Enqere (Rûdaw) - Tê pêşbînîkirin ku beriya cejnê li Parlamentoya Tirkiyeyê kar li ser pakêta înfazê bê kirin û bibe yasa.
Eger paket pesend bibe ihtimala serbestberdana 55 heta 60 hezar kesan tê rojevê ku pîraniya wan girtiyên siyasî ne.
Çavê nêzîkî 60 hezar girtî û malbatên wan li pakêta yasayên cezayan e ku tê de berdana kesên beriya 31ê Tîrmeha 2023yan ketine girtîgehan, girtiyên nexweş û girtiyên temen mezin û rêziknameya tawanên dubare jî cih digirin.
Pakêt ji aliyê MHP û AK Partiyê ve hatiye amadekirin. DEM Partî mijarê wekî xaleke sereke ya pêvajoya heyî dibîne û ji bo gavên pratîk li benda desthilatê ye.
"Girtîgeh bûne goristan"
Endamê Meclisa DEM Partiyê Parêzer Cahît Kirkkazak her çi qas pakêtê têr nebîne jî wekî karekî baş bi nav kir û got:
"Em dikarin bêjin ku wekî pêwîstiya pêvajoyê ev pakêt wê têrî neke. Lê dîsa jî wekî destpêk karekî baş e.
Em ne tenê wekî aliyê siyasî lê di aliyê insanî de jî lê dinêrin, em dibînin ku bi taybetî gelek girtîyên siyasî rewşa wan baş nîne.
Rewş gehiştiye astekê ku êdî em dibînin ku girtîgeh bûne goristan. Gelek cezane jê derdikevin loma ji bo destpêkê karekî baş e."
Li gorî agahiyan, hikûmetê karên xwe yên yasaya cezayan lezgîntir kirine û plan tê kirin ku beriya cejnê yasa li parlamentoyê ji bo îmzayan bê vekirin.
Pêşbînî tê kirin ku yasa beşek girtiyên siyasî jî li xwe bigire.
Her wiha Komelê û aliyên peywendîdar jî ji pêngavan bi hêvî ne.
"Pêwîst e dewlet nîşanekê bide Tirk û Kurdan"
Serokê Komeleya Mafên Mirovan Huseyîn Kuçukbalaban
"Em hêvîdar in ku di serî de girtiyên siyasî derkevin û ew bigihîjin azadiya xwe.
Ji ber ku niha ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan ji 1ê Çiriya Pêşîn ve pêvajoyeke girîng dest pê kiriye û berdewam e.
Wekî niyetbaşiyê dewlet pêwîst e nîşanekê bide gelê Tirk û gelê Kurd."
Li Tirkiyeyê bi giştî li 403 girtîgehan derdora 400 hezar girtî hene.
Di nav wan de jî rewşa 335 ji wan giran derdora 1400 girtiyên nexweş hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse