DEM Partî: Bi biryara li ser CHPyê dixwazin siyê bixin ser pêvajoyê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan CHP DEM Partî Betalkirin Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza ku ji bo betalkirina Kongreya Asayî ya 38an û Kongreya Awarte ya 21an a CHPyê hatibû vekirin de biryar derket.

Daîreya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê, derbarê her du kongreyan de biryara "betalbûna mitleq" da.

Dadgehê biryar da ku Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û birêvebiriya partiyê ji kar werin dûrxistin.

Her wiha biryar hat dayîn ku Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu û endamên Meclisa Partiyê yên ku beriya kongreyê li ser kar bûn, wekî tedbîreke demkî vegerin ser peywira xwe.

DEM Partiyê li ser biryara dadgehê ya derbarê CHPyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Desteya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê ev biryar wekî "operasyoneke zexta siyasî" bi nav kir.

"Operasyona dîzaynkirina siyasetê ye"

Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat diyarkirin ku ev biryar li dijî hiqûqê ye û wiha hat gotin:

"Biryara betalbûna mitleq a derbarê CHPyê de bi hiqûq û edaletê re nagunce.

Ev biryar perçeyekî wê operasyon û têgihiştina zexta siyasî ye ku dixwaze bi destê darazê siyasetê dîzayn bike.

Em wekî DEM Partiyê, wekî demên borî îro jî alîgirên demokrasî û hiqûqê ne.

Rêgez û prensîba bingehîn a têkoşîna me ya bi dehan salan ew e ku em li hemberî êrişên li ser siyaseta demokratîk li gel îradeya gel bin."

"Dê krîza pêbaweriyê girantir bike"

DEM Partiyê destnîşan kir ku ev biryar zererê dide aştiya civakî û wiha pê de çû:

"Di vê serdema dîrokî de ku hewldanên dabînkirina aştiya civakî zêde bûne, di demekê de ku derfeta rasteqîn a gihandina dewlet û komarê ya bi demokrasiyê re heye, biryara betalbûna mitleq tenê bêbaweriya li hemberî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mezin dike.

Pêkanînên ku cemsergiriyê di civakê de zêde dikin û aştiya navxweyî xera dikin, krîza pêbaweriyê girantir dikin.

Ev biryara ku di van rojên nêzîkî sererastkirinên yasayî de hatiye dayîn, gavek e ku rasterast dixwaze siyê bixe ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk."

"Mesele, meseleya demokrasiya Tirkiyeyê ye"

Di dawiya daxuyaniyê de DEM Partiyê bang kir ku dawî li neheqiyan bê anîn û ev peyam da:

"Mesele, meseleya demokrasiya Tirkiyeyê ye. Divê demildest dawî li van pêkanînên derveyî hiqûq û edaletê bê anîn.

Em wekî DEM Partiyê; bi wan bi milyonan welatiyên xwe re ne û mil bi milê wan in ku bawer dikin ev welat dikare bi demokrasiyê bêhna xwe vede, bêriya edaletê dikin û ji bo nirxên demokratîk têdikoşin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst