Enqere (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) li Enqereyê 39emîn kongreya xwe li dar xist û Ozgur Ozel bi hezar û 333 dengan careke din wekî Serokê Giştî yê CHPyê hat hilbijartin.
Kongre di bin siya nîqaşên "neçûna şandeya CHPyê ya Îmraliyê" de derbas bû.
Karvedanên neçûna endamên CHPyê ya Îmraliyê berdewam dikn.
Piraniya parlamenter û berpirsên CHPyê di wê baweriyê de ne ku çareseriya Pirsgirêka Kurdan tenê bi çûna Îmraliyê ve ne girêdayiye û rêbazên hikûmetê şaş in.
CHPyî dibêjin, "Tevî ku em neçûne Îmraliyê jî partiya me di çareseriya Pirsgirêka Kurdan de aliyekî sereke ye çareseriyê ye."
"Ev mesele ne hêsan e"
Parlamenterê berê yê CHPyê Îlhan Cîhaner bal kişand ser rexneyên li dijî partiya xwe û wiha got:
"Hinek aliyên ku Pirsgirêka Kurdan kirine birîneke mezin û heta di dema xwe de gotine 'Pirsgirêka Kurdan tune' û helwestên nijadperest nîşan dane îro me rexne dikin.
Me her demê berpirsyariya xwe bi cih aniye. Ev pirsgirêk ne pirsgirêkeke hêsan e. Her kes behsa 40 salên borî dike lê dîroka mijarê heta damezirandina komarê diçe."
Pirsgirêka Kurdan di çarçoveya demokrasiyê deye
CHPyê di encama kongreyê de di bernameya xwe de gelek guhertin kirin lê amajeyeke taybet bi Pirsgirêka Kurdan û perwerdeya bi Kurdî nehat kirin.
CHPyê Pirsgirêka Kurdan di çarçoveya mafên mirovan û demokrasiyê de pênase kir.
Alîkara Serokê Giştî ya CHPyê Zelîha Aksaz Şahbazê jî got:
"Em wekî Partiya Gel a Komarî her dem li kêleka demokrasî, biratî û wekheviyê bûne.
Me her dem gotiye bila Pirsgirêka Kurdan an jî pirsgirêka herêmê li parlamentoyê bê çareserkirin.
Pêwîst e parlamenterên ku hatine hilbijartin vê meseleyê çareser bikin."
Siyasetmedarên Kurd di birêvebiriya CHPyê de ne
Di roja dawî ya kongreyê de endamên desteyên birêvebir ên CHPyê jî hatin destnîşankirin.
Lîsteya dawî dê ji aliyê Serokê CHPyê Ozgur Ozel ve bê ragihandin lê tê pêşbînîkirin ku siyasetmedarên Kurd ên wekî Sezgîn Tanrikulu, Burhanettîn Bulut û Mahmut Tanal di lîsteyê de cih bigirin.
Serokê Şaxa Ciwanan a Amedê ya CHPyê Hebûn Yagmur daxwaza zêdetir nûneran kir û got, "Em dixwazin li herêmê û li Bakurê Kurdistanê hejmara me zêdetir bibe û hilbijartin jî wisa bigihêjin encamê."
CHPyê di encama kongreyê de biryar da ku hejmara endamên Meclisa Partiyê ji 52 kesan derxîne 70 kesan.
Bi vê yekê re tevî 10 kesên kotaya heyeta zanistê, hejmara endamên Meclisa CHPyê bi giştî dibe 80 kes.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse