DEM Partiyê li ser tenduristiya Ahmet Turk daxuyanî da

28-04-2025
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê derbarê rewşa tenduristiyê ya Ahmet Turk got, " Ahmet Turk pêvajoya kemoterapiyê bi serkeftî derbas kir û dest bi radyoterapiyê kir."

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan çûn serdana Ahmet Turk ku ji ber nexweşiyê tê tedawîkirin.

DEM Partiyê li ser rewşa tenduristiyê Ahmet Turk daxuyaniyek belav kir.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Hevserokê me yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku ev demek e tê tedawîkirin pêvajoya kemoterapiyê bi serkeftî derbas kir û dest bi radyoterapiyê kir.

Em bi dil û can bawer dikin ku ew ê di demeke herî kurt de vegere nav hewldanên aştiyê yên berdewam, careke din em jê re şifayek bilez dixwazin."

Li gorî zanyariyan, Ahmet Turkê 82 salî beriya 3 mehan bi nexweşiya penceşêra pişikê ketiye û li nexweşxaneyeke taybet a Enqereyê tê tedawîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst