Karayilan: Li ser cenazeyê Rojavayê Kurdistanê aştî nabe

1 demjimêr berê
Nîşan Pêvajo Rojava PKK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Murat Karayilan ragihand, "Divê Erdogan û Devlet Bahçelî zanibin ku li ser cenazeyê Rojavayê Kurdistanê aştî bi Kurdan re çênabe."

Karayilan her wiha diyar kir ku PKK ketiye nav serdemeke nû û got, "PKKyê xwe fesix kiriye û di qonaxa veguherînê de ye."

Endamê Komîteya Birêvebir a PKKyê Murat Karayilan ji Stêrk TVyê re axivî û geşedanên dawî yên li herêmê, êrişên li ser Helebê û pêvajoya siyasî nirxandin.

Karayilan diyar kir ku êrişên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê "ne ji rêzê" ne û got:

"Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, xwestin li ser bingeha Peymana Sykes-Picotê herêmê dîzayn bikin.

Wê demê ev dîzaynê ji Sûriyeyê dest pê kir. Di vî warî de giringiya Sûriyeyê li herêmê heye. Niha jî ji bo jinûvedîzaynkirina herêmê dîsa ji Sûriyeyê dest pê kirin."

"Hevdîtina HSD û Şamê hat sabotekirin"

Karayilan diyar kir ku hevdîtinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de hatine astengkirin û wiha axivî:

"Hevdîtina di navbera HSD û hikûmeta Şamê ya 4ê Kanûna Paşîn, li gorî agahiyên di çapemeniyê de, bi midaxeleyekê tê sabotekirin.

Rojekê bi şûn de (5ê Kanûna Paşîn) li Parîsê, bi pêşengiya Amerîkayê di navbera Sûriye û Îsraîlê de civînek çêbû lê Tirkiye jî bi awayekî nerasterast bi rêya Sûriyeyê tevlî civînê bû.

Piştî vê civînê, ango 6ê Kanûna Paşîn êrişên li ser Helebê dest pê kir.

Pişt re tevî ku gelek caran ji bo rawestandina şer midaxele hatin kirin û agirbest hatin îlankirin jî li tiştekî guhdarî nekirin û berdewam kirin."

Murat Karayilan da zanîn ku di çarçoveya plana ku Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeter hevpar in û dewletên wekî Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransayê jî pesend kirine de "Naxwazin di dîzayna nû de cih bidin Kurdan."

"Li ser cenazeyê Rojavayê Kurdistanê aştî çênabe"

Karayilan bal kişand ser banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an û diyar kir ku bingeha wê bangê "aştî û biratiya gelan" e û got:

"Dibe ku niha mijara me ne ev be lê ez dikarim vê bibêjim: Divê rayedarên dewleta Tirk, Serokkomar Erdogan û her wiha Devlet Bahçelî zanibin ku li ser cenazeyê Rojavayê Kurdistanê aştî bi Kurdan re çênabe.

Hûn dê li Rojavayê Kurdistanê komkujiyê bimeşînin, tunekirinê bikin esas lê li Bakur an jî bi giştî Kurd dê bi dewleta Tirk re aştiyê bikin û biratiyê pêş bixin. Ev ne mumkin e.

Eger bi rastî biratî û aştî tê xwestin divê ev siyaset were terikandin û guherîneke bingehîn were kirin."

Karayilan rexneyên li ser projeya HSDyê red kirin û got:

"Xeta biratiya gelan û neteweya demokratîk ne şaş e. Yên ku pişta xwe dan HSDyê, şêx û serokeşîrên ji tebeqeya serdest bûn, em nikarin bibêjin ku ew hemû gelê Ereb in."

"SDF nehat kirîn ku were firotin"

Li ser pirsa "Gelo Amerîkayê HSD firot?" Karayilan wiha bersiv da:

"Eger HSD kirîbûna, mirov dikaribû behsa firotina wan bikira. Diyar e ji ber ku HSD nekarîn bikirin, firotin jî ne di mijarê de ye.

Şiroveyên di vê çarçoveyê de ne rast in. Li wir ne kirîn heye ne firotin. Şerek li dijî DAIŞê hebû û li ser vî esasî beşek ji Ereb û Asûrî-Suryaniyan jî tev li HSDyê bûn.

Koalîsyonê jî bi wan re tifaqeke taktîkî ava kir. Ji xwe rayedarên Amerîkî bi dehan caran gotin ku ev pêwendî pêwendiyeke taktîkî ye. Taktîkî tê çi wateyê? Yanî dema roj hat ji hev qutbûn e."

Karayilan li ser vekişîna HSDyê ya ji Tebqa, Reqa û Dêrezorê jî got:

"HSDyê li van bajaran biryara şer nedabû. Niha HSD vekişiyaye sînorên Kurdistanê û li wir bi cih bûye.

 Li wir berxwedanek heye. Hîn têkçûn an qezenckirin tune."

"PKK ketiye serdemeke nû"

Murat Karayilan daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Sûriyeyê rexne kirin û got:

"Şam di daxuyaniyên xwe de zimanê ku dewleta Tirk bi kar tîne, bi kar tîne.

Ez bi eşkereyî radigihînim: Têkiliya PKKyê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re nîne. Dibêjin ji Qendîlê hinek çûne wir ji bo midaxeleyê û nizanim çi, ev hemû derew in.

PKK ketiye nav serdemeke nû, xwe fesix kiriye, di qonaxa veguhherînê de ye.

Ev hîn behsa PKKyê dikin. Ev zimanê dewleta Tirk e; em dizanin. Ji bo wan eyb e. Divê mirov hinekî bi pîvan tevbigere."

"Bila zêde baweriya xwe bi agirbestê neyînin"

Karayilan hikûmeta Sûriyeyê bi wê yekê tohmetbar kir ku pêbendî agirbestê nebûye û got:

"Heta niha pêbendî ti agirbestan nebûne. Bila gelê me û raya giştî zêde baweriya xwe bi agirbesta ku 15 rojan hatiye dirêjkirin neyînin.

Eger bibe helbet baş e. Em piştgiriyê didinê, em dixwazin aştî çêbibe. Heta niha wekî şerekî derûnî, bi awayekî berdewam îlanên agirbestê bi kar anîn.

Ji ber vê yekê divê gelê me û bi taybetî hêzên parastinê yên li wir pişta xwe nedin vê yekê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst