Stenbol (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna sersalê re, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê firotina bilêtên piyangoyê zêde bûye.
Îsal Piyangoya Neteweyî ya Tirkiyeyê dê zêdetirî 4 trîlyon lîreyan xelat belav bike.
Bi milyonan kesî xewnên xwe bi bilêtên piyangoyê ve girê dane.
Li ber firoşgehên navdar ên ku berê xelatên mezin lê derketine dorên dirêj çêdibin.
Welatiyên ku bilêtan dikirin behsa xeyalên xwe dikin.
"Ez dê li Semsûrê bibim ajeldar"
Yilmaz Olaganê ku ji bajarê Semsûrê re ye got:
"Min du bilêt kirîn. Eger derkeve ez dê li Semsûrê ji xwe re karekî ava bikim.
Xeyala min ew e ku ez çewlikekê ava bikim û ajeldariyê bikim."
Mistefa Ercan jî diyar kir ku ew li Stenbolê dijî lê xelkê Kastamonuyê ye û anî ziman:
"Min du bilêt kirîn. Zarok hene, eger derkeve ez dê ji wan re xaniyekî bikirim."
"Ez dê bajar bi bajar bigerim"
Ahmet Bozkurtê ku ji Safranboluyê ye da zanîn:
"Meraqa min heye, ez her sal dikirim.
Îsal hejmara min a dibistanê derket ku dawiya wê 41 e.
Eger derkeve ez dê bajar bi bajar li welêt bigerim û herim derveyî welêt.
Em dê li welatê xwe bigerin û bixwin, ma em dê piştî vî temenî çi bikin?"
"Min 500 bilêt ji xwe re veqetandine"
Firoşkarê bilêtan Selamî Denge jî behsa karê xwe û xeyalên xwe kir:
"Xelk naçe cem ên din, tên cem me. Ji her bilêtekê 9 lîre ji min re dimînin.
Min 500 bilêt ji xwe re veqetandine. Eger derkeve ez dê bi hemû pereyan zeviyan bikirim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse