Medya û berpirsiyarî

05-06-2025
A+ A-

Cemal Pîre

Diyardeya belavkirina wêneyên bûyer û rûdanên kambax, nîşandana term û qurbaniyên şer û karesatan li saziyên ragihandinê ku ji aliyekî ve zelal û eşkere ye ku dijî nirx û prensîbên mirovî ye, ji aliyê din ve jî bêrêziyek li qurbaniyan û xizm û malbatên wan e, her wiha metirsî ye li ser aliyê derûnî yê xelkê.

Jixwe heke kirdar terorîstî be, wê demê rasterast xizmeta ajendaya xirab û terorîstan dike, alîkariya wan dike ku peyama xwe ku xwe di tirsandina mirovan de dibîne, bigihînin.

Karesatek qewimiye, xwîn hatiye rijandin, şerên wêrankar hene, hin kes nexweş in, li ser nivînan veketine û di sekeratê mirinê de ne, xizm û malbatên wan li derdora wan kom bûne û digirîn an jî ji wan re lavayan dikin.

Belavkirina wêneyê wan bi wî halê ku tê de ne, bêrêzî ye li wan, lêzim û malbatên wan û temaşevanan jî.

Mûçegirek di bendewariya mûçeya xwe ya bipaşketî de matmayî bûye, kêlî bi kêlî li nûçeyeke xwe digere. Ji nişka ve nûçeyeke bi wesf û dariştineke xirab û du sê hevokên hişk û bê giyan jê re dibêje, mûçe nayê û pirsgirêkên mezin jê re çêbûne û ne diyar e kengî dê bigihîje!

Ev şok dibe mêvanekî dargiran ê hemû bendewaran. Îcar kê dê xwe li ber bigire û kê negire û kê dê tûşî nexweşiya şekir û krîza mejî bibe yan na, berpirsiyariya vê di stûyê wê dezgeha medyayî de ye ku ji bo zêdekirina layk û bînerên xwe bi vî awayî ji karê xwe têgihîştiye!

Bi rastî, ev diyarde bêhûdetiyeke herî mezin li pey xwe tîne, ji ber ku medyayek hemû asta wê ewqas be ku bazara xwe bi belavkirina wêneyên xwîn, birîn, term, azarên mirovan, nalîn, qîrîna xizm û malbatên kesên lêqewimî û qurbaniyan germ bike yan jî hewl bide nûçeyên hestlivên û nexweş belav bike, ji bo ku xwîner, temaşevan û guhdaran li dora xwe kom bike, bixwaze nexwaze medyayeke sadîst e û kêfê ji zêrandina mirovan werdigire!

Her çend guman tê de nîne, ev kar an ji nezaniyê ye yan jî bi zanebûn û bi armancên din ên siyasî û îdeolojîk tê kirin, lê her çawa be medya di rewşeke wiha de ji karê xwe yê rastîn dûr dikeve û bêalîgiriya xwe ji dest dide û gelek caran di destê têkderan de dibe amûreke erzan.

Mixabin, wer xuya dike ku beşeke mezin ji platfom û dezgehên medyayî yên Kurdistanê heta niha ji metirsiyên vî karî tênegihîştibin, ev jî bi serê xwe hem karekî nepîşeyî ye, hem jî kêmkirina giranî û bihayê karê medyayî ye.

Dema em vedigerin dîrokeke nêzîk a medyaya nûjen û bi taybetî piştî 11ê Îlonê kanalên cihê cihê yên ragihandinê li ser asta cîhanê li ser vê mijarê tûşî xeletiyên mezin bûn, her ji bûyerê bi xwe bigire heya digihîje mezin nîşandana şiyana êrişkaran û bi vî awayî jî gurrbûna şerê Efxanistanê û belavkirina kurtevîdyo û peyamên rêxistinên Qaîde û Talîbanê bi awayekî rasterast.

Ji wir ve kanalên bihêz wekî ku hingiv bi darê ve dîtibin, pêşbirkeya wan li ser gihiştina aliyê din ê şer bû ku komên qedexekirî bûn, ewên ku çeka wan a mezin tirsandina mirovan bû. Tewra hin dezgehên medyayî hebûn xwe kontrol nedikirin û ji nişka ve wekî mîkrofona wî aliyî tevdigeriya ku destûra hatina hundir û bidestxistina pêşengiya nûçeyan pê hatibû dayîn.

Rast e di gihandina nûçeyên bûyeran de pêwîst e bîr û baweriyên yar û neyaran ango her du aliyan werin ragihandin lê ne bi wî awayê ku temaşevan wekî berdevka aliyê dîtir li wê kanal û saziya medyayî binêrin.

Piştî vê di şerê navbera Amerîka û Îraqê de, ketina desthilata Partiya Baasê, paşê di aloziyên ku wekî Bihara Erebî tên nasîn û şerê DAIŞê de, paşê jî di şerê wêrankar ê Îsraîl û Hemasê li Xezeyê de ev diyarde bêhtir belav bû, çi bigire karîgertir xuya dikir ji ber ku amûrên ragihandinê pêşketîtir bûn.

Em dikarin bibêjin rewş bi awayekî ye ku tewra temaşevanê asayî jî wer fam kiriye ku arasteya rastîn a karê medyayî her ew e û em mecbûr in qebûl bikin!

Hin sazî û dezgehên medyayî bê têgihiştin û bê zanîn û haydarbûna ji bingehîntirîn prensîbên ragihandinê, her tiştê têkeve destê wan, ji wêne û vîdoe yan tewra nûçe wekî nivîs û xwendinê be jî, bê parzûnkirin, bê guhdayîna bi hestên temaşevanan belav dikin, bêyî ku hesabê wê yekê bikin ku hin mijar hene ji bo temenekî taybet wekî zarokan an nexweş û pîran ne guncav in!

Ev jî sedema bêzariyeke mezin e ku bê guman heke ti karvedaneke mezin jî neqewime, wan hemûyan mecbûr dike ku zûtirkê ji wê dezgeha medyayî dûr bikevin.

Bi ser de jî, mijar gihiştiye asteke wisa xirab, heta radeya ku hin kes bibêjin di rewşeke wiha de em mecbûr in ku destên me li ser bişkoka kontrola televizyonên me bin, ne ku nîşandana dîmeneke xwînawî yan jî guhdarîkirina li nûçeyeke nexweş, dilê me û zarokên me bizêrîne!

Helbet yekalî bûye ku belavbûna nûçeyan bi awayê nesaxlem bandoreke pir xirab li ser tenduristiya derûnî dihêle, mirov diwestîne û dilfikariyê çêdike.

Li gorî nêrînên bijîşkî, bihîstina nûçeyên bêzarker xwedî bandoreke xirab e û dibe sedema derxistina hormonên adrênalîn û kortîzol. Ku du hormon in di encama stresê de ziyanê digihînin laş, wekî zû lêxistina dil, henasetengî, arîşe û têkçûnên gedeyê (mîdeyê).

Her çend di her serdemê de tevî ku xeletî û şaşiyên medyayî hene, di heman demê de sazî û dezgehên medyayî yên pabend û girêdayî prensîban û profesyonel jî hene lê ya ku em niha dibînin û me dîtiye bi giştî piraniya wan ew bûne ku bi vî awayî bazara xwe germ dikir û wêneyên qurbaniyan û birîn û xwîn û şîn û giriyê wan belav dikir.

Tevî vê bêserûberiya ku me li jor behs kir, curekî din ê medyaya bêzarker belav bûye ku bêhtir xwe li ser platformên medyaya civakî nîşan dide, ev jî bi hemû beşên xwe yên dîtî, bihîstî û xwendî ku pir caran wer xuya dike ji hestnekirina herî zêde bi berpirsiyariyê dest bi kar dibe, bê guhdayîna tesîrên xirab ên derûnî yên temaşevanan.

Ew medyaya ku li şûna biryarderên siyasî şerê neyarên wan dike, divê bizane ku xelet e û ketiye nav feqa siyasetê û nikare xwe bi hêsanî rizgar bike, ji bilî ku bi vî karî, mejiyê wergiran dike qurbaniya hevrikiyên hizbî û berjewendiyên berteng ên siyasî.

Lewra pêwîst tê dîtin ku medyakar, berî ku ti kes û aliyek çavdêriya wan bike, pêşî di çarçoveya peymaneke rûmetê de rê nedin xwe ku nûçeyên nexweş û şokhêner û hestyar wekî rewşên kuştinê û bûyerên civakî bi awayekî netendurist belav bikin.

Wekî nimûne: Nûçeyek tê belavkirin ku çend kesên hilgirên nasnameya welatekî taybet xeletiyekê dikin, nabe şêwaza dariştina nûçeyê wiha be ku welat û xelkê wê bi giştî wekî xerabkar werin danasîn û hestên wan werin birîndarkirin an jî bûyereke trajîk ku dibe nûçe pêwîst nake xizm û malbatên qurbaniyan bi şêweyê hilweşiyayî werin nîşandan an jî hewl bê dan ku germ û germ axaftin ligel wan bê kirin xasma di rewşa weşana zindî de.

Nîşandana her bûyereke bi vî rengî bandoreke xirab li ser wergir û temaşevanan dihêle û wan tûşî rewşeke derûnî ya nexweş dike.

Di hin rewşan de bi vê sedemê dibe ku pirsgirêk û arîşeyên siyasî û civakî jî derkevin holê û mijar sînorê navxweyî yê welêt derbas bike û nakokiyan têxe navbera welatên derve û derdor û cîhanê!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Hêmin Ebdullah / Wêne: Rûdaw Grafîk

Rihê Kurdistanê ketiye destê Tom Barrack?

Tenê hêviya ku heye ew e ku Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê bibin pirek di navbera Tirkiyeye Amerîka û aktorên din li gel Rojavayê Kurdistanê