Tekîrdag - Li malekê 3 kesên kuştî hatin dîtin

07-05-2024
Nîşan Tekîrdag Kuştin Xwekuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyeyê li malekê 3 kesên ku bi çekê hatine kuştin hatin dîtin.

Piştî ku xizmên malbatekê xeber ji wan wernegirt agahî da polîsan.

Dema polîs ketin malê wan dit ku sê kes li erdê be tevger in.

Tîmên tenduristiyê jî tesbît kir ku Alî Emre Şîrîn (5), Duygu Şîrîn (35) û Şenol Şîrîn (41) bi çekê hatine kuştin.

Term ji bo lêkolînên pêwîst birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê.

Hat zanîn Şenol Şîrînê ku li Rêveberiya Ewlehiyê ya Tekîrdagê teknîsyen bûye hevjîna xwe û keça xwe kuştine û paşê jî xwe kuştiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst