Damezrînerê Gracism Globalê Dr. David Anderson dibêje,”Berê agahiyên min gelekî kêm bûn û ez dilgiran bûm ka gelo wekî tiştê ku ez difikirîm e yan na lê ez pir kêfxweş im bi yekrêzî, ewlehî û aramî û mêvandostiya gelê wê. Ev sê peyv yekser tên hişê min: ewlehî û aramî, mêvandostî û lihevkirina di navbera hemû pêkhateyên cuda de.”
Dr. David Anderson, yek ji pisporên pêşeng ên cîhanê ye di warê avakirina piran di navbera cudahiyên kûr ên çand, dewlemendî, bawerî û nijadan de.
Karê wî yê global hêvî û derman aniye ji bo civak û malbatên Afrîka, Asya, Ewropa, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Bakur.
Akademîsyen Anderson li ser mijarên nijadperestî û tundiya polîsan û pevçûnan kar dike.
Dr. David Anderson dixwaze bi rêya axaftinên bîrewer li her cihê ku dubendî hene pirekê ava bike.
Dûrbînî, dîtin û coşa wî ew kiriye axêver, nivîskar û şêwirmendek ji bo çalakî, rêxistin û pêşengiyên siyasî yên mezin ên neteweyî û navneteweyî.
Ew li ser torên televîzyonê yên ABC, CNN, FOX, BET, TBN û C-SPAN derdikeve heta niha zêderî 2,000 radyoyên cîhanê pê re hevpeyvîn kirine.
Dr. David Anderson dengê avakirina piran e li paytexta Amerîkayê di bernameya "RealTalk bi Dr. David Anderson" re behsa dilovanî û gotûbêj û diyalogê dike.
Dr. David Anderson tevlî Merasîma Roja Nizaya Niştimanî ya Herêma Kurdistanê bû.
Roja Nizaya Niştimanî 24ê mehê bi dirûşma "Ey Xweda, Kurdistanê biparêze" li Hewlêrê hat pîrozkirin.
Akademîsyen û nivîskar Dr. David Anderson ji pêşkeşkarê Rûdawê Nwênet Fatih re behsa çavdêriyên xwe kir.
David Anderson behsa çanda bihevre jiyanê ya li Herêma Kurdistanê kir û got,” Ez hez dikim bêtir tevlî civaka Xirîstiyan bibim lê tiştê ku ez têgihiştim, ramanek heye ku dibêje çi Xirîstiyan bin an misilman an jî her oleke din, Kurdbûn û yekrêziya bawerî û rêzgirtina hev tiştê serweriyê ye. Her wiha min dît ku mijar ne tevlihevkirina her tiştî ye û tu neçar nînî ku dev ji bawerî û hestên xwe berdî. Wisa xuya dike ku rêzê ji pêşketina bawerî û rêbaza taybet a her kesî tê girtin û di heman demê de rêz li yên din jî tê girtin û hewl tê dayîn ku pirên jiyana bi hev re bên avakirin.”
Hevpeyvîna Nwêner Fatih û Dr. David Anderson wiha ye:
Rûdaw: David Anderson, bi xêr hatî Kurdistanê.
David Anderson: Ez pir kêfxweş im ku li vê derê me, spas ji bo mêvandariya we.
Rûdaw: Bi xêr hatî. Ev cara yekem e ku tu li vir î û ez bawer im ku îro te gelek kes dîtin, Misilman, Mesîhî, olên din û rêberên siyasî jî. Wekî serdana xwe ya yekem ji bo Herêma Kurdistanê, berî hatina xwe, te çawa difikirî û niha tu çawa dibînî?
David Anderson: Berê agahiyên min gelekî kêm bûn û ez dilgiran bûm ka gelo wekî tiştê ku ez difikirîm e yan na lê ez pir kêfxweş im bi yekrêzî, ewlehî û aramî û mêvandostiya gelê wê. Ev sê peyv yekser tên hişê min: ewlehî û aramî, mêvandostî û lihevkirina di navbera hemû pêkhateyên cuda de.
Rûdaw: Ez bawer im te wekî qeşeyekî serdana bajarê xwe kir û te qeşeyên li vir dîtin. Tu rewşa civaka Xirîstiyanên li vir çawa dibînî?
David Anderson: Ez hez dikim bêtir tevlî civaka Xirîstiyan bibim lê tiştê ku ez têgihiştim, ramanek heye ku dibêje çi Xirîstiyan bin an misilman an jî her oleke din, Kurdbûn û yekrêziya bawerî û rêzgirtina hev tiştê serweriyê ye. Her wiha min dît ku mijar ne tevlihevkirina her tiştî ye û tu neçar nînî ku dev ji bawerî û hestên xwe berdî. Wisa xuya dike ku rêzê ji pêşketina bawerî û rêbaza taybet a her kesî tê girtin û di heman demê de rêz li yên din jî tê girtin û hewl tê dayîn ku pirên jiyana bi hev re bên avakirin.
Rûdaw: Hûn hemû di van rojan de li kêleka Misilmanan, Êzidiyan û Xirîstiyan nimêj dikin. Ev cure bûyer çiqas girîng in ji bo jiyana bi hev re?
David Anderson: Gelekî girîng e ku mirovên ji baweriyên cihê û olên cur bi cur bi hev re bijîn. Her niha me bi bêdengî xulekek dia ji bo Papa re kir ku wefat kiriye. Kardînalê Katolîk pêşengiya diayê dikir di wê demê de Serokwezîr, Serok û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê li wir rûniştibûn. Kardînalekî Katolîk nimêj dikir, ev jî nîşan dide ku yekrêziya baweriyê bi rêya peywendiya aştiyê çiqas girîng e.
Rûdaw: Cîhan di çend salên borî de ber bi dabeşbûna zêdetir ve diçe. Dabeşbûn di hemû welatan de xuya dibe. Niha hewcedariya me bi çi dengî heye û divê xelk balê bikişînin ser çi, bi taybetî di civakeke wek a me de?
David Anderson: Gelekî girîng e têgihiştina têgeheke ku ez jê re dibêjim ‘Graceism’ (Dilovanî).
Rûdaw: Dilovanî!
David Anderson: Dilovanî. Nijadperestî tiştekî xerab e ku mirovan li ser bingeha nijad, çand an jî çînayetiyê dabeş dike û bi awayekî neyînî bi wan re tê reftarkirin lê ‘dilovanî’ tê wateya bexşandina başiyê ji mirovan re, çi heq bikin an na, bikaribin qerebû bikin an na. Têgeha ‘dilovanî’ ku min afirandiye, wateya bexşandina başiyê ye ji mirovên din re bêyî ku guh bidin reng, asta civakî, ramangeh û ola wan. Ji ber vê yekê ez van pêlavan li pê dikim da ku di dema meşê de bi bîra min bînin ku ez başiyê bi mirovên dın bibexşînim tevî ku ew ji min cudatir bin.
Dema ku dabeşbûn û cudahî hene, divê em hewl bidin ku pirrên têgihiştin û başiyê ava bikin, tevî ku em li hev nekin jî. Li her cihê ku dabeşbûn hebe, em hez dikin maseyekê deynin û gotûbêjê bikin, ji ber ku em bawer dikin ku têgihiştin ji gotûbêjê dest pê dike.
Rûdaw: Wisa xuya ye ku di van rojan de gotûbêjkirin ji bo hin kesan zehmet e. Berê mirov ne li hev bin jî diaxivîn lê niha ne li hev in û naaxivin jî. Çima tu bawer dikî ku ev li tevahiya cîhanê çêdibe? Kêmasiya me çi ye?
David Anderson: Ji ber şeytanîkirina hevdû kêmasiya me ji van cureyên gotûbêjan heye. Eger ez te wek şeytan bibînim ji ber wê dûrbûna di navbera me de, ez naxwazim bi te re biaxivim. Gotineke kevn a Afrîkî heye ku dibêje; "Ji dûr ve min got dêw e, dema ku ez nêzîktir bûm min got heywanek e, dema ku ez bêtir nêzîk bûm ez têgihiştim ku mirov e, dema ku me rû bi rû hevdu dît, min zanî ku birayê min e." Dûrbûn şeytanan ji me re çêdike. Ew kesên ku dûr in dibin dêw û dirinde, lê dema ku em rû bi rû hevdu dibînin û wekî niha em gotûbêjê dikin, êdî ne dêw in lê kurê kesekî ne ku dîtineke wan a cuda heye. Dibe ku ez li gel wê dîtinê nebim lê herî kêm ez dikarim mirovahiyê di te de bibînim.
Rûdaw: Pirseke din derbarê wê yekê de ye ku tu li vê derê yî. Te çawa biryar da ku beşdarî vê nimêja neteweyî bîbî?
David Anderson: Divabû bu ez bifikiriyama ka dem û pere û enerjiya xwe terxan bikim ji bo hatinê yan na.Ji ber ku min dixwest ku bibim beşek ji çareseriyê, min dixwest ku piştgiriya yekrêziyê bikim û min dixwest fêr bibim û mezin bibim û beşdarî bibim, min biryara hatinê da. Ez pir kêfxweş im bi vê biryarê ji ber çend sedeman: Ya yekem, ji ber ez pir tiştan fêr dibim û sûdê werdigirim. Ya duyem, derfetê dide min ku beşdarî bikim û peyama dilovaniyê belav bikim. Ya sêyem, ez dikarim ji hemû cîhanê re behs bikim ku Kurdistan cihê aştiyê ye û mirovên cuda dikarin bi hev re bijîn, bixebitin û bi aştî bijîn. Dibe ku ev bibe mînakek ji bo tevahiya cîhanê.
Rûdaw: Dr. David Anderson, dîsa bi xêr hatî Kurdistanê. Em bi hebûna te kêfxweş in. Ez hêvî dikim ku di van çend rojên pêş de tu serdana cihên cuda û cihên olî bikî.
David Anderson: Min nedizanî ku kelehek heye, heya ku te ji min re negot. Kevintirîn bajarê cîhanê ye.
Rûdaw: Erê, tu çûyî wir.
David Anderson: Erê, ez çûm. Tu dibînî, ez kêfxweş im ku ez hatim.
Rûdaw: Tu li Mezopotamyayê yî. Şaristaniya me ya îro ji vir dest pê kiriye. Hemû çîrok ji vir dest pê dikin. Ez bawer im tu gelek tiştan dibînî û ez hêvî dikim ku tu jê kêfê bibînî.
David Anderson: Ev dê ne cara dawî be.
Rûdaw: Dîsa bi xêr hatî.
David Anderson: Gelek spas.
Rûdaw: Silav û rêz.
David Anderson: Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse