Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Berdevekê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ji ber belavkirina karîkatorê Erdogan li kovara Charlie Hebdo bi tundî nerazîbûna xwe nîşan dan.
Ji ber ku kovara Charlie Hebdo ya Fransî di berga xwe de karîkatorê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xêz kir hejmareke berpisên Tirkiyê li ser derbarê vê mijarê de daxuyaniyên nerazîbûnê dan.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk dibêje “Charlîe Hebdo bûye navenda cihê ku nefret jê belav dibe.”
Omer Çelîk di hesabê xwe yê twitterê de li hmeberî xezkirina karîkatorê rdongan daxuyaniyeke nerazîbûnê belav kir û têde dibêje: “Hişmendiya kovara Fransî Charlîe Hebdoyê ne azadiya fikr û ramanê ye, dijminatiya baweriyê ye. Ev hişmendî gihîştiye asteke nefretê."
Çelîk îdia dike ku ew kovar nefretê belav dike û wiha got: “Em weşanên bêexlaq ên der barê serokomarê me de bi tundî şermezar dikin. Ev ne azadiya fikr û ramanê ye, dijminatiya baweriyê ye. Ev hişmendî gihîştiye asteke nefretê. Azadiya derbirînê bi dijminatiya baweriyê ve binpêkirin hovîtî ye. Em dibînin ku eniya hovîtiyê berfireh dibe. Em bibiryar in ku li hemberî hemû eniyên dijminatiyê re têkoşînê bidin. Em dizanin ew çima êrîşî baweriya me û serokomarê me dikin, siyaseteke nefretê dikin. Ew dijminê nirxên me yên ku em ji bo wan têkoşînê didin in. Em jî bi biryar in ku li hemberî vê hişmendiyê têkoşînê bidin.”
Berdevkê AK Partiyê herwiha herwiha got ku “kesên rêza wan ji baweriyê re heye divê vê weşana nefretê ya li hemberî Serokomarê me hatiye kirin şermezar bikin.”
Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay li ser hesabê xwe yê twitterê got: “Ez weşana qerpala fransî ya derbarê Serokomarê me de şermezar dikim.Ew îflah nabin. Hûn nikarin ti kesî bi navê azadiya derbirînê bixapînin.”
Fuat Oktay daxwaz dike civaka navdewletî li hemberî koavara Charlie Hebdo helwesta xwe nîşan bide.
Li ser heman mijarê Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun jî dibêje: “Baskê faşîst ê rojava û nûnerên wan ên di nav me de bi awayek bêexlaqî êrişê Serokomarê me dikin. Ew wisa bawer dikin ku dê bikarin Serokomarê me ji rêya xwe vegerînin. Serokomarê me dê her tim dengê wijdana herkesî be. Tirkiye dê bihêz bibe û faşîzm û kesên faşîst jî dê wenda bikin.”
Berdevekê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê mijarê de nerazîbûn nîşan da û got mebesta kovara fransî belavkirina nefretê ye.
Îbrahîm Kalin dibêje: “Ez weşana kovara Fransî ya derbarê Serokomarê me de bi tundî şermezar dikim ku rêza wê bi ti bawerî û nirxên pîroz nîne. Ew ne hejabûna xwe û bêexleqbûna xwe nîşan didin. Mebesta wan bi weşanên wiha belavkirina neyarî û nefretê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse