Kujerê Ramazan Pîşkîn hat desteserkirin

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Ramazan Pîşkîn Fîlozof Remezan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Naxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku kujerê Ramazan Pîşkîn hat desteserkirin.

Wezîrê Karên Naxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi bîr xist ku Ramazan Pîşkînê wekî "Ramazan Xoceyê Diyarbekirî" dihat naskirin, duh li navçeya Fatîhê ya Stenbolê hat kêrkirin û canê xwe ji dest da.

Alî Yerlîkaya destnîşan kir, di encama xebatên Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê de E.B.yê kujerê Ramazan Pîşkîn hat desteserkirin.

Alî Yerlîkaya herwiha got, “Xwedê rehma xwe li Ramazan Xoce bike, serê xizmên wî sax be û cihê wî bihuşt be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst