Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin 22 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Amerîkayê piştî ku êrişî tesîsên nukleerî yên Îranê kir, ji bo 22 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya geştê da.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji ber bûyerên herêmî hişyarî da karmendên xwe yên yên li Tirkiye û welatiyên xwe ku zêde negerin.
Wezaretê her wiha ji wan xwest ku neçin 22 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de navê wan 22 bajaran nehatine nivîsandin, lê wekî bajarên “başûrrojhilatê Tirkiyeyê” hatine binavkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, dibe ku hestên neyînî yên li dijî polîtîkaya derve ya Amerîkayê bibe sedema çalakiyên li dijî berjewendiyên Amerîka û welatên rojavayî yên li Tirkiyeyê.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her wiha ji welatiyan Amerîkayê xwest ku nêzîkî cihên xwenîşandan û kombûnan nebin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse