Madeyên hişbir bûne belaya serdemê, şerekî bêdeng li dijî paşeroja me dane destpêkirin. Eger em amûrên rûbirûbûnê çalak nekin, em hemû nebin şerkerên fidakar li hemberî wan, aliyên pêwendîdar bi hişyarî tevnegerin û em hemû rola xwe nelîzin û beşdarî vî şerî nebin, ne dûr e di paşerojeke nêz de li deriyê me hemûyan bixin.
Madeyên hişbir tên ku qeyraneke cîhanî ya mezin biafirînin, belavbûna wan a zêdetir dê bibe wekî girêka penceşêrê û jinavbirina wê dê gelek dijwar bibe. Her çend niha jî gihîştiye astekê ku kontrolkirina wê zehmet bûye, lê bi çekên hişyarî, perwerde û yasayê, em dikarin li dijî wê şer bikin. Heke di demeke kurt de nebe jî, em dikarin paşerojeke ewle û bê madeyên hişbir ava bikin.
Ji aliyekî ve nearamiya siyasî ya navçeyê û hebûna sînorekî berfireh û dijwar ji bo kontrolkirinê, Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye korîdoreke zêrîn ji bo derbaskirina van madeyan.
Ji aliyê din ve, bêkarî, bêmûçeyî, rewşa xirab a aborî û bêhêvîbûna ciwanan hiştiye ku bazirgan çavbirçîtiya xwe geş bikin û vê yekê wekî derfeteke zêrîn ji bo firotina van madeyên zirardar û wêranker bi kar bînin.
Loma jî Herêma Kurdistanê tê ku tenê ji kordîorekê, veguhere bazareke mezin a bikaranîn û firotinê. Amarên aliyên pêwendîdar, metirsiyên mezin nîşanî me didin, ku eger bi cidî neyên wergirtin, paşerojeke reş li pêşiya me ye.
Kontrolkirina sînor bi amûrên nûjen
Hêj xal û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li hember madeyên hişbir bi temamî nehatine kontrolkirin. Her çend ez hewldanên dezgehên pêwendîdar ku berdewam torên bazirganiya madeyên hişbir digirin, bilind dinirxînim û dizanim ku kontrolkirina wê bazirganiyê zehmet e, lê divê aliyên pêwendîdar li Herêma Kurdistanê dev ji şêwazên klasîk ên çavdêriya xal û deriyên sînor berdin.
Sînorê Herêma Kurdistanê xeta yekemîn û herî girîng a berevaniyê ye di vî şerî de. Divê sînor heta asta herî zêde were asêkirin û tundkirin, divê mekanîzmaya wê jî were guhertin û pêwîst e stratejiyeke nû û tund ji bo kontrolkirina sînoran were danîn ku veberhênana di teknolojiya pêşketî de (wekî dron û skanerên modern), danîna hêzên pispor û perwerdekirî û hevkariya îstixbaratî ya çalak bi welatên cîran û ajansên navneteweyî re li xwe bigire.
Kesên ku ji bo vî karî tên erkdarkirin, divê mehane û piştevaniya darayî ya pêwîst werbigirin, perwerdeyeke pêşketî bibînin da ku ti madeyek bi ser wan de derbas nebe û bikaribin bi hêsanî torên bazirganiya neqanûnî ya madeyên hişbir û qaçaxçiyan bibînin.
Ne tenê xal û deriyên sînorî, divê tevahiya xeta sînorî ya Herêma Kurdistanê bi kamera û dronan di bin kontrolê de be, da ku ti valahiyek ji bo derbasbûna madeyên hişbir nemîne.
Kampanyayeke niştimanî ya dirêjdem
Li ser asta navxweyî jî, eger em bixwazin pêşî li belavbûna madeyên hişbir bigirin û zar û neviyên xwe li hember vê karesatê hişyar bikin, divê kampanyayeke niştimanî ya berfireh û berdewam ji bo hişyarkirinê dest pê bike.
Divê ev kampanya ne tenê dirûşm be, belkî divê bi rêya kurtefîlmên bibandor, hevdîtinên rasterast bi alûdebûyên berê re, bernameyên taybet li dibistan û zanîngehan û xutbe û gotarên înê yên bibandor were cîbicîkirin.
Divê metirsiyên madeyên hişbir wekî ku hene, bê zêdekirin û kêmkirin, ji bo ciwan û malbatan bên zelalkirin da ku bizanibin ceribandina careke tenê dikare bibe sedema dawiya jiyana wan.
Nabe ku kampanya tenê çalakiyeke rûtînî ya salane û panel û semînarek be, belkî girîng e ku metirsiyên van madeyan bibin derseke herdemî li dibistanan, di qonaxên seretayî û navîn de û zanîngeh jî berdewam li ser metirsiyên wan bisekinin.
Navendên çaksaziyê wekî bazarekê ji bo firotina madeyên hişbir
Mîna asêkirin û tundkirina xal û deriyên sînorî, divê çavdêrî û serdanên ji bo navendên çaksaziyê (girtîgehan) pir tund bin. Cihê mixabiniyê ye ku gelek caran girtîgeh û navendên çaksaziyê, li şûna ku bibin cihê perwerdekirina ji nû ve, tên ku bibin zanîngeha tawanê û navendeke nû ji bo belavkirin û bazirganiya madeyên hişbir. Ev yek li dijî armancên wan e.
Li hember vê yekê, divê rêkarên pişkinîn û çavdêriyê li ser serdanker û karmendan gelekî tundtir bibin. Çend salên borî di dema hevpeyvînan de ji bo pirtûka xwe ya li ser tawanên madeyên hişbir, gotina yek ji cezakiriyan di nava yek ji çaksaziyên Herêma Kurdistanê de ez şok kirim gava ji min re got: "Kengî em bixwazin, em dikarin madeyên hişbir di nav çaksaziyan de bi dest bixin û derbas bikin."
Tewra bi hûrnerîna li dosyayên biryarên dadgehê yên têkildarî cezakiriyên madeyên hişbir, ji me re diyar dibe ku yek ji bazarên germ ên madeyên hişbir, hundirê girtîgeh û çaksaziyan bi xwe ye.
Ji ber vê yekê jî di nav çaksaziyên Herêma Kurdistanê de, beşek ji cezakiriyên madeyên hişbir, çend caran li ser heman tawanê hatine cezakirin û ne pêkan bûye ku bi bernameyeke çaksaziyê ya bihêz, ji wê tawanê bên dûrxistin û tedawî ji bo wan nehatiye kirin.
Cudakirina bazirgan û bikarhêneran
Herwiha, divê bazirganên mezin bi temamî ji wan bikarhênerên ku qurbanî ne û pêdiviya wan bi çareseriyê heye, bên cudakirin. Li gel wan jî, divê di hundirê çaksaziyan de, navendên çareseriya alûdebûnê, şêwirmendiya derûnî û fêrkirina pîşeyî hebin da ku dema girtî tê berdan, bibe endamekî mifadar ê civakê, ne bombeyeke eyarkirî.
Divê bernameya perwerdeyê ya nav çaksaziyê ne klasîk be û sûd ji mekanîzma û rêbazên herî nû yên çareserî, tedawîkirin û perwerdeyê were wergirtin. Herwiha, divê çareseriyeke pizîşkî ya wisa ji bokesên alûdebûyî bê kirin ku bi temamî heza bikaranîna ji nû ve û vegera li madeyên hişbir ji holê rake. Ev jî divê bi hevahengî bi welatên pêşketî û navendên pizîşkî yên pispor ên cîhanî re be.
Divê qurbaniyên madeyên hişbir, zêdetir wekî nexweşan bên dîtin, ne wekî tawanbaran. Lewra, divê rêbazên pizîşkî yên herî hûrbîn û pêşketî ji bo çareserkirina van qurbaniyan bên bikaranîn.
Dariştina stratejiyeke hevçerx
Stratejiya rûbirûbûna madeyên hişbir di cîhanê de guhertinên mezin bi ser de hatine. Divê li Kurdistanê jî stratejiyeke hevçerx were danîn û bi sûdwergirtina ji wê stratejiyê, rêbazeke hevçerx ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir were danîn ku rêbazeke berfireh, mirovdostane û li ser bingeha delîlên zanistî be.
Ev rêbaz wê yekê qebûl dike ku alûdebûn nexweşiyeke aloz e û pêwîstiya wê bi çareseriyê heye, ne tenê bi cezayê; û li gel cîbicîkirina yasayê bi awayekî zîrek, giraniyê dide ser rêgirtin û kêmkirina ziyanan.
Di wê rêbaza nû ya rûbirûbûna madeyên hişbir de, ji aliyê tenduristiyê ve hin cure derman û xizmetguzarî tên bikaranîn ku rê li ber çareseriya alûdebûyan û dûrketina ji madeyên hişbir vedikin.
Herwiha, guhertinên yasayî yên girîng li cîhanê hatine pejirandin. Tewra hin welatên wekî Portûgalê û hin wîlayetên Amerîkayê, cezayê bikaranîna şexsî rakirine û wekî binpêkirinekê pê re tevdigerin.
Yasaya hejmar 1 a sala 2020an a Herêma Kurdistanê jî di vî warî de gaveke girîng avêtiye û kesên ku bikarhêner in, eger bi xwe serî li dezgehên pêwendîdar bidin, dikarin li şûna çaksaziyê, li navendên pizîşkî di bin çavdêriyê de bin.
Çavdêrîkirina "Dark Web"ê
Pêngaveke din a girîng ku pêwîst e dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê biavêjin, çavdêrîkirina hûr a torên civakî û "Dark Web" e. Medyaya civakî li Kurdistanê bûye bazareke vekirî ji bo gelek karên neyasayî û firotina gelek cure kelûpel û dermanên bêdestûr.
Bê guman, torên firotina madeyên hişbir jî vê rêyê ji bo firotinê bi kar tînin. Ji ber vê yekê, mîna cîhanê, divê dezgehên me çavdêriyeke hûr a bazarên online bikin ji bo eşkerekirin û têkşikandina toran û jinavbirina wan.
Tundkirina yasaya hejmar 1 a sala 2020an
Di sala 2020an de Parlamentoya Kurdistanê yasayeke têrtije ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir û kartêkerên aqlî û pêşîneyên kîmyewî derxist, lê hêj cîbicîkirina tevahiya made û bendên wê hêdî dimeşe.
Her çend yasa ji hin kêmasiyan ne bêpar e û bi taybetî di cîbicîkirina wê de hin pirsgirêk di dadgehan de hene, lê hêj pêngavên çareseriyê ne wekî pêwîst in. Mînak, hêj navendên ku divê li gorî yasayê ji bo çareserkirin û tedawiya alûdebûyan bên vekirin, wekî pêwîst nehatine vekirin.
Di nav çaksaziyan de çend navend hene, lê ne wekî ku divê navendên serbixwe li navendên bajaran, dûrî çaksaziyan bên vekirin. Girîng e bi şêwirmendiya bi kesên pispor re, projeyeke hemwar ji bo yasayê were amadekirin û bi çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê re yasa were sererastkirin, kêmasî bên rakirin û cezayên girantir bi taybetî ji bo bazirganên madeyên hişbir bên yasayîkirin, bi awayekî ku tirsê ji bo kesên din biafirîne da ku berê xwe nedin vê tawanê. Herwiha, divê pêngavên cîbicîkirina yasayê bên lezkirin, da ku ev jehra kujer, zêdetir nekeve nav xwîna civakê.
Rastiyeke tal heye ku divê em lê mukir werin; yek ji sedemên naskirina ciwanên me bi madeyên hişbir, qehwexane û nêrgilexane ne. Bazirganên madeyên hişbir bi zanebûn qehwexane kirine amûrek ji bo kişandin û girêdana ciwanan. Qonax bi qonax wan dikişînin nav vê davikê, heta ku dawiyê wisa lê tê ku rizgarbûna wan zehmet dibe û dema ku hişyar dibin, xwe di quncikê zindanê de dibînin.
Pêvajoya dayîna destûrê ji bo qehwexaneyan divê pir tund be û komîteyên çavdêriyê û pizîşkî jî, divê tu carî ne bê haydarî bin. Belkî, girîng e li hemû bajaran komîte çavdêriyeke rojane li ser van qehwexaneyan û wan madeyên ku bi şevan di nêrgileyan de bi kar tînin, bikin.
Şerê rûbirûbûna madeyên hişbir, ne tenê şerê hêzên ewlehiyê ye. Ew bi tenê nikarin serkeftinê di vî şerî de ragihînin. Belkî, pêwîstiya vê yekê bi peymaneke niştimanî heye ku em hemû tê de beşdar bin: hikûmet bi planeke stratejîk, parlamento bi yasayên tundtir ji bo bazirganan û mirovîtir ji bo qurbaniyan, medya bi hişyariyê, mamosta û gotarbêj bi perwerdeyê û malbat bi çavdêriyê.
Şerê madeyên hişbir, şerê man û nemana me ye. Eger em hemû wekî şerker bi dilsozî rûbirûyî wê nebin, ne dûr e ku paşeroja me û nifşên me jî bidize.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse