Hewlêr (Rûdaw) - Biryara qedexeya derketina derveyî welat li ser Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Zeynel Ozen hat rakirin.
Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Zeynel Ozen ku hemwelatiyê Swîsrayê ye, roja Yekşemê 25ê Kanûna 2022an ji bo çûna Swîsrayê çû balafirxaneyea Stenbolê, lê li balafirxaneyê jê re hate gotin ku biryara qedexeya derketina derveyî welat ji bo wî hatiye dayîn. Ozen ku ji ber qedexeya derketina derve nekarî biçe Swîsra nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û gotibû ku ev biryar bi awayek “kêfî” li dijî wî hatiye dayîn.
Zeynel Ozen îro Sêşemê 27ê Kanûna 2022an bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku biryara qedexeya derketina derveyî welat a li dijî wî hatiye rakirin û got: “Ev qedexeya nehiquqî û bêyî hebûna dozekê derbarê parlamenterekî ku ji aliyê parlamentoya Tirkiyê ve weke endamê Komîsyona Guncandina Ligel Yekitiya Ewropayê hatiye erkdarkirin û qada wî xebatê derveyî welat e, li ser karvedanên raya giştî û baldariya hinek kesên eqlê selîm hat rakirin. Tevî ku îro dereng jî mabûm ez ji bo dîtina malbata xwe ji balafirxaneya Stenbolê ketim rê.”
Zeynel Ozen herwiha diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derbarê bi milyonan kesan de biryara qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn û got: “Li welatê me hîn jî bi milyonan kes hene bêyî hebûna dozekê mafê wan ê azadiya geştê ji wan hatiye stendin. Ez dê ji bo ku bibim dengê wan çi ji destê min bê dikim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse