Stenbol (Rûdaw) - Rûxandina taxên kevin li çend navçeyên bajarê Stenbolê berdewam dike. Li Taxa Tozkoparan ya ser bi navçeya Gungorenê ve bi hinceta ku metirsiya erdhêjê li ser heye û xaniyên wir ne guncaw in tê rûxandin. Ev demeke polîs gelek caran davêjin ser malên xelkê û bi darê zorê wan ji xaniyan derdixin.
Xelkê taxê êdî hema bêje bi temamî ji xaniyên xwe derketine, lê ketine derdê wê yekê ku kelûpelên xwe yên dawî rizgar bikin û hesin û tiştên ku dikarin bifiroşin ji xwe re jê vekin û bibin beriya ku bêne rûxandin. Bi hezaran kesên niştecihên wê taxê di wê baweriyê de ne ku mafên wan hatine binpêkirin û ew bûne qurbanî.
Sadik Tûrgûtelî yê 65 salî ku bavê du zarokan e nêzikî 50 sal ji jiyana xwe li vir di vê avahiyê de derbas kirine. Kesekî kêmderfet e û heta niha jî fersend nedîye ji gîhandina debarê pê ve tiştekî bi de ser tiştekî. Niha dewlet ji wî re dibê xaniyê te tê rûxandin û here ji xwe re çi dikî bike. Emê xaniyên nû çêkin û bidin te lê mûçeya wî û bihayê xaniyên nu qet hevûdin nagirin û ew niha him bûye kirêcî û him jî nihakare debarê bike.
Welatî Sadik Tûrgûteli got “Kesên ku li vir rûdinin kêmderfet in û rewşa wan ne baş e. Xelk perîşan e. Weke qefleyê kuliyan ketin vir. Şefaqa xwedê polîsan avêtin ser me. Xaniyên nû ku çêkin bihayê wan gelekî zêde ye. Dema xelk vegerî hat ewê nikaribin deynan bidin û neçar bibin careke din terka vir bikin.”
Li Taxa Tozkoparan a ser bi Gungorenê ve ew lezû beza ku heye ji bo rizgarkirina eşyayên dawîn e.
Yên ku xaniyên xwe vala kirine jî hewl didin tiştên weke hesin û mobilya ku pere bikin jê dikin da çend quriş pere têkeve destê wan. Nêzikî 900 xanî bi hinceta erdhêjê û negoncaviya van xaniyan ji xaniyan têne derxistin. Xelk ew demeke dirêj e li ber xwe dide lê êdî tax dirûxe.”
Welatî Cahît Toprak diyar kir “Cihekî ku ez pê de herim nîn e. Bi desthepê xaninişînî ez çawa 7 hezar lîre kirê bidim. Ez neçar im eşyaên xwe bifiroşim û herim gundê xwe. Ger di misilmaniyê de tiştekî wiha heye jî ez nizanim. Îsraîl çi bi filîstinê dike hema wisa ye. welatî Sevgî Tûrhalli anî ziman “Me barkir lê xanî bi dest me neket. Ji ber ku ji 6-7 hezar lîre kêmtir xanî nîn in niha em û diya min û birayê min em hemû di malekê de dimînin.”
Welatî Kemal Torlak ragihand “Niha dibên avahî ên we ne lê ax ya me ye. Ax rakirin birin û dibên tu heqê we nîn e.”
Bi giştî li taxê derdora 4 hezar kes ketine ber vê projeyê. Şaredariya Gungorenê bo kesên ku qebûl bikin mehane hezar û 950 lîre piştgiriya kirê û heqê barkirinê dide. Lê li Stenbolê ji 6 hezaran kêmtir kirê nema ye. Xelk neçar bûye terka xaniyan bike û ên ku çêkin jî ji ber bihayê wan, nabe para xwediyên vir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse