Kurtulmuş dê DEM Partiyê ziyaret bike: 10emîn Paketa Dadê li parlamentoyê ye

29-05-2025
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Tuncer Bakirhan Tulay Hatîmogullarî Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dê serdana Hevserokên DEM Partiyê bike.

Hat zanîn ku Numan Kurtulmuş dê 2yê Hezîranê saet 10:30yan de Koma DEM Partiyê ya li parlamentoyê ziyaret bike.

Serokê Parlamentoyê dê ji aliyê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û her wiha Serokwekîlên DEM Partiyê yên Parlamentoyê Gulîstan Kiliç Koçyigit û Sezaî Temellî ve bê pêşwazîkirin.

Tê payîn ku di hevdîtinê de rol û mîsyona parlamentoyê li ser pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan bê gotûbêjkirin.

Li aliyê din, 10emîn  Paketê Dadê ji bo parlamentoyê hat pêşkêşkirin.

AK Partiyê "Pêşniyar Yasaya Guherandina Yasaya Li Ser Cezayan û Tedbîrên Ewlehiyê û Hinek Yasayên Din" pêşkêşî parlamentoyê kir.

Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler li Parlamentoyê di konferanseke çapemeniyê de li ser pakêtê axivî.

"Ev destpêk e em dê bidomînin"

Guler diyar kir ku wan paket radestî Serokatiya Parlamentoyê kiriye û dê di rojên pêş de bê pêşniyar yasa bê Komîsyona Dadê.

Abdullah Guler got, "Em dê paketên cuda bînin rojevê. Ev pêşniyara yasayê destpêkek e, em dê bidomînin."

Li gorî zanyariyan 10emîn Paketa Dadê ku ji aliyê AK Partiyê ve hatiye pêşkêşkirin dê 31ê Gulanê li Komîsyona Dadê bê nîqaşkirin.

Paket dê 31ê Gulanê saet 16:00an de li Komîsyona Dadê bê nîqaşkirin her wiha piştî ku paket ji komîsyonê derbas bibe dê biçe civîna giştî ya parlamentoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst