Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bersiv da Bahçelî da û got, "Ev konferans bi ti awayî vê pêvajoyê sabote nake."
Hatîmogullariyê her wiha ji bo biserketina pêvajoya aştiyê jî ji desthilatê xwest ku lezê bide destpêşxerî û pêngavên xwe.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê piştî civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê bersiv da pirsên rojnamegeran ên derbarê pêavajoya aştiyê.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî herî dawî di daxuyaniyeke xwe de bertek dabû Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê.
Bahçelî gotibû ku di konferansê de “biryarên li dijî yekîtiya siyasî û axa Sûriyeyê hatine wergirtin.”
Her wiha Bahçelî ji DEM Partiyê daxwaz kir ku li hemberî konferansê derkeve û bertekan nîşan bide.
"Ev konferans piştgiriya ji bo banga Ocalan e"
Hatîmogullariyê di bersiva pirseke derbarê gotinên Devlet Bahçelî got:
"Me ev konferans wekî piştgiriya ji bo banga Birêz Abdullah Ocalan nirxand.
Konferans ne li cihekî ye ku pêvajoyê sabote bike. Ji bo pêvajo bi ser bikeve tişta ji destê me tê em dê bikin.”
Gelo Ocalan û Demîrtaş ji hev re nameyan dişînin?
Tulay Hatîmogûllariyê derbarê îdiayên ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji hev re nameyan dişînin jî got:
"Derbarê vê mijarê agahiyeke şênber li ber destê me nîne lê em dizanin ku birêz Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû hevalên me yên li girtîgehê dixwazin sûdê bigihînin pêvajoyê."
Kongreya PKKyê
Hevseroka DEM Partiyê li ser axaftinên Bahçelî yên ji bo civandina kongreya PKKyê jî wiha got:
"Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, divê bi lez gav bên avêtin. Ji bo pêvajoya bêçekkirinê bi ser bikeve, girîng e ku şert û merc bên avakirin.
Em jî naxwazin pêvajo dirêj bike. Ji bo avabûna zemînekê, pir girîng e ku gav bên avêtin.”
"Ji bo kongreyê divê atmosfereke ewle bê dabînkirin"
Tulay Hatîmoglullariyê got, "Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de got ku ji bo ku ev pêvajo bi lez bimeşe, tevî şertên zehmet ên Îmraliyê jî pêvajoyê didomîne.
Di daxuyaniya ku wî ji rêxistina xwe û raya giştî re kiriye, diyar dibe ku ji bo ku şert û mercên kongreyê yên rêxistinê di awayekî herî bilez de çêbibin divê gav bên avêtin.
Bi vê wateyê ya ku ew behs dikin ew e ku divê keşûhewayeke ewle bê dabînkirin.
Şandeya me dema ku çû serdana Wezîrê Dadê girîngiya avakirina kanalên pêwendiyê di navbera Birêz Ocalan û rêxistina wî de jê re ragihandin.
Em jî ji vê derê bi rêya we careke din vê yekê ragihînin.
Ji bo ku ev pêvajo tûşî enfeksiyonê nebe û di demeke kurt de bi serkeftî bi encam bibe, divê gavên pir lezgîn bên avêtin û divê ev destpêşxerî bileztir bibin."
Hatîmogullariyê ragihand eger pêwîst kir ew dê careke din ji bo pêvajoyê partiyên siyasî ziyaret bikin û got:
"Jixwe hevdîtinên me ji 1ê Çiriya Pêşîn ve li gel partiyên siyasî berdewam dikin û navber neketiyê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse