Adil Baxewan*
Ji salên notî yên sedsala borî ve û heta niha, li navendên akademî yên Rojava bi giştî û navendên fransî bi taybetî kar li ser têgeha şikestina îslamî tê kirin. Her wiha, çend tez û dijtez jî li ser vê mijarê hatin berhemanîn.
Min di pirtûkên xwe yên Kurdî de, bi berfirehî dabaşa wan tez û dijtezan kir, lewma hewce nake ez cardin li vir qala wan bikim. Lê ya ku niha, li vir, li Rojhilata Navîn diqewime; ji bo nirxandina rewş û cihê îslama siyasî di nav têkiliyên hêzê de derfeteke pir girîng e.
Tûnis, Mexrib, Îran, Erebistana Siûdî, Misir, Iraq û Kurdistan: Em niha ji her demê bêhtir bi du diyardeyên sosyolojîk ên mezin re rû bi rû ne. Diyardeya yekem vegera dewletê bi mekanîzmên ewlehiyê ye. Ya duyem jî avabûna roja îslama siyasî bi modela xwe ya siyasî û civakî ye.
Tûnis û Mexrib
Di 17ê nîsana îsal (2023) de, rêberê dîrokî yê îslama siyasî li Tûnisê Raşid Xenûşî kaşî zindanê hat kirin. Ev rastî ne tenê bi aktorekî siyasî ve girêdayî ye, li şûnê di nav şert û mercên subjektîf ên berfireh de ku gelek hêlên giştgir hildigirin, tê berhemanîn.
Di nav van şert û mercan de, serokê Tûnisê yê otokratîk derî li ser qonaxeke dehsalî digire ku îslama siyasî tê de reh û kokên xwe ne tenê di nav civakê de, lê belê di nav sazî û dezgehên dewletê de jî kûr berdabû.
Ji niha û bi şûn de, êdî Tûnis ne ew modela demokrasiyê ye ku di heman demê de hêzên îslamî û sekûler bi hev re beşdarî desthilatê bibin û dewlet û civakê bi hev re birêve bibin. Berevajî vê, ji niha û bi şûn de dê Tûnis bibe qada ku tê de roja demokrasî û îslama siyasî bi hev re diçe ava.
Ev rojavabûn destpêka qonaxeke nû ya civakên Rojhilata Navîn e. Qonaxeke ku ne cihê demokrasiyê lê heye û ne jî yê îslama siyasî! Ev ne xwestek, biryar, alîgirî û daxwaz e. Li şûnê, rastiyeke şênber e ku divê her kes û her aliyek jê tê bigihêje.
Ji sala 2011an û vir ve, di encama şoreşên gelên Rojhilata Navîn de, dewlet bêgav man ku çend kanalên peywendiyê li gel hêzên cihêreng ên îslama siyasî dirust bikin, li ser çend astên cihêreng peymanan bi wan re îmze bikin û deriyê birêvebirina dewletê li ber wan vekin.
Trajediya hêzên îslama siyasî ew e ku ji mekanîzmên hişê sar ê dewletê tê negihîştin û di piraniya rewşan de bi mejiyê şoreşvanî yê bi moral û hevsoziyê avdayî bi cîhanê re tev digeriyan. Vê yekê jî wer kir ku zûzûka ji bo wan marjînalên ku jê hatibûn, paşde bên virvirandin.
Li kêleka vê rastiyê, rastiyeke din jî heye ku divê em balê bibin ser: Ew cemawerê berfireh ku bi dirêjahiya dîroka xwe, îslama siyasî ew di rewşa opozisyonê de dabû cihgirtin, di rewşa gihîştina desthilatê de ew ji dest dan. Lewra jî perçiqandin û avêtina wê ji bo nav marjînalan ji aliyê desthilatên otokrat ve hêsantir bû.
Dema ku Qeys Seîd êrîşî Nehzeyê dike, ev hêz êdî ne heman hêza siyasî û civakî ya mezin a sala 2011an e ku serdestî li ser qada siyasî û civakî kiribû. Berevajî vê, di sala 2019an de Nehzeyê 2/3yê wî cemawerî ji dest da ku di 2011an de alîgirên wê bûn. Ango Qeys Seîd êrîşî partiyekê dike ku wek rojnameya Le monde-ê dibêje, di hûrdema ketineke trajîk de ye.
Lê di rastiyê de yê ku dikeve ne Nehze bi tenê ye, lê yê ku ji bo zindanê tê kaşkirin, bêyî ku çendîn milyon kes dakevin ser cade û kolanan û doza azadkirina wî bikin; ne bi tenê Xenûşî ye, li şûnê tevaya îslama siyasî li Rojhilata Navîn e.
Li Mexriba padîşah Mihemedê Şeşem, îslama siyasî ku di sala 2011an de 125 kursîyên parlamentoyê bi dest dixe, di 2021ê de bi tenê 13 kursiyan bi dest dixe û bi vî awayî jî çend hezar kîlometreyan ji desthilatê dûr dikeve.
Li Cezayirê, êdî komên desthilat pêwîst nabînin ku tew posteke wezarî ya tikîtenê jî bidin îslama siyasî û di wê baweriyê de ne ku êdî lîstik kuta bûye.
Îran û Erebistana Siûdî
Heke li Tûnis, Mexrib, Cezayir û Misrê, şikestina îslama siyasî bêhtir xwe di qadên siyasî de nîşan bide, li Îran û Erebistana Siûdî bêhtir di qadên civakî de dixuye û dertê pêş.
Qet nebe Îran û Erebistana Siûdî di 40 salên borî de, modeleke tenê ya bernameya civakîkirina tevaya civakê daye meşandin. Ev bername li ser tevaya wan kod, norm, hîm û xeyaldank û bihayan hatibû avakirin ku îslama siyasî di sedsala bîstem de berhem anîbû.
Di vê çarçoveyê de, tevaya peywendiyên civakî yên merivekî, ji jidayikbûna wî û heta mirina wî, li gor wê bernameyê dihatin birêxistinkirin û birêvebirin. Ev bernameya civakîkirinê, civakê nola rûbereke li ser dinyaya derve girtî disêwirîne, bi awayekî ku mirov li pêşber du bijareyan datîne: Tu yan li hundir î yan li dervey yî, yan dost î yan neyar î, yan spî yî yan reş î, yan îmandar î yan kafir î, yan alîgir î yan dijber î.
Lê tiştên ku aniha li Îran û Erebistana Siûdî diqewimin, kutabûna vê modela sêwirandina hebûn û jiyanê di nav civakan de ye. Li Erebistana Siûdî, roj li pey rojê, ev model bi dawî tê û şert û mercên welatiyên Erebistana Siûdî bi hemû kategoriyên xwe yên civakî, xasma jin, guhertineke mezin bi ser de tê.
Rast e beşdariyeke Mihemed Bin Selman a çalak di van guhertinan de heye, lê ew jî rast e ku civaka Siûdî bi destê modela girtî ya civakê westiyayî ye û Bin Selman jî ji vê westînê serwext e û naxwaze dijminatiya vê rewşê, lê hevrêtîya wê bike. Ji bo ku ne li derveyî dîrokê, lê belê di hundirê wê de be.
Li Komara Îslamî (Îran) heman rêbaz bi rê de ye, lê bi şêweyeke cihêreng. Lap berevajî Erebistana Siûdî, li Îranê bizava nerazîbûnê, ku çavkaniya wê hinavê civakê ye, bi dengekê bilind ji bo azadiyan û dawîanîna li modela civakî ya îslama siyasî diqîre ûhawar dike. Desthilat jî, berevajî Mihemed Lawê Selmanê Erebistana Siûdî, tevaya mekanîzmayan ji bo perçiqandin û serkutkirina wê bizava nerazîbûnê bi kar tîne.
Lê hemû nîşanên babetî me ber bi wê yekê ve didehifînin ku zehmet e stratejiya perçiqandinê bikare vê bizava nerazîbûna civakî paşve bide dehifandin û di dawî de yan Bin Selmanekî desthilatê tê û rêhevaltiya wê dike û yan serê Komara Îslamî dixwe!
Iraq û Kurdistan
Ev şikestin li Iraq û Kurdistanê jî pir bi zelalî tê dîtin. Piştî dagirkirina Iraqê ji hêla Amerîkayê ve, tevaya partiyên îslamî ku opozisyon bûn, vegeriyan welêt û desthilat zeft kirin.
Ev partî di wê baweriyê de bûn ku Iraqa paş Sedam Hisên dibe Iraqeke li gor modela ku çendîn sal bûn seba wê xebat dikirin avakirî, lê 20 salan piştî kutabûna Sedam Hisênî, ev partî bi xwe, her ji partiya De`wa ya şîî ve heta digihe Birayên Misilman a sunî, ji wê yekê têgihaştin ku ne dewlet dibe komara îslamî û ne jî civak dibe ew civaka ku berî nêzî sedsalekê Hesen Benna di xewan xwe de didît.
Li Kurdistanê jî, ev şikestin hem siyasî û hem civakî ye. Li ser asta siyasî, zêdetirî 20 salan e hemû tevgerên îslama siyasî tenê %13 ji civaka Kurdî dengên xwe dide wan û heta niha di tu hilbijartinan de ji vê rêjeyê derbas nebûne.
Her wiha di qada civakî de jî, xwestekeke xurt li nik nifşa nû heye ji bo vebûneke herî berfireh li ser azadiyan û derbaskirina norm, kod û rêkxistinên ku ji hêla bernameya civakîkirina îslama siyasî ve têne pêşniyarkirin.
Bê guman, ev yek bi tu awayî nayê wê maneyê ku nifşa nû ya Kurd ji olê derdikeve, berevajî vê, nifşeke me ya nû heye ku çi qasî bawerîya bi Xwedê li bal wî girîng e, bi heman awayî jê re girîng e ku pişta xwe bide bernameyeke civakî ya li ser bingeha îslama siyasî avakirî.
Reng e, ev hemû daneyên li ser asta Rojhilata Navîn derfetek bin ji bo ku tevgerên îslama siyasî, dûr ji zirzî û çavsoriya torên civakî û bi awayekî objektîf, hewl bidin ji bo têgihiştin û pêdaçûneke seranserî hebûn û amadebûna xwe li niha û siberoja Rojhilata Navîn tekez bikin, berî ku mîna tevgerên çep, bi bêdengî û di nav marjînalan de dawî li jiyana wan a siyasî û civakî were.
*Dr. Adil Baxewan; Rêveberê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Iraqê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse