Erdogan: Divê cezayên li ser Sûriyeyê bên rakirin

26-09-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Donald Trump Sûriye Ehmed Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê got, "Em Sûriyeyeke ku hemû pêkhate tê de di nav aştiyê de bijîn dixwazin."

Erdogan piştî hevdîtina Donald Trump kêfxweş e û got, "Me di gelek mijaran de pêşketinên watedar bi dest xist."

Serokê Amerîkayê Donald Trump îşaret bi rakirina cezayên CAATSAyê û firotina F-35an da û got, "Eger hevdîtin baş be, em dikarin her kêliyê cezayan rakin."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî 6 salan li ser vexwendina Serokê Amerîkayê Donald Trump serdana Koşka Spî kir.

Di hevdîtina ku wekî "çarenivîssaz" tê binavkirin de, her du serokan derbarê Sûriye, Xeze, F-35 û cezayên CAATSAyê de daxuyaniyên dîrokî da.

Erdogan piştî hevdîtinê di balafirê de ji rojnamevanan re axivî û got, "Em ji Washingtonê kêfxweş vedigerin. Tekane hevdîtinek nikare hemû pirsgirêkan çareser bike, lê ev hevdîtin bû sedem ku em di gelek mijaran de pêşketinên watedar bi dest bixin."

Mijara sereke: Sûriye ye

Donald Trump piştgiriya xwe ya ji bo polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bi awayekî eşkere anî ziman û got, "Tiştê ku li Sûriyeyê qewimî, serkeftina Erdogan e.

Ev ji bo Tirkiyeyê serkeftineke mezin e. Divê em derfetê bidin Sûriyeyê. Erdogan bi xwe rakirina cezayan ji min xwest."

Erdogan jî diyar kir ku wî li New Yorkê li Tûrkeviyê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re hevdîtin kiriye û got, "Em her tim girîngiyê didin serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê.

Em dixwazin ku Ereb, Tirkmen, Kurd, Sunî, Elewî, Durzî û Mesîhî, ango hemû Sûriyeyî bi nasnameyên xwe li kêleka hev di nav aştiyê de bijîn.

Rêveberiya Sûriyeyê jî heman hestan bi me re parve dike. Di paşeroja Sûriyeyê de cihê rêxistinên terorê tune ye û nabe ku hebe.

 Em rakirina cezayên li ser Sûriyeyê jî gelekî girîng dibînin."

"Em ji Washingtonê kêfxweş vedigerin"

Erdogan di nirxandina xwe ya giştî de got, "Bi Birêz Trump re pêwendiyeke me ya gelekî baş heye. Ev yek dê bi awayekî erênî bandorê li pêwendiyên Tirkiye-Amerîkayê bike.

Di hevdîtina me de ji bilî ticaret û hilberînê, me felaketa mirovî ya li Xezeyê û mijara Sûriyeyê jî gotûbêj kir.

Ez jî piştgiriyê didim vîzyona aştiya cîhanî ya Birêz Trump."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst