Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona çareseriyê bernameya xwe guhert û dê di civîna xwe ya 13emîn de nêrînên rêxistinên hiqûqê wergire.
Tê payîn ku rapor di meha Çiriya Pêşîn de ji parlamentoyê re bê pêşkêşkirin.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku ji bo pêvajoya çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê hatiye avakirin, bernameya xwe ya civîna 13emîn guhert.
Komîsyon li gorî bernameya nû, dê li şûna rêxistinên jin û ciwanan, guh bide rêxistinên hiqûqê.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş berê ragihandibû ku piştî qonaxa guhdarkirinê, ew dê derbasî amadekirina sererastkirinên yasayî bibin.
Kurtulmuş her wiha destnîşan kiribû ku Komîsyon dê di Çiriya Pêşîn de rapora xwe amade bike û nêrînên rêxistinên hiqûqê jî dê di raporê de cih bigirin.
Parlamentoya Tirkiyeyê di 1ê Çiriya Pêşîn 2025an de dest bi kar dike û tê payîn ku rapora Komîsyonê ji parlamentoyê re bê pêşkêşkirin.
Heta niha derbarê dîroka civîna vê hefteyê û navê rêxistinên ku dê beşdar bibin de ti agahiya fermî nehatiye dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse