Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2024an derbarê zêdeyî 137 hezar kesan ji ber çekên bêruxset doz hatine vekirin.
Li gorî amarên serdozgeriyên komarê bûyerên bikaranîna çekên bêruxset di nav 4 salan de nêzîkî ji sedî 300 zêde bûne.
Ji ber bi asanî bidestxistina çekên bêruxset bûyerên kuştin û birîndarkirinê jî zêde dibin.
Sala 2020an ji ber çekên bêruxset 54 hezar doz hatibûn vekirin û sala 2024an ev hejmar gihiştiye 137 hezar dosyeyan.
Li gor amarên serdozgeriyên komarê 5 salên dawî hejmara dosyeyên ku ji ber çekên bêruxset hatine vekirin wiha ne:
2020: 54 hezar 198
2021: 84 hezar 519
2022: 122 hezar 807
2023: 124 hezar 500
2024: 137 hezar 617
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse