Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Bogazîçiyê kesekî pêşî zarokeke 15 salî kuşt û paşê xwe jî kuşt.
Li ser agahdarkirinê ku li kafeyeke li kampusa zanîngehê ya li Sariyerê 2 kes bi çekê birîndar bûne, polîs û tîmên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.
Tîmên tenduristiyê midaxeleyî A.K.yê 20 salî û H.O.ya 15 salî yên ku li kafeyê li erdê razayî bûn kir lê her du jî mirin.
Polîsan diyar kir ku di navbera H.O. û A.K. de pêwendiyeke hezkirinê hebûye, di saetên serê sibehê de di navbera ciwanan de nîqaş derketiye.
H.O. xwestiye dawî li pêwendiyê bîne û A.K. ji ber vê sedemê hatiye cihê bûyerê û ev bûyer qewimiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse