Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş piştî biryara vekişînê ya PKKyê got, “Bi devjêberdana çekan bi temamî re, em dê bikevin serdemeke nû ku tenê behsa demokrasî û fikran bê kirin.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) doh ragihand, ji bo ku “pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bigihînin qonaxa duyemîn, “hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di Merasîma Vekirina Sala Akademîk a 2025-2026an a Zanîngeha Balikesîrê de derbarê biryara PKKyê ya vekişandina hemû hêzên xwe yên çekdar ji Tirkiyeyê de axivî.
Kurtulmuş diyar kir ku rojeva siyasî û ewlehiyê guheriye û ew dê bikevin serdemeke ku çek ji rojevê derkeve.
Kurtulmuş di merasîmê de got, “Li ti dera cîhanê destekî wan di çekê de û destekî wan di sindoqê de nabe.
Em hêvî dikin ku destê kesên di sindoqê de ye careke din di çekê de nebe û ji bo vê em her hewlê didin.”
Kurtulmuş destnîşan kir ku sedsal berê hewl hat dayîn ku cografya bê perçekirin lê li hemberî vê yekê neyaratiyeke mayînde di navbera gelên cuda de nehat avakirin û wiha anî zimên:
“Wan qet nekarî neyartiyê bixin navbera Tirk, Kurd, Ereb û gelên din. Wan nekarî yekîtî û bihevrebûnê ji holê rakin.”
Serokê Parlamentoyê di axaftina xwe de amaje bi biryara PKKyê ya dawîlêanîna çalakiyan da û diyar kir ku ev gavek e ji bo derketina ji rojeva Tirkiyeyê.
Numan Kurtulmuş li ser biryara PKKyê wiha axivî:
“Rêxistinê ragihandiye ku dê bi temamî ji sînorên Tirkiyeyê vekişe û careke din li Tirkiyeyê çalakiyan neke” û hêvî kir ku hebûna hêzên vekişiyayî yên li derveyî sînor jî di demeke kurt de bê tasfiyekirin.
“Em dê bikevin serdemeke nû"
Kurtulmuş her wiha bi bîr xist ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê roja pêncşemê cara 16emîn bicive.
Wî her wiha got ku di serdema nû de siyaset dê li ser zemîna fikir û demokrasiyê bê meşandin, ne bi çekan “Bi devjêberdana çekan bi temamî re, em dê bikevin serdemeke nû ku tenê behsa demokrasî û fikran bê kirin.”
Kurtulmuş di axaftina xwe de destwerdanên derve yên li herêmê jî rexne kir û bi mînakdayîna Sûriye û Îraqê diyar kir ku berê piştgirî li hinek rêxistinan hatiye kirin lê ev lîstik bi ser neketine.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê wiha pê de çû:
“Niha gelên vî welatî dê lîstika nû ya emperyalîzmê xera bikin; ne Tirk, ne Kurd, ne Ereb, ne Sunî, ne Şîe, ne Elewî, dê serî ji emperyalîzma cîhanî re netewînin.”
Kurtulmuş di merasîmê de hêvî kir ku serdema nû bi yekîtî û biratiyê derbas bibe û got ku ew dê ji bo vekişîna hemû rêxistinên neyasayî yên li herêmê xebatên xwe bidomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse