Heft sal di ser wefata yek ji stûnên herî girîng ên ramana Kurdî ya nûjen, Cemal Nebez re derbas bûn. Her çend heft sal ji bo nirxandina mîrata rewşenbîrekî di herikîna dîrokê de maweyeke kurt xuya bike jî, di dînamîkên bîra kolektîv a Kurdî de ev qonaxeke diyarker e. Nebûna Cemal Nebez, ne tenê windakirina fîgûrekî biyolojîk an nivîskarekî ye; di heman demê de nîşana valahiyeke kûr a ontolojîk û epistemolojîk e ku di qadên ziman, akademî, çanda wergerê û ramana siyasî ya Kurdî de derketiye holê.
Heftemîn salvegera wefata Nebez, divê ji rîtueleke bîranînê ya adetî wêdetir, wekî derfetekê ji bo analîza rexnegir a rewşa heyî ya entelektueliya Kurdî were dîtin û divê bibe destpêka muhasebeyeke ramanî.
Taybetiya bingehîn a ku Cemal Nebez ji hevçaxên wî û rewşenbîrên din ên Kurd vediqetîne, nêzîkatiya wî ya "interdîsîplîner" (nav-dîsîplînî) û metodîk e. Nebez ne tenê nivîskar, wergêr an teorîsyenek bû; ew rewşenbîrekî xwedî sîstem bû ku pêvajoya nûjenkirina zimanê Kurdî bi rêbazeke sîstematîk dimeşand û vê yekê bi hişmendiya siyasî re digihand hev.
Perwerdeya wî ya di warên fîzîk, matematîk û felsefeyê de ku li Zanîngeha Bexdayê wergirtiye, bingeha metodolojiyeke analîtîk di zihniyeta wî de ava kiriye. Vê paşxaneya akademîk, hişt ku Nebez fenomenên civakî û zimanî ne bi hestan lê bi perspektîveke zanistî şîrove bike. Ew ne tenê hilberînerekî agahiyê bû, di heman demê de avakerekî sîstema ramanî bû ku hewl dida hişmendiya neteweyî li ser zemîneke rasyonel û zanistî ava bike. Ev "zemîna entelektuel" bû sedem ku ew karibe di navbera zanistên pozîtîv û zanistên civakî de pirekê ava bike, tiştekî ku di wê serdemê de kêm rewşenbîrên Kurd karîbûn pêk bînin.
Yek ji aliyên herî şoreşger ên Nebez, nêrîna wî ya li ser ziman bû. Cemal Nebez, ziman tenê wekî amûreke ragihandinê yan veguhastina bîra folklorî nedidît; berevajî vê yekê, ziman wekî pergaleke kognîtîf ku kapasîteya civakê ya têgihiştina gerdûnê û avakirina şaristaniyê diyar dike, pênase dikir.
Ew bi salan li dijî vê têgihiştina klasîk û şaş ku zimanê Kurdî wekî zimanekî "pêş-modern" kod dike û tenê di qada helbest û folklorê de heps dike, têkoşiyaye. Bi rêya xebatên xwe yên li ser termînolojiya zanistên fenî, matematîk û têgehên civaknasî, wî bi awayekî pratîk îspat kir ku zimanê Kurdî xwedî wê potansiyelê ye ku têgehên zanistî û felsefîk ên herî nûjen hilgire û wan ji nû ve hilberîne. Ev helwest, bersiveke xurt bû ji bo wan kesên ku îdia dikirin Kurdî nikare bibe zimanê zanist û akademiyê.
Qonaxa jiyana Nebez li Ewropayê û ezmûna dîasporayê, "dûrahiyeke entelektuel" a pêwîst pêşkêşî wî kir.
Jiyana li Almanyayê û gerên wî yên li pirtûkxaneyên mezin ên Ewropayê, ew ji aloziyên rojane yên herêmî dûr xist lê di heman demê de hişt ku ew bi awayekî objektîvtir li pirsgirêkên civaka xwe binêre. Vê pozîsyona 'derveyî', derfet da Nebez ku pirsgirêkên sosyo-polîtîk ên civaka Kurd bi perspektîveke cîhanî û dûrî hestiyariya eşîrî yan partîzanî û ango etnosantrîk binirxîne.
Tenêtiya rewşenbîrî ya li dîasporayê, ew neşikand; berevajî, ew kir rewşenbîrekî bidisiplîntir, metodîktir û gelekî wêrektir.
Metnên wî yên bi Erebî, Almanî û Îngilîzî, Doza Kurdan ji çarçoveyeke lokal a sînordarkirî derxistin û di platforma hiqûq û siyaset a navneteweyî de bi awayekî sîstematîk analîz kirin. Nebez hewl da ku Doza Kurdan ne wekî pirsgirêkeke "merhemetê" wekî pirsgirêkeke statu, ango serwerî û dadmendiya navneteweyî bide naskirin.
Aliyekî gelekî balkêş ê Nebez jî paradîgmaya wî ya li ser wergerê ye. Li gorî Nebez werger ne tenê çalakiya veguhastina metnan ji zimanekî bo zimanekî din e; di heman demê de stratejiyeke bingehîn a "nûjenkirina ziman û zihniyetê" ye. Wergerandina berhemên klasîk ên cîhanê (wekî Gogol, Shakespeare hwd.) ji bo zimanê Kurdî, wekî rêbazeke berfirehkirina sînorên semantîk (wateyî) û sentaksî (hevoksazî) yên ziman hatiye bikaranîn.
Cemal Nebez bawer dikir ku werger, zimanê Kurdî neçar dike ku xwe li hember têgehên nû bitewîne, nû bike û dewlemend bibe. Ev nêzîkatî, ji bo têkiliyên nav-çandî û transfera zanînê modeleke girîng e ku mixabin îro jî di akademiyaya Kurdî de bi têra xwe nayê bikaranîn.
Ew aliyê Nebez ê ku îro ji Kurdan re gelekî pêwîst e avakirna ekola Komeleya Azadîxwazên Jiyaneweyî Kurd (KAJÎK) ye. Nebez valahiya îdeolojîk a di tevgera Kurdan di salên 1960î de tesbît kir li dijî bandorên îdeolojiyên biyanî (Marksîzm an Lîberalîzm), hewl daye "aqilê Kurdî yê xweser" biparêze û wî aqlî binecih bike.
Cemal Nebez û KAJÎK
Di analîza dîroka siyasî ya nûjen a Kurd de KAJÎK ne tenê wekî rêxistineke siyasî lê wekî ekoleke bîrdoziyê ya xweser derketibû pêş. Cemal Nebez, wekî "teorîsyenê serekî" û yek ji mîmarên vê tevgerê, hewl dabû ku neteweperweriya Kurdî ji refleksên hestyarî û bertekî derxîne û wê li ser zemîneke epistemolojîk û zanistî ava bike. Vê hewldanê, di çarçoveya sîstema ramanî ya Nebez de, xwedî çend dînamîkên bingehîn e:
Tevgera KAJÎKê ku di 14ê Nîsana 1959an de di atmosfereke krîza siyasî ya piştî derbeya leşkerî ya Îraqê de ava bû, di bin bandora rasterast a Nebez de, doktrîneke "neteweyî ya zanistî" bi pêş xistibû. Di pirtûka "Kajîkname" (1961) de, Nebez û hevalên wî li dijî materyalîzma dîrokî ya Marksîst derketin. Wan ew tezên ku netewebûnê tenê wekî "berhema pêşketina kapîtalîzmê û burjûwaziyê" kod dikin, bi tundî red kirin. Li şûna vê nêzîkatiya reduksiyonîst (kêmker), Nebez neteweperweriya Kurdî wekî berdewamiyeke ontolojîk, dîrokî û çandî pênase kir ku kokên wê digihîjin Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî û felsefeya Êzidiyatiyê.
Di stratejiya siyasî ya Nebez de, armanca "serxwebûna tam" (Fully Independent) xeta sor û prensîba neguherbar bû. KAJÎKê, di bin rêberiya fikrî ya Nebez de, hemû modelên entegrasyonê yên wekî otonomî an federasyona di bin serweriya neteweyên din (bi taybetî Ereban) de, wekî çareseriyên "nîvco, demkî û xapînok" nirxandin. Dirûşma "Kurdistan ji bo Kurdan e", berteke rasterast bû li hemberî polîtîkayên pragmatîst û tawîzkar ên partiyên klasîk ên Kurd.
KAJÎKê di warê sosyo-ekonomîk de, her çend şerê çînan red kiribe jî, Nebez reformeke radîkal a çandiniyê û tasfiyekirina sîstema feodal wekî pêşmercê netewebûna nûjen destnîşan kir. Li gorî analîza wî, "valahetiya îdeolojîk" metirsiyeke hebûnî bû û pêwîst bû ku Kurd xwedî bîrdoziyeke xweser bin da ku nebin amûra ajandayên îdeolojîk ên biyanî (çi Komunîzm be, çi Lîberalîzma Rojava be).
Yek ji bîrên herî orîjînal û wêrek ên Nebez bo ramana stratejîk a Kurd, têgeha "Yekîtiya Arî" bû.Ev konsept, wekî alternatîfeke jeopolîtîk li hemberî Pan-Erebîzm û Pan - Turkîzmê hatibû bipêşxistin. Pêwîst e bi teqezî were destnîşankirin ku di ramana Nebez de ev têgeh ne li ser bingeha nijadperestiyeke biyolojîk an şovenîst (mîna Nazîzmê) lê li ser bingeha hevkariya çandî, dîrokî û stratejîk a bi neteweyên Arî (Faris, Efgan, Belûç, Hindî) re hatibû avakirin. Armanc ew bû ku Kurd ji "dorpeça Ereban û Tirkan" rizgar bibin û di çarçoveyeke konfederal a herêmî de cihê xwe bigirin.
Cemal Nebez, KAJÎKê wekî yekem partiya ku bi rastî li ser bingehê "zanist û netewebûnê" hatiye avakirin, kategorîze dikir. Nebez bi dîtineke realîst, KAJÎK wekî amûrekê didît ku hişmendiyeke neteweyî ya serbixwe ava bike; hişmendiyeke ku ne girêdayî berjewendiyên eşîrî be, ne jî êşîrê manevrayên rojane yên partiyên klasîk be. Rexneyên wî yên sîstematîk li ser partiyên klasîk ên Kurdan ne ji dijberiya şexsî lê ji wê baweriyê dihat ku "bêyî îdeolojiyeke neteweyî ya zelal, serkeftina leşkerî ne pêkan e.”
Cemal Nebez di encamê de, rola di KAJÎKê de, ne tenê rola damezrînerekî rêxistinê bû û wî wekî mîmarekî îdeolojîk hewl daye "aqilê Kurdan" ji qalibên kevneşopî rizgar bike û wê bi metodolojiyeke zanistî ji nû ve ava bike. Îro, gava ku em li dîroka siyasî ya Kurd dinêrin, analîzên Nebez ên di çarçoveya KAJÎKê de, wekî nexşerêyeke ramanî ya ku hîn jî aktuelîteya xwe diparêze, li pêşiya me disekine.
Di van rojên ku ji bo Kurdan çarenivîsaz in bibîranîna Cemal Nebez, divê ji rîtueleke nostaljîk a salane derkeve û veguhere bernameyeke akademîk a sîstematîk. Veguhastina metodolojiya wî ya analîtîk bo nifşên nû, bihêzkirina Kurdî wekî zimanê zanist û felsefeyê, sazîbûna çanda wergerê û xwendina rexnegir a dîroka siyasî ya Kurd, berpirsyariyên sereke ne ku mîrateya wî li ser milê rewşenbîr û akademîsyenên îroyîn bar kiriye.
Tenê bi vî awayî, em dikarin bêjin ku em xwedî li mîrateya "mîmarê ziman û bîra neteweyî" derdikevin.
Îro, xwedîderketina li mîrateya Cemal Nebez, ne bi dubarekirina sloganan an rîtuelên nostaljîk lê bi veguhastina metodolojiya wî ya zanistî bo qada akademî û siyaseta Kurdan mimkun e. Ji ber ku Nebez ne tenê dîrok nivîsand, wî ew hişmendiya ku xwedî potansiyela guhertina dîrokê ye ava kiriye.
Di gerdûna rewşenbîrî ya Kurdan de, Nebez wekî 'pisûlayeke ramanî' maye. Windakirina vê pisûlayê an paşguhkirina metodolojiya Nebez, tê wateya windakirina rêgeha neteweyî ya zanistî û ketina nava gerîneka berjewendiyên pragmatîst ên rojane. Mîrata Nebez ne bîranîneke di sarincê de ye nexşerêyeke zindî ye ku hîn li benda pêkanînê ye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse