Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump konferansa xwe ya çapemeniyê nîvco hişt û got ku ew dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re biaxive.
Çavkaniyên Serokkomariya Tirkiyeyê daxuyand ku di hevdîtina her du serokan de mijarên sereke rewşa Sûriyeyê û girtiyên DAIŞê bûn.
Donald Trump bi minasebeta salvegera destpêkirina erkê xwe li Koşka Spî konferanseke çapemeniyê li dar xist.
Serokê Amerîkayê ji ber hevdîtina bi Erdogan re konferans nîvco hişt.
Di vê hevdîtinê de bipêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê û pêvajoya aştiyê ya li Xezeyê hatin gotûbêjkirin.
Li Koşka Spî kêliyên balkêş: Divê ez herim
Trump li ser mijarên wekî Venezuela, Greenland, Îran û Sûriyeyê nirxandin dikirin.
Dema ku rojnamegeran pirsên xwe dipirsîn, Trump biryar da ku civînê bi dawî bike.
Trump berê xwe da nûçegihanan û got: "Ma pirseke din heye? Divê ez herim çimkî ez dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtineke gelekî girîng bikim.
Ez gelekî jê hez dikim." Ev helwesta Trump wekî nîşaneya giringiya pêwendiyên her du serokan hate nirxandin.
Mijarên sereke: DAIŞ û Sûriye bû
Piştî ku Trump ji ser kursî rabû, hevdîtina bi telefonê pêk hat. Serokkomariya Tirkiyeyê eşkere kir ku di hevdîtinê de ji xeynî pêwendiyên dualî, krîzên herêmî jî bi hûrgilî hatin nirxandin.
Mijara herî germ a hevdîtinê bipêşketinên li Sûriyeyê bûne.
Erdogan teqez kir ku ew liv û tevgera li herêmê ji nêzîk ve dişopînin. Erdogan diyar kir ku parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê xeta sor e.
Di hevdîtinê de şerê li dijî DAIŞê û rewşa girtiyên DAIŞê yên li girtîgehên Sûriyeyê jî hatin axaftin.
Recep Tayyîp Erdogan anî zimên ku Sûriyeyeke aram û bêteror ne tenê ji bo wî welatî, ji bo aramiya hemû herêmê giring e.
Daweta ji bo Komîteya Aştiyê ya Xezeyê
Mijareke din a giring a hevdîtinê rewşa mirovî ya li Xezeyê û hewlên aştiyê bûn.
Erdogan diyar kir ku hewlên ji bo aştiyeke heremî ya li Xezeyê didomin û ew dê di vê pêvajoyê de bi Amerîkayê re di nav hevahengiyê de bin.
Her wiha Erdogan ji bo daweta Trump a ji bo "Komîteya Aştiyê ya Xezeyê" spasiya wî kir. Hevdîtin bi tekeziya li ser şirîkatiya stratejîk bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse