxwaza berdana Ocalan mîtîngekê li dar bixe. Lîderê MHPyê ji bo mîtîngê got 'dibe' lê got 'divê berdana Ocalan neyê xwestin, çimkî ew bi xwe jî naxwaze derkeve'. Nêrîna we ya li ser vê mijarê çi ye?
Galîp Ensarîoglu: Helbet her partiyeke siyasî di çalakiya xwe ya siyasî de azad e û biryarên xwe bi xwe dide; lê ez vê mîtîngê ji bo ruhê demê û serdemê guncaw nabînim. Dema ku Ocalan bi xwe jî di pêvajoya çareseriyê de axaftina li ser paşeroja xwe di vê qonaxê de rast nabîne û me ev qas qonaxeke girîng derbas kiriye, divê ji gavên ku dê hawîrdorê xera bikin dûr bisekinin.
Raya min ew e ku divê çalakiyên nehewce yên ku dê hesasiyetê çêbikin, dij-neteweperestiyê gur bikin û bibin malzemeyê destê kesên ku dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin neyên kirin. Ez bi xwe dema vê mîtîngê rast nabînim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse