Alîkarê Bahçelî: 4 xalên destpêkê yên Destûrê xeta me ya sor in

26-09-2025
Nîşan Pêvajo Destûr MHP PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Îsmaîl Ozdemîr ragihand ku çar xalên destpêkê yên Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê xeta wan a sor in.

Îsmaîl Ozdemîr îro li bajarê Qeyseriyê yê Tirkiyeyê beriya civîneke partiya xwe derbarê pêvajoya çareseriyê axivî û bersiv da pirsên rojnamegeran.

Ozdemîr armanca pêvajoyê ne wekî projeyeke siyasî, wekî projeyeke fermî ya dewletê pênase kir û got:

"MHP dê bi biryardarî xebatên xwe yên ji bo armanca Tirkiyeya Bêteror bidomîne."

Ozdemîr got ku 4 madeyên destpêkê yên Destûrê ji bo wan xeta sor in û ne mijara nîqaşê ne.

Îsmaîl Ozdemîr li ser pirseke derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî, got ku girîng e HSD li gorî peymana xwe ya bi hikûmeta Sûriyeyê re tevbigere û îdia kir:

"Em pir baş dizanin ku Îsraîl, bi taybetî li Sûriyeyê bi bikaranîna Durziyan li başûr û bakurrojhilatê Sûriyeyê, bi navê 'Korîdora Dawid' planek çêkiriye û li dijî Tirkiyeyê çalakiyan dike.

Tirkiye welatekî wisa bihêz e ku ti welat naxwaze li hemberî xwe bibîne."

“Xeta me ya sor in”

Îsmaîl Ozdemîr bi vî rengî peyivî:

“Armanca 'Tirkiyeya Bêteror' ne projeyeke siyasî ye, projeya fermî ya Komara Tirkiyeyê ye. Gelekî girîng e ku ev yek bê zanîn.

Li vir çawa ku berpirsiyarî dikeve ser milê saziyên me yên fermî, ew qasî jî dikeve ser milê saziyên siyasî û li ser milê me hemûyan e.

Lê mixabin em dibînin ku hinek alî ji armanca Tirkiyeya bêteror aciz in. Ew dixwazin rondik û xwînrijandin li Rojhilata Navîn berdewam bike, sînor bên guhertin û dibêjin bila li Rojhilata Navîn rejîm birûxin da ku qad ji Îsraîlê re bimîne.

Yên ku demekê di nav MHPyê de bûn û îro li aliyekî din in, eger şerm nekin dê ji PKKyê re bibêjin 'Hûn çima çekên xwe datînin?'

Bi vê bêşermiyê wisa difikirin ku siyasetê dikin. Ne nîqaşkirina 4 madeyên destpêkê yên Destûrê di rojevê de ye ne jî ew mijarên ku hinek alî bi nîqaşkirina wan hewl didin rojeva Tirkiyeyê mijûl bikin.

Çar xalên Destpêkê yên destûrê wekî her dem bingeha MHPyê ne û xeta wê ya sor in. Ji vê yekê veger tune."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst