Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê, mînîbuseke ku karkerên çandiniyê vediguhastin ji paş ve li TIRekê da û di encamê de 3 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Mînîbusa bi plakaya 07 BCY 359 a ku M.G. diajot, li ser Rêya Enqere-Tarsûsê li devera Damlamayê ji paş ve li romorka TIRa bi plakaya 42 ASD 781 xist ku B.A. diajot.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê cendirme û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên tenduristiyê diyar kir ku 3 kesên di mînîbusê de li cihê bûyerê mirine û 16 kesên birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê.
#WÊNE - Li Mêrsînê qezayeke xedar, 3 kes mirin û 16 kes birîndar bûn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 28, 2025
🛑 Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê mînîbuseke ku karkerên çandiniyê vediguhastin ji paş ve li TIRekê da
🛑Di vê qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn
📸AA pic.twitter.com/JfgBhfq32z
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse