Tanrikulu ji Wezîrê Dadê re got: Hûn li Torosên Spî xwedî derketin

26-11-2025
Nîşan Tirkiye JÎTEM Torosên Spî Sezgîn Tanrikulu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu, li Komîsyona Plan û Budceyê binpêkirinên mafên mirovan ên ji salên 1990î heta bi îro bi bîr anîn û ji Wezîrê Dadê re got, “Hûn li li Torosên Spî xwedî derketin."

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu di dema nîqaşên budceya Wezareta Dadê yên li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser serxwebûna darazê, kuştinên kujernediyar, şkence û girtîgehan rexneyên tund li desthilatê girtin.

Tanrikulu bertek nîşanî maketa "Torosa Spî" ya li ser maseya dozgerekî da û ew wekî nîşaneya pêkanînên tarî yên salên 1990î pênase kir.

“Hûn bi travmaya Torosa Spî nizanin”

Tanrikulu got ku maketa "Torosa Spî" ya li ser maseya dozgerekî, wî dibe serdema giran a kuştinên kujernediyar a salên 1990î.

Parlamenter Tanrikulu bi bîr anî ku ew wan salan li Amedê dijiya û anî zimên ku ew bi saya midaxeleyeke Serdozgerê Komarê yê berê ji bûyereke ku ew kiribû hedef rizgar bûye.

Tanrikulu hem bangî Wezîrê Dadê û hem jî bangî rêzên desthilatê kir û got:

“Hûn bi vê travmayê nizanin. Derdora salên 1993-94an hatibûn ber deriyê mala min. Karê vê maketê li ser wê maseyê çi ye? Ev çawa dikare li ser maseya dozgerekî be?”

“Hemû dozên JÎTEMê di dema we de…”

Tanrikulu desthilat di mijara cinayetên “failên wan mechûl” û aqûbeta dosyeyên JÎTEMê de rexne kir û got ku gelek doz bi hinceta ku dema wan boriye hatine girtin.

Wî bi bîr anî ku dosyeyên Pasûr, Licê, Qoser û Vartînîsê di dema desthilatê de bi beraetê bi encam bûne û wiha axivî:

“Gelo yek mehkûmiyet heye? We hemû veguhastin Enqereyê, we dadwer tayîn kirin, dosye ketin ber borîna demê.”

“Daraz, Parlamento, medya, akademî… We hemû rizandin”

Tanrikulu salên 1990î û îro dan ber hev û diyar kir ku wê demê daraz ne serbixwe be jî gihiştina wê pêkan bû, Parlamentoyê rapor amade dikirin, medyayê îdiayên şkenceyê dikirin manşet, akademî û civaka sivîl xurttir bûn û got, "We niha hemû tune kirin."

“Tirkiye êdî wekî dewleta hiqûqê nayê dîtin”

Tanrikulu anî zimên ku Tirkiye di endeksên navneteweyî de her ku diçe bi paş dikeve û di nîşaneyên dewleta hiqûqê de ketiye binî û anî zimên: “Cîhan êdî Tirkiyeyê wekî dewleta hiqûqê nabîne.”

Her wiha Tanrikulu diyar kir ku li gorî lêkolînên raya giştî, tirsa sêyemîn a mezin a mirovan li Tirkiyeyê “desteserkirina serê sibehê” ye.

“Çima heye?”

Tanrikulu behsa hevdîtinên xwe yên bi kesên di girtîgehê de kir û rexne li wê yekê girt ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ji aliyê hinek dadgehên cezayê giran ve nayên bicihanîn û got:

“Hûn ji Konseya Ewropayê pereyan distînin û perwerdeyê didin dadwer-dozgeran, roja din dadgeh li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevnegere.

Naxwe madeya 153yemîn a Destûra Bingehîn çima heye?”

Tanrikulu dozên Osman Kavala, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Can Atalay bi bîr anîn û destnîşan kir ku heta di van dosyeyan de gavek neyê avêtin kes nikare ji Tirkiyeyê re bibêje ‘dewleta hiqûqê.

Divê were gotin ku salên 90î li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran Kurd bi destê JÎTEMê hatin kuştin û Torosên Spî wekî sembola wan cînayetan tên dîtin ku di raya giştî de bi rengê "kuştinên kujernediyar/cînayetên faîlî mechûl" tên zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst