Sala 2026an bihayê zêr dê çawa be?

6 demjimêr berê
Omer Ehmed
Nîşan Zêr Bihabûn
A+ A-

Di demekê de ku em ber bi sala 2026an ve diçin, buhayê zêr di sala 2025an de yek ji bilindbûnên xwe yên dîrokî ji sala 1971ê ve tomar kir. Îsal zêdetirî 50 carî asta herî bilind a dîrokî şikand, ji serê salê heta dawiya meha 11an, zêdetirî ji sedî 60 bilind bû û çaremîn bilindbûna salane ya herî bi hêz ji sala 1971ê ve tomar kir.

Ev bilindbûna berbiçav ji ber çend sedemên hevdem bû, wek sistbûna aboriya cîhanî, zêdebûna pirsgirêkên jeopolîtîk û jeo-aborî, daketina nirxê dolarê Amerîkî û zêdebûna daxwaza veberhêneran û bankên navendî.

Niha ku em nêzîkî sala 2026an bûne, ev pirs derdikeve holê: "Gelo bilindbûna buhayê zêr wê berdewam bike?"

Saziyên darayî bawer dikin ku buhayê zêr di sala bê de, hemû girêdayî wê yekê ye ka aboriya cîhanî sala bê wê aram be yan ber bi ne aramiyê ve biçe.

Saleke dîrokî

Piraniya pisporan bawer dikin ku ew daxwaza li ser kirîna zêr îsal hebû, ne tenê ji bo parastina sermayeyê li hember nezelalî û nearamiya bazaran bû, lêbelê zêr bûye samanekî (hebûneke) stratejîk ê cîhanî.

Encûmena Cîhanî ya Zêr (World Gold Council) ku rapora xwe ya herî nû di hefteya borî de belav kir dibêje, bilindbûna ji sedî 60 a buhayê zêr di 2025an de, ji sedî 12 jê ji ber nediyariya jeopolîtîk û jeo-aborî bûye. ji sedî 10 jî ji ber daketina nirxê dolarê Amerîkî û faîza rasteqîn a bonoyên darayî yên Amerîkayê bûye.

Ya ku di rapora nayab a Encûmena Cîhanî ya Zêr de derdikeve, ew e ku bilindbûna buhayê zêr îsal ne tenê xwediyê sedemekê bû, lêbelê komek sedemên wek nediyarî, rewşa aborî, kêmkirina faîza bankî û zêdebûna daxwazê, bi rêjeya wekhev sedem bûn ji bo bilindbûna buhayê kanzaya zer.

Ji aliyekî din ve, sindoqên veberhênana zêr, di sala 2025an de zêdetirî 700 ton zêr kirîne û derfeteke zêdetir jî heye ji bo zêdekirina kirînên wan di sala bê de.

Bankên navendî jî berdewam bûn li ser kirîna zêr. Ev sedem wisa dikin ku bingeha bazara zêr bi hêz be û girêkên sala 2026an zêdetir ber bi arasteya bilindbûna buhayê zêr bin ne ku daketinê.

Pêşbîniya navendên darayî yên cîhanê

Bank û navendên darayî yên mezin ên cîhanê bi vî awayî pêşbîniya buhayê zêr ji bo sala 2026an kirine:

- JP Morgan: 5055 dolar

- Bank of America: 5000 dolar

- Banka UBS: 4500 dolar

- Deutsche Bank: 4450 dolar

- Morgan Stanley: 4400 dolar

- Goldman Sachs: 4000 dolar

Herçend pêşbînî ji hev cuda bin, lê tiştek zelal e, buhayê zêr di ser 4000 dolarî re hatiye pêşbînîkirin û zehmet e vegere kêmtirî wê astê. Heta ew navendên darayî yên ku pir bi hişyarî pêşbîniya bilindbûna buhayê zêr kirine jî, venaveşêrin ku tundbûna nakokiyên jeopolîtîk û jeo-aborî, dikare buhayê zêr bi rêjeyeke berbiçav bilind bike.

Çar senaryo ji bo 2026an

Bi liberçavgirtina rapora Encûmena Cîhanî ya Zêr û zanyariyên ajansa Bloomberg û kompanyaya şêwirmendiyê ya Oxford Economics, 4 sînaryo ji bo buhayê zêr têne dîtin:

1. Aramiya aborî, jêgirbûna bihayê Zêr

Eger pêşbînî ji bo geşepêdana cîhanî, enflasyon û siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê bi cih werin, bo mînak wek çawa tê pêşbînîkirin Banka Navendî ya Amerîkayê di 2026an de faîza bankî daxe bo nêzîkî ji sedî 3.0 heta ji sedî 3.5 û, geşepêdana aboriya cîhanî di nêzîkî ji sedî 3.2 de bimîne û nirxê dolarê Amerîkî jî hinekî bilindtir bibe, tê pêşbînîkirin sala bê buhayê zêr di çarçoveyeke sînordar de mamele pê re bê kirin û jêgir be û ewqas guhertin bi ser de neyê.

2. Paşveçûna Kêm a Aborî, biilindbûna bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 5-ji sedî 15

Sistbûna hêdî ya bazara kar a Amerîkayê û kêmboûna daxwaz û daketina nirxê pişka (hîseyên) kompanyayên warê hişê destkird (AI), veberhêneran handide ku berê xwe bidin kirîna zêr wek xwe-parastin ji nezelaliyên bazarê.

Ew sedem dikarin daketina nirxê dolar û bilindbûna buhayê zêr li pey xwe bînin. Di vê demê de, buhayê zêr bi ihtimaleke zêde nêzîkî pêşbîniyên banka UBS û Deutsche Bank dibe û nêzîkî 4500 dolaran dibe.

3. Matbûna aboriya cîhanê, bilindbûna bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 15-ji sedî 30

Pêşbîniyên ji bo bilindbûna pir berbiçav û lezgîn a buhayê zêr wê demê rû didin ku pirsgirêkên jeopolîtîk û jeo-aborî bi awayekî teşene bikin ku aboriya cîhanê ber bi matbûn û sistbûneke kûr ve han bidin.

Di rewşeke wiha de bawerî di bazarên darayî yên cîhanê de namîne û Banka Navendî ya Amerîkayê jî neçar dibe bi rêjeyeke zêdetir faîza bankî kêm bike û beşeke zêde ya sermayeyê li wan bazaran ber bi bazara zêr ve tên handan. Di rewşeke wiha de buhayê zêr dikare bilind bibe heta bo zêdetirî pêşbîniyên herî bilind û dibe ku heta 5500 dolaran jî bilind bibe.

4. Geşepêdana aborî, daketina zêr bi rêjeya ji sedî 5-ji sedî 20

Tenê sînaroya ku tê pêşbînîkirin ji bo daketina buhayê zêr, wê demê rû dide ku ji ber siyasetên Donald Trump aboriya Amerîkayê ber bi geşepêdaneke berbiçav ve biçe û bilindbûna nirxê dolar û faîza ser bonoyên darayî yên xezîneya Amerîkayê jê bikeve.

Serhildanewa enflasyonê li Amerîkayê dibe ku Banka Navendî ya Amerîkayê neçar bike, ne tenê berdewam nebe li ser kêmkirina faîza bankî, lêbelê zêdekirina rêjeya faîza bankî jî li ber çav bigire.

Di vê demê de pere ji bazara zêr ber bi bazarên din ve arasteya xwe diguherîne û buhayê zêr jî ber bi astên herî kêm dadikeve û egera daketina buhayê zêr bo nêzîkî 4 hezar dolaran jî heye. Wate pêşbîniya Goldman Sachs tîne cih.

Pêşbîniya zêrfiroşên Herêma Kurdistanê

Herçend sedemên navdewletî dibin sedem ji bo guhertin di buhayê zêr de, lê zêrfiroşên Herêma Kurdistanê bi vî awayî pêşbîniya buhayê zêr ji bo sala bê dikin û bîrûbaweriyên wan balkêş in.

Yûnis Seîd Ehmed, zêrfiroşê Dihokê ku xwendineke akademîk ji bo bazara zêr heye, amaje bi pêşbîniya bankan dike ji bo buhayê zêr di nêzîkî 4500 heta 5000 dolaran di sala bê de, lê dibêje ew pêşbîniyên ku hene ji bo buhayê zêr, wek salên borî guhertin bi ser de tê.

Ew bawer dike buhayê zêr pir girêdayî du sedeman e, faîza bankî li Amerîkayê û bûyerên jeopolîtîk û, bi taybetî amaje bi civîna roja 10ê vê mehê ya Jerome Powell, serokê Banka Navendî ya Amerîkayê dike ku daxuyaniyên wî dikarin arasteya buhayê zêr ji bo sala bê destnîşan bikin. Yûnis Seîd Ehmed dibêje di hemû rewşekê de zehmet e buhayê zêr dakeve bo kêmtirî 3750 dolar û 4000 dolaran.

Salar Hacî Osman, zêrfiroşê Silêmaniyê amaje bi dûrketina Çînê ji diravên dîjîtal dike û dibêje eger nirxê diravên dîjîtal bişkê, buhayê zêr ne tenê astên bilind ên nêzîkî 4200 diparêze, lêbelê heta dikare bilind bibe bo 5000 û serê 5000 dolaran jî.

Hacî Se'ed Celal, zêrfiroş li Hewlêrê dibêje buhayê zêr li gorî pêşbîniya bankan di dawiya 2026an de digihîje 4900 dolaran heta 5000 dolaran. Ew zêrfiroş dibêje eger pirsgirêkên jeopolîtîk ên wek şerê Ukraynayê yan gefên Amerîkayê li ser Venezuelayê aram bibin, bandoreke berevajî li ser buhayê zêr di sala bê de dihêlin.

Şêx Wirya, zêrfiroşekî din ê Hewlêrê ye dibêje, kêmboûna enflasyonê li Amerîkayê û daketina nirxê dolar û dijwariya bûyerên jeopolîtîk, buhayê zêr di sala bê de bilind dikin bo nêzîkî 5000 dolaran.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst