Rojeva Lijneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê 'Sûriye, Îraq û PKK' bûn

30-09-2025
RÛDAW
Nîşan Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê PKK Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê civiya.

Civînê îro saet 17:00an li Koşka Serokkomariya Tirkiyeyê dest pê kir û nêzîkî 3 saetan ajot.

Piştî civînê daxuyaniyeke ku ji 8 xalan pêk tê hat belavkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ve hat dayîn de, ev xalên sereke cih girtin:

Pêvajo

Hat diyarkirin ku derbarê operasyonên ku li navxwe û derveyî welat li dijî PKK/KCK-PYD/YPG, Cemaeta Gulen û DAIŞê tên meşandin de, agahî ji lijneyê re hatiye pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya Tirkiyeya Bêteror de, qonaxa ku bi keda çalakiyên di bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê de hatiye bidestxistin, hat nirxandin."

Her wiha hat tekezkirin ku ji bo "herêmeke bê teror dê li cografyaya cîran rê li ber ti diyardeyên terorê neyê dayîn û bi ti awayî dê rê li ber berfirehbûna li ser bingeha terorê neyê dayîn."

Rewşa Sûriye û Îraqê

Di civînê de, aktor û mijarên ku gefê li yekparçeyiya ax, yekîtî û serweriya Sûriyeyê û her wiha li ewlehî, aramiya Îraqê dixwin hatin nirxandin û hat gotin:

"Piştgiriya me ya ji bo têkoşîna li dijî hewldanên kişandina cîranên me nav pevçûnên herêmî dê bi awayekî zêdekirî bidome."

Banga ji bo Xezeyê

MGKyê bal kişand ser polîtîkayên Îsraîlê yên ku li Xezeyê bûne sedema karesateke mirovî û mirina ji birçîbûnê û bangî civaka navneteweyî kir ku "demildest bikeve tevgerê" da ku "komkujî" bê rawestandin û berpirs bihesibin.

Mijarên din

Di daxuyaniyê de her wiha li ser van mijaran jî hat sekinandin:

Qibris: Piştgiriya ji bo çareseriya du-dewletî ya li ser bingeha wekheviya serwerî û statuya wekhev a navneteweyî ya Tirkên Qibrisê hat ducarekirin.

Şerê Rûsya-Ukraynayê: Nîgeraniya li ser bûyerên ku metirsiya belavbûna şer zêde dikin hat anîn ziman û hat gotin ku Tirkiye amade ye ji bo aştiyê bêtir berpirsyariyê bigire ser xwe.

Ermenistan: Pêvajoya normalbûnê hat gotûbêjkirin û bal hat kişandin ser girîngiya xeta veguhastinê ya di navbera Azerbaycan û Nexçivanê de.

Bosna-Hersek: Piştgiriya ji bo serwerî, yekparçeyiya axê û nîzama destûrî ya welat hat tekezkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst