Sembola Mizgefta Mezin a Amedê 'Fîlozof Remezan' hat kuştin

31-01-2024
RÛDAW
Nîşan Ramazan Pîşkîn Fîlozof Remezan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sembola Mizgefta Mezin a Amedê Ramazan Pîşkînê ku di nav gel de wekî 'Fîlozof Remezan' jî dihat naskirin li navçeya Fatîhê ya Stenbolê hate kuştin.

Hat ragihandin ku Ramazan Pîşkînê ev 8 meh in çûye Stenbolê, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve dema nimêj dikir rastî êrişa bi kêrê hatiye.

Li gorî zanyariyan Ramazan Pîşkîn di êrişê de canê xwe ji dest daye.

Herwiha hate zanîn ku dê cenazeyê Ramazan Pîşkîn li Amedê bê veşartin.

Ji bo girtina êrişkaran polîsan lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin.

Ramazan Pîşkîn ango 'Fîlozof Remezan' li Amedê di gel de gelek dihate hezkirin.

Pîşkîn bi hinceta ku derûniya wî ne baş e li Nexweşxaneya Fethî Sekîn Xarpêta Bakurê Kurdistanê demekê hatibû tedawîkirin.

Piştî ku Ramazan Pîşkînê 47 salî biribûn nexweşxaneyê li ser medyaya civakî nerazîbûn hatibûn nîşandan û bûbû rojev.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst