Civîna 6 partiyên opozisyona Tirkiyê; grûbên xebatê hatin pêkanîn

28-03-2022
RÛDAW
Nîşan CHP DEVA ÎYÎ Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şeş partiyên opozisyona Tirkiyê bo cara duyem civiyan û tekez kirin, wan bi mebesta derbasbûna bo Sîstema Parlamenteriya Bihêz û misogerkirina ewlekariya hilbijartinê di çarçova nexşerêyekê de grûpên xebatê pêk anîne.

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Pêşveçûn û Demokrasiyê (DEVA) Ali Babacan û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal şeva derbasbûyî bo cara duyem civiyan.

Civîna duyem a her 6 partiyên opozisyonê bi mazûvaniya Serokê Partiya DEVA Ali Babacan birêve çû. Nexşerêya derbasbûna bo Sîstema Parlamenteriya Bihêz, pêkanîna tifaqekê û siyaseta piştî hilbijartinê, mijarên sereke yên civînê bûn ku bo medyayê girtî bû.

Piştî civîna her 6 partiyên opozsiyonê ku 5 demjimêran berdewam kir, daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş hat belavkirin.

Di daxuyaniya partiyên opozisyonê de amaje bi wê hat kirin, wan roja 28ê Sibata deklarasyonek ragihandibûn bo ku derbasî Sîstema Parlamenteriya Bihêz bibin û hat ragihandin, di çarçova nexşerêya vê armancê de wan grûbeke xebatê pêk anîne.

Partiyên opozisyonê proje-biryara guhertina sîstema hilbijartinê ku AKP-MHPê ragihandibû, wek “hewldanek ji bo têkbirina yekgirtina xwe” binav kirin û tekez kirin, “hevgertina me nakeve bin hewldanên bi vî rengî yên endazyariya siyasî. Em bi biryar in ku hevkariya xwe di nav hevahengiyekê de berdewam bikin.”

Her têkildarî mijara hilbijartinê, partiyên opozisyonê tekez kirin, wan bi mebesta misogerkirina ewlekariya hilbijartinê grûbeke xebatê pêk anîne û aşkera kirin, “Em gotûbêj li ser krîza aborî ya kûr jî kir ku welatê me tê de ye.”

Di daxuyaniya hevbeş de careke din rexneyên tund li sîstema rêveberiya Tirkiyê hatin girtin ku Sîstema Serokomariyê ye û bihabûna kelûpelan, bêkarî, hejarî û krîza aborî bi giştî wek encama “siyaseta keyfî ya ji lojîk, zanist û çanda danûstandinê dûr” pênase kirin.

Şerê Ukrayna û Rûsyayê jî di rojeva her 6 partiyan de bû û wan partiyan, “êrişa Rûsyayê” bo ser Ukraynayê wek metirsiyek li ser “seqamgirî û aştiya” navçeyê binav kirin û tekezî li ser siyaseteke derve ya “aqilmend” kirin ku berjewendiyên Tirkiyê diparêze.

Partiyên opozsiyona Tirkiyê bang li welatiyan jî kirin, “Em bi biryar in Tirkiyê ji rojên tarî derxînin. Hêvî û baweriya me ya bi pêşerojê, ji pirsgirêkên Tirkiyê gelek mezintir e. Deklarayona me ya ji bo Sîstema Parlamenteriya Bihêz û hevkariya me ya berdewam, hêvî û baweriya miletê me ya bi pêşerojê bihêztir kiriye.”

Di daxuyaniyê de partiyên opozisyonê dibêjin, armanca wan ew e dawî li “pirsgirêkên kûr” binîn û jiyaneke baştir bo welatiyan pêk bînin û “em bo raya giştî aşkera dikin, berevajî siyaseta cudakariyê, em dê di nav hevkarî û lihevkirinê de, xebatên xwe berdewam bikin.”

Li aliyê din Serokê Partiya DEVA Ali Babacan jî ku mazûvaniya civîna sêyem a partiyên opozisyonê kir, li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, wan civîneke “gelek berhemdar” pêk anîn û spasiyên xwe pêşkêşî beşdarên civînê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst