Ji bo Semra Guzel 15 sal cezaya girtîgehê hat xwestin

29-09-2022
RÛDAW
Nîşan Semra Guzel HDP Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel ji 7  heta 15 sal cezaya girtîgehê tê xwestin.

Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel piştî ku parêzbendiya wê hatibû rakirin, di 3ê Îlona 2022ê de hatibû destserkirin. Doznemaya ku  Serdozgeeriya Komarî ya Enqerê bi hinceta “endamtî û propagandeya rêxistinê” derbarê Semra Guzel de amadekiribû îro 29ê Îlona 2022ê temam bû.

Di doznameyê de dozger bo Parlamentera HDPê bi hinceta “endamtiya rêxistina çekdarî ya terorê” ji 7 sal û 6 meh heta 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Semra Guzel piştî destserkirinê  têkildarî rakirina parêzbendiya xwe û desteserkirina xwe  bi rêya parêzeran  peyamek şandibû û gotibû, “Biryara girtina min bi temamî siyasî ye. Proseya derbarê min de hatiye meşandin jî ne hiquqî bû.”

Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin. Semra Guzel ji ber dîtina çend wêneyên wê  di telefona yek ji endamên PKKê Volkan Bora  de ku di êrîşeke artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest dabû,  parêzbendiya wê hatibû rakirin, lê Guzel derbarê wan wêneyan de gotibû, “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînin Volkan Bora.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst