Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunc derbarê gotinên berpirsên DEM Partiyê de got, "Me bi DEM Partiyê re bazar nekiriye."
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê 29ê Nîsanê derbarê pêvajoya çareseriyê de gotibû: “Di serî de pêwendî û azadiya xebatê ya Ocalan ji bo avêtina gavan top li qada desthilatê ye.”
Yilmaz Tunç berî civîna Koma Ak Partiyê ya Parlamentoyê ji medyayê re axivî û bertek nîşanî gotinên DEM Partiyê da.
"Em li vê derê top nalîzîn"
Tunç li pirsa rojnamegeran a derbarê gotinên DEM Partiyê got, “Top li qada desthilatê ye çi gotin e?
Em li vê derê bi topê nalîzin. Li vê derê mijareke cidî ya nehiştina terorê heye.
Divê mirov piştgiriya van hewlan bike û ji gotinên ku zerarê bidin van hewlan dûr bisekine.”
Wezîrê Dadê Tunç her wiha got, "Me bi DEM Partiyê re bazar nekiriye. Ji bo girtiyan daxwazên wan hebûn. Pêvajoyeke danûstandinê nîne.”
Tunç di beşeke din a axaftina xwe de wiha anî zimên, “Li pêşiya vî welatî astengiya herî mezin belaya terorê bû.
Em ji bo rizgarbûna ji belaya terorê dixebitin. Me di vî warî de qonaxeke girîng derbas kir.
Em dixwazin ji belaya terorê ya ku aramiya welat û miletê me xirab dike xilas bibin.
Piştî axaftina birêz Bahçeli ya di meha Çiriya Pêşîn de û piştî îradeya birêz Serokomarê me jî rewşek bi pêş ket. Banga Îmraliyê çêbû. Ev bang ji bo rêxistina terorê bû.”
Sûriye û Rojavayê Kurdistanê
Tunç derbarê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de jî got: “Tekoşîna me ya li dijî gefa terorê ya ji derveyî welat dê bidome.
Siyaseta me ya di warê parastina yekîtiya axa Sûriyê de berdewam e. Ev mijar ji bo Tirkiyeyê pir girîng e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse