Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin ku li wî wekatê li hemberî erdhejê amade bin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê, ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê dijîn an jî wekî geştyar li wî welatî ne daxuyaniyeke ewlehiyê belav kir.
Balyozxaneyê Amerîkayê hişyariya erdhejên gengaz da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê yan jî wan welatiyên xwe yên ku wekî geştiyar serdana wî welatî dikin.
Balyozxaneyê bal kişand ser tedbîrên xweparastinê yên dema erdhejê û pêngavên ku piştî wê bên avêtin.
"Ji asansoran dûr bikevin"
Di daxuyaniya balyozxaneyê de hat destnîşankirin ku eger di dema erdhejê de welatî di hundirê avahiyan de bin, heta ku piştrast nebin derve bi ewle ye divê li hundir bimînin û ji asansoran dûr bikevin.
Di vê çarçoveyê de balyozxaneyê şîret li welatiyên xwe kir ku rêbaza navdewletî ya parastinê bi kar bînin.
Ev rêbaz jî wekî "rûniştina ser çokan, parastina serî û stûyê xwe bi bi destan û girtina maseyekî saxlem" hat ravekirin.
Her wiha hat xwestin ku welatî di dema erdhejê de tevgereke zêde nekin û eger bêhna gazê hîs bikin, demildest ji wî cihê ku lê ne biçin da ku ji metirsiya teqînan dûr bin.
Hişyarî ji bo şofêr û kesên li derve
Balyozxaneyê di hişyariya xwe de welatiyên li derve û şofêr jî ji bîr nekirin.
Hat diyar kirin ku divê kesên di dema erdhejê de li derve bin yekser berê xwe bidin qadên vekirî û xwe ji avahî, dar, stûnên ronahiyê û xetên elektrîkê dûr bigirin.
Ji bo kesên ku di nav wesayîtan de ne jî hat gotin ku divê wesayîtên xwe bibin cihekî bi ewle û ji piran dûr bikevin.
"Divê hûn ji bo çend rojan amade bin"
Hat ragihandin ku piştî erdhejê jî dibe ku rê bên girtin û çûyîna balafirgehan zehmet bibe.
Balyozxaneyê destnîşan kir ku divê welatî ji bo çend rojan di stargehekê de amade bin û ji bo mesrefên çaverênekirî sigortaya xwe ya geştê çêbikin.
Divê were gotin ku di van demên dawî de pisporên erdhejê li Tirkiyeyê hişyariya erdhejên mezin didin.
Daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê, di medyaya civakî de rastî eleqeyeke mezin hat û wekî nîşaneya amadekariya li hemberî erdhejên muhtemel hat nirxandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse