Hevdîtina Erdogan û Heyeta Îmraliyê hat bipaşxistin

26-10-2025
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê Recep Tayyîp Erdogan Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê berê ragihandibû Heyeta Îmraliyê dê 28ê mehê bi Erdogan re bicive lê bi daxuyaniyekê bipaşxistina civînê ya 30ê mehê hat ragihandin.

DEM Partiyê ragihand ku endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê 30ê Çiriya Pêşîn bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicivin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya DEM Partiyê de hat diyarkirin ku hevdîtin dê li Koşka Serokkomariyê pêk were.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de got:

"Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê 30ê Çiriya Pêşîn, roja Pêncşemê li Koşka Serokkomariyê bi Birêz Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re bicivin."

Berî niha hatibû ragihandin ku hevdîtin dê 28ê Çiriya Pêşîn were kirin.

Di heyetê de Cîgira Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar cih digirin.

Dîroka hevdîtinan

Hevdîtina yekem a piştî 13 salan wekî pêywendiya yekem ket dîrokê.

10ê Nîsanê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat, li Koşka Serokkomariyê bi Erdogan re civiyabû.

Hevdîtina duyem jî 7ê Tîrmehê e li Koşka Serokkomariyê pêk hat.

Di heyetê de Cîgira Serokê Parlamentoyê Pervîn Buldan û Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar cih girt.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî amade bûn. Hevdîtin nêzîkî saetekê ajot.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek kiribû.

Pişt re, beriya serdana xwe ya Erdogan, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari re civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst