Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, li ser hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Mijarên Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Her du welat li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê hemfikir in.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, li New Yorkê ji rojnamegeran re daxuyanî da.
Li gorî nûçeya NTVyê, Fîdan diyar kiriye ku hefteyekê li NYyê trafîkeke dîplomasiyê ya xurt meşandiye.
Fîdan got, "Trafîkeke dîplomasiyê ya xurt heye ku li ber çavê raya giştî nîne.
Civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û welatên Rêxistina Hevkariya Îslamî (ÎÎT) civîneke girîng bû."
"Me nêrînên xwe bi Donald Trump re parve kirin"
Wezîr Fîdan diyar kir ku di hemû civînan de bi awayekî herî xurt "doza Filistînê" parastine û got, "Me nêrînên xwe bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re parve kirin."
Fîdan li ser hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump got:
"Me Serokê Amerîkayê Trump vexwend Tirkiyeyê. Trump û Serokkomarê me mijarên cîhanî jî gotûbêj kirin.
Helbet Filistîn jî hat axaftin. Mijarên Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Her du welat li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê hemfikir in.
Li ser zêdekirina hevkariya di navbera her du welatan de ya di NATOyê de hat rawestîn."
Li ser sizayên CAATSAyê lihevkirin çêbû
Fîdan got ku ji bo çareserkirina mijarên ku di pêwendiyên her du welatan de asteng in wekî sizayên CAATSAyê, lihevkirin çêbûye.
Fîdan anî ziman ku hejmareke rekor a welatan Filistîn nas kiriye û got:
"Ji bo naskirina Dewleta Filistînê ne hewce bû ku 65 hezar kes bimirin û 2 milyon kes birçî bimînin."
Fîdan her wiha got, "Qonaxa duyemîn ne tenê dewleteke naskirî, avakirina dewleteke zindî û jiyayî ye.
Ji bo vê yekê xebat hene. Pêşîniya me ew e ku li Şerîda Xezeyê agirbest pêk were û alîkariyên mirovî bigihîjin herêmê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse