Nimêja spasiyê ya Ehmed Şer û meteloka Sûriyeyê

9 demjimêr berê
Ziryan Rojhilatî
Nîşan Ehmed Şer Doha Sûriye
A+ A-

Kî dizane! Dibe ku salek berê û rast di van rojan de, ew mijûlî "nimêja îstixareyê" bû ji bo paşeroja xwe ya nediyar a li Sûriyeyê lê di van rojan de heq e ku "nimêja spasiyê" jî bike dema ku li sala borî dinêre.

Ez behsa Ehmed Şer, Serokkomarê Sûriyeyê dikim ku wekî stêrka Foruma Dohayê ya îsal derket pêş. Gelek wezîr û berpirsên payebilind di wê derê re hatin û çûn lê ti yek ji wan wekî wî nebûn cihê bala xelkê; Hola "Defne"yê ku Christiane Amanpourê lê hevpeyvîn bi wî re dikir, tijî bûbû.

Bi gavên giran û tijî bawerî, hinekî bi derengî ve hate nav holê. Bi hincetan, hinek caran jî bi yarî û henekên xwe parastina raman û rabirdûya xwe dikir, wekî ku bixwaze bi zimanê laş bibêje: "Ez ne ew mirovê par im, cihê lingê min ji berê qayîmtir e."

Di rastiyê de derketina Şer tenê îfadeya wî û rabirdûya wî nake, ev derketin sembola werçerxaneke jeopolîtîk e ku dibe di guherîna doktrîna Amerîkayê de were kurtkirin: Bidawîanîna siyaseta guhertina rejîman û spartina çarenivîsa herêmê bi pergaleke herêmî. Her ev yek e dike ku Donald Trump, Şer bi rengê "wêrek" bi nav bike.

Her di wan deman de û li aliyekî din ê holê, Tom Barrack (kesayetê nêzîkî Trump) li pêşberî medyayê çareseriya xwe ya ji bo Rojhilata Navîn formule dikir: Destberdana Amerîkayê ya ji guhertina rejîman, piştevaniya li Şer, mana Sûdanî li Îraqê, lihevanîna welatan a bi Îsraîlê re û heta rêkeftina bi Îranê re jî. Wekî ku bibêjî pirsgirêkên vê herêmê tenê bi hebûn û nebûna Amerîkayê ve girêdayî bin! Çi dibe bila bibe, dibe ku piştevaniya Amerîka, Kendav, Tirkiye û heta Ewropayê jî dînamoya wê xwebaweriya Şer be.

Hinek caran radîkalên kevn ên Îslamî hem ji gotinê namînin û hem jî ew qasî pragmatîk dibin ku xelk nikare tesewûr bike. Şer baş dizane ku man û nemana wî ya li desthilatê bi lihevkirina bi hêzên mezin ve girêdayî ye ne bi romantîzma îdeolojîk.

Pêdiviya wî bi 250-400 milyar dolaran heye ji bo avakirina Sûriyeyê, ew dizane jî ku bêyî razîbûna Amerîka û Îsraîlê ev pere xewn e. Her ji ber vê yekê dema ku behsa "Rêkeftina 1974an" a Golanê (Colan) kir û wekî "serkeftî" wesif kir, rasterast peyam ji Tel Evîvê re şand: "Ez ne metirsî me, ez kilîla aramiyê me."

Di hevpeyvînê de jî, pirsên Christiane Amanpourê heman şêweyê siyaseta Amerîkî, xatirê Şer gelekî digirt û derfet didayê ku dikê bi kar bîne. Şer bi zîrekî pirsa "rabirdûya xwe ya terorîstî" kir derfetek ji bo spîkirina rûyê xwe yê siyasî û got: "Teror têgeheke siyasî ye. Çima kuştina bi hezaran bêgunehan li Xezeyê ne teror e lê berxwedana wan teror e?"

Şer got Sûriyeya nû ne ya eşîran e û "parvekirin" tê de nabe. Got 5 salên me divên ji bo ku Sûriye bikeve ser rêça xwe lê bi ken ve got "Hîn saleke wê çûye" wekî ku bixwaze bibêje Sûriyeya nû ya min e û ez niha lê aram bûme! Amadeyan hema jê re li çepikan dixist wekî ku di kongreyeke partiyê de biaxive.

Şer bi hûrgilî behsa wê yekê nekir ku dê paşeroja pirsgirêka Durzî, Elewî û Kurdan çi bibe, tenê li derveyî holê ji Senger Ebdulrehman û tîma Rûdawê re gotibû: "Em dibin yek."

Lê rasterast piştî wî, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan axivî û perde ji ser girêka kor rakir. Fîdan bi taybetî behsa "kadroyên biyanî" yên HSDyê, mijara qebareya hêzê û rola Ocalan kir.

Mercê sereke yê niha yê Enqereyê derxistina "kadroyên biyanî" ye; wate ew fermandarên ne Sûriyeyî yên ku stûna pişta HSDyê ne. Berê Mezlûm Ebdî girêka kor a "vekişîna PKKyê" ya li Rojavayê xistibû stûyê Îmraliyê, Ocalan jî van demên dawî amaje bi wê yekê dabû ku dikare çareser bike lê Fîdan li Dohayê nîşan da ku baweriyeke wî ya zêde bi vê nîne û got: "Ez nizanim gelo gotinên Ocalan [li cem PKKyê] tên qebûlkirin an na, ji ber ku cara berê bandor nebû."

Vê gumana Fîdan ew pirsa cidî derxist pêş: Eger Enqere bawer neke ku Îmralî dikare Qendîl û Rojavayê kontrol bike, gelo Tirkiye dê çi bi vê "pêvajoyê" bike ku berdewam dike? Gelo ev ne zengilek e ji bo vegera şerê her du aliyan eger pêvajo bi ser nekeve?

Bila em vegerin cem Şer; eger niha 2024 bûya, ev demjimêrên Dohayê dê ji bo çarenivîsa Esed û Şer çareserker bûna lê niha 2025 e û Şer êdî ne Colanî ye, belkî Serokê Sûriyeyê ye ku "Colanî"bûna xwe jî ji bîr nekiriye lê tecrubeya wî ya mezin ne li pêşberî kamerayên Amanpourê ye, di wan jûrên girtî de ye ku divê tê de hevsengiyeke hûr di navbera lîstika hêzên navxweyî û derekî de durist bike. Ev jî meteloka Sûriyeya serdemê ye!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst