Kiliçdaroglu piştî biryara dadgehê daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu CHP Kongre Betalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê biryar da ku Kemal Kiliçdaroglu vegere serokatiya CHPyê.

Kemal Kiliçdaroglu piştî vê biryara dadgehê ji TGRT Haberê re axivî.

Kemal Kiliçdaroglu piştî biryara "betalbûna mitleq" a di doza CHPyê de got, "Bila ji Tirkiye û CHPyê re bi xêr be."

Kiliçdaroglu di daxuyaniyeke xwe ya din de jî got, "Divê hemû endamên partiyê bir aramî qebûl bikin.

Partiya me partiyeke pir mezin e. Partiya me dê pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bike."

Biryara betalkirina kongreyan

Di doza ku ji bo betalkirina Kongreya Asayî ya 38an û Kongreya Awarte ya 21an a CHPyê hatibû vekirin de biryar derket.

Daîreya Hiqûqê ya 36an a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê, derbarê her du kongreyan de jî biryara "betalbûna mitleq" da.

Dadgehê biryar da ku Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û birêvebiriya partiyê ji kar werin dûrxistin.

Her wiha biryar hat dayîn ku Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu û endamên Meclisa Partiyê yên ku beriya kongreyê li ser kar bûn, wekî tedbîreke demkî vegerin ser peywira xwe.

Hincetên dadgehê

Di biryarê de hat diyarkirin ku Kongreya Asayî ya Bijartî ya 38an û Kongreya Bajarê Stenbolê ya 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li dijî prensîbên demokrasiya navxweyî ya partiyê, wekhevî û îradeya azad hatine kirin. Ev xal wekî hincet hat nîşandan.

Daîreyê biryara xwe bi "yekdengî" da.

Her wiha hat eşkerekirin ku rêya temyîzê ya li Dadgeha Bilind (Yargitay) dê di nava 2 hefteyan de vekirî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst