Enqere (Rûdaw) - Daîreya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê derbarê her du kongreyên CHPyê de biryara betalkirinê da.
Dadgehê di doza kongreya CHPyê de biryar da ku Ozgur Ozel û birêvebiriya partiyê wekî tedbîreke demkî ji kar werin dûrxistin.
Li gorî heman biryarê, dê Kemal Kiliçdaroglu û birêvebiriya wî peywirê dewr wergirin.
"Em teslîm nabin"
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî vê biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.
Ozgur Ozel di peyama xwe de got, "Em teslîm nabin."
Li gorî biryara dadgehê Kemal Kiliçdaroglu careke din bûye serokê CHPyê.
Serokê Giştî yê CHPyê yê ji kar hatiye dûrxistin Ozgur Ozel diyar kir, "Ez soza rûmet, heysiyet, wêrekî û têkoşînê didim we."
Bertekên alîgiran
Piştî biryara dadgehê alîgirên Ozgur Ozel li ber deriyê Navenda Giştî ya CHPyê kom bûn û wan bertek nîşan da.
Alîgirên Ozgur Ozel dibêjin, ew dê bi ti awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin û ew partiyê radestî Kemal Kiliçdaroglu nakin.
Alîgirê CHPyê Samet Altintaş li ser mijarê got, "Ev 13 sal in me hilbijartin winda kirin.
Keda me û ciwaniya me hemû çû. Êdî bila ciwan werin. Kesekî 77 salî dê bibe serok.
Kesekî 77 salî heta rapora doktoran nebe nikare karekî bike.
Niha jî dibêjin bila kesekî 77 salî we û Tirkiyeyê bi rê ve bibe.”
Alîgirekî din ê CHPyê bi navê Saît Kinali jî wiha axivî:
“Me bi salan dengê xwe da Kemal Kiliçdaroglu, ew her serokê me yê giştî ye.
Lê ew di 12 hilbijartinan de têk çû. Ozgur Ozel partiyê bi pêş dixe.
Pêwîst e Kiliçdaroglu biryara dadgehê qebûl neke. Ez di vî temenê xwe yê 60 salî de çima mecbûr im li vir bim.”
"Em qeyûman qebûl nakin"
Endamê Birêvebiriya Enqereyê ya CHPyê Sabir Karaduman jî bertek nîşanî biryara dadgehê da û anî zimên:
“Tiştê ku em dê bibêjin ew e ku birêvebiriyên CHPyê û navenda CHPyê li pişt serokê xwe Ozgur Ozel in.
Baweriya me bi demokrasiyê heye û em qeyûman li ser xwe qebûl nakin.”
Piştgiriya ji bo Ozel
Piştî biryara dadgehê, di serî de hevserokên DEM Partiyê gelek aliyên siyasî piştgiriya xwe ji bo Ozgur Ozel nîşan da.
Li aliyê din, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê jî ji birêvebiriya CHPyê daxwaz kir ku her kes rêzê li biryara dadgehê bigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse