Peyama Ozgur Ozel a piştî biryara dadgehê: Em teslîm nabin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel CHP Kongre Betalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî biryara dadgehê got, "Ez soza rûmet, heysiyet, wêrekî û têkoşînê didim we."

Ji bo betalkirina Kongreya Asayî ya 38an û Kongreya Awarte ya 21an a CHPyê dozek hatibû vekirin.

Daîreya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê, derbarê her du kongreyan de jî biryara "betalbûna mitleq a bi tedbîr" (bi temamî bêhukim) dabû.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî piştî vê biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

"Em teslîm nabin"

Ozel beşeke axaftina xwe ya di civîna koma partiyê de parve kir û wiha got:

"Ez soza wê yekê nadim we ku em dê di nav baxçeyê gulan re biçin desthilatê.

Ez soza ragirtina li hemberî êşan û neteslîmbûnê didim we.

Ez soza rûmet, heysiyet, wêrekî û têkoşînê didim we."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst