Li gorî vegotina çîrokên piraniya malbatên Çemçemalê û di beşek ji wan tomarên vîdeoyî de ku em ji kamerayên çavdêriyê yên nav depo, dibistan û dikanan dibînin, lehiya Çemçemalê di demeke pir kurt de çêbûye.
Lez û nişkavehatina avê bi awayekî bû ku tenê derfet hebû bi lez birevin ser banan û ji malên cîranan xwe rizgar bikin.
Dema min dîmen didîtin û guhdarî li vegotina wan dê û bavan dikir ku çawa bi zehmetiyeke mezin zarokên xwe gihandibûn ser banan, min hezar caran digot, spas ji bo Xwedê ku ev lehî di şeveke dereng de çênebû.
Wekî din dê bi hezaran kes ji xizmên me li (Çemçemal, Şoreş û Tekyeyê) di xewa şîrîn de bibûna qurbanî. Bêtar gelekî biêş e lê dîmenên bi hawarçûna xelkê û xemxuriya Kurdistaniyan li deverên cuda, ji zarokekî heşt-neh salî ku şerbikê xwe ji bo kampanyayên komkirina alîkariyan ji bo ziyanlêketiyan dibexşîne, ji dîmenê cilkên nimêjê yên raxistî li nav mizgeftan, heta pêngavên takekes û rêxistinan û bexşandina bi sed milyon û milyaran dînar ji aliyê kompanya û sermayedaran ve, wêneyekî aramker, hêminiyek ji xeman re û nîşaneke dilxweşker e ku di serdema ji dest çûna gelek nirxan de, di nava miletê me de hîn jî nirxên mirovî û civakî bi wî rengî mane.
Eger bi hawarçûna wan a bilez nebûya û li benda komîte û karê komîteyên hikûmetên Bexda û Kurdistanê bihata sekinandin, dê karesatên mezintir li pey xwe bianîna.
Weke Çemçemaliyekî, bi gewriyeke tijî keser û çavekî tijî hêsir, digel êşê jî dilxweşiya xwe ji ber helwest û bihawarhatina welatiyên bajarên din ên Kurdistanê raber dikim.
Spasdariya her yek ji wan xwedan kompanya û sermayedaran dikim ku ruhê bexşînê li bal wan heye û dixwazin beşdarî kêmkirina xem û êşên hevwelatiyên min bibin.
Tevî têbînî û nîgeraniyên me ku hinek (medyayên hizbî) êş û birînên Çemçemalê kirine amûr û navgînek ji bo kûrkirina nakokiyên di navbera xwe de, lê dîsa jî spasdariya her yek ji wan medyekar û kanalên ragihandinê dikim ku birîn û janên me rûmal kirine.
Rast e ziyanên bobelatê zêde ne lê alîkarî û hevkariyên ku hatine kirin jî ne kêm in. Dikare bibe bingeha başkirina janan û qemûşkgirtina birînan.
Ji aliyê madî ve, tiştên ku hatine komkirin hîn jî berhevkirina wan berdewam dike, eger bi plan û bi destên ewle were dabeşkirin, têra wê yekê dike ku hemû malên ku ziyan dîtiye bi qasî pêwîst werin qerebûkirin (tezmînkirin, xisarên wan werin vegerandin), hemû kesên ku otomobîlên wan bi avê re çûne yan dikan, depo û zeviyên wan zerer dîtiye, li gorî qebareya zirarê alîkariya wan were kirin.
Divê Hikûmeta Herêmê û Bexdayê jî berpirsyariyê hilgirin û herî kêm bi qasî xelk û kompanyayan beşdarî jinûveavakirin û avakirina jiyana kesên ziyan dîtine bibin lê tiştê ku wekî metirsî û gef maye û egera dubarebûna wê heye, çavkanî û sedemên qewimîna lehiyê ne.
Vê carê jî ducare dikim, Xweda neke eger di şeveke dereng de lehiyeke bi heman rengî çêbibe, bi hezaran kes dê bimirin, ji ber ku tiştê ku heta niha hatiye kirin, kampanya komkirina alîkarî û hawarçûnên bilez e ji bo kesên ziyan dîtine û hewldana ji bo paqijkirina mal û kolanên bajêr e. Ji bo çareserkirina sedeman ti pêngav nehatiye avêtin.
Çemçemal di binyata avakirina bajêr de li ber çavan nehatiye girtin ku rojekê dê ew qasî mezin bibe, ji ber vê yekê havînan pirsgirêka bêaviyê û hin zivistanan jî metirsiya lehiyê lê heye.
Di mezibûna bajêr de, taxên nû li hin cihan hatine avakirin ku berê çem û cihên herikîna avê bûn. Tê bîra min, di dawiya salên heştêyî û destpêka salên notî de jî lehî çend caran li Çemçemalê rabûbû, her çi qasî ti carî bi qasî vê carê nebû jî wan caran jî zerer gihandibû hinek malan.
Wê demê ji ber ku Banî Meqanê di bin kontrola rejîmê de bû, derfet nebû ku ji çavkaniya wê ve were çareserkirin lê piştî rûxandina Sedam, demildest li binara Meqanê bendavek li ser wê rêgeha ku çavkaniya lehiyê bû hate çêkirin û êdî metirsî kêm bû.
Ew bendava heyî ji bo dûrxistina metirsiya lehiyê ji bo zivistanên asayî û wê rêjeya baranê hatibû çêkirin ku dihat pêşbînîkirin salane li navçeya Çemçemalê bibare lê ev pêla baranê ya van çend rojan, li gorî bîranîna kesên herî bi temen jî ti salê baraneke bi vî awayî nebariyaye.
Lewma jî dihat çaverêkirin ku ew çareseriyên berê ji bo çarekirina rêjeyeke zêde ya bi vî rengî têrê nekin. Ev ji bilî wê yekê ku ji ber çêkirina xanî, bax û projeyan destdirêjî li ser hinek cihên rêgeha avê hatiye kirin lê sedema sereke ya rabûna lehiyê zêdebûna rêjeya baranê bû.
Ji ber ku xweza jî guheriye, tê çaverêkirin ku ji niha û pê ve rêjeya barana wekî ya çend rojên borî, çend caran ducare bibe. Lewma pêwîst e ji niha ve û bi lezgînî li çareseriyeke jibinî bê fikirîn.
Xelk, rêxistin, kompanya û sermayedaran, piştî lehiyê valahiya hawarçûn û alîkariyên bilez ên hikûmetê dagirt lê ji bo çareserkirina çavkaniya metirsiyê ev kar bi xelkê nabe û divê Hikûmeta Herêmê bi lezgînî bikeve ser xetê ji bo pêkanîna wê pêngava ku metirsiya lehiyeke bi heman rengî û xeternaktir li ser Çemçemalê dûr dixe.
Mala Xwedê ava ku ava baranê ya Banî Meqanê nayê Çemçemalê, eger na dê her sal çend caran bajar rûbirûyî lehiyê bibûya. Ava Banî Meqanê diçe Xalobazyanî û Leylan û başûrê Kerkûkê.
Çavkaniya lehiya çend rojên borî ya Leylanê, ava Banî Meqanê bû. Tenê ava baranê ya beşeke kêm a binarê Meqanê ji paş Mofirê ve berjêrî Çemçemalê dibe, ew jî di rewşa zivistaneke asayî de ew gola ku li ber wê hatiye çêkirin çareseriyeke baş bû lê wekî tê çaverêkirin ji ber guherînên avhewayê eger pêlên zêde yên baranê berdewam bikin, lewma pêwîst e li dûrahiya pişt wê gola niha, çareseriyeke din were dîtin.
Tiştê ku ez dibêjim, pêkanîna wê ne karekî dijwar û zehmet e lê çareseriyeke herdemî ye ji bo dûrxistina metirsiya çêbûna lehiyê li ser Çemçemal û Şoreşê.
Cihê ku av jê tê, geliyekî dirêj e, divê li pişt Mofereyê aliyekî wî girê ku gelî çêkiriye bê birîn, da ku rêya ava baranê ya wî beşê Banî Meqanê li şûna ku berê xwe bide Çemçemalê, bê guhertin ku here pişt gundê Feyzawayê.
Ji bo vî karî jî tenê çend amûrên wekî buldozer, şofel û qelabeyan pêwîst in. Divê beşek ji wî girî bê birîn û li pêşiya rêyê bê danîn heta ku qelşek çêbibe ji bo guhertina rêya avê. Êdî her dem ne Çemçemal û ne jî Şoreş rûbirûyî metirsiya lehiyeke wekî ya hefteya borî nabin.
Eger ev yek neyê kirin, ew gola avê ku niha heye nikare pêşî li herikîna zêde ya avê bigire. Tewra eger ew hemû xanî, bax û proje jî werin rakirin, ti garantiyek nîne ku careke din lehî çênebe, ji ber ku wekî min amaje pê da, ji ber guherîna avhewayê û têkçûna xwezayê, tê pêşbînîkirin ku niha û di salên pêş de pêlên bi heman rengî û tundtir ên baranê berê xwe bidin navçeyê.
Ji ber vê yekê ez hêvîdar im Hikûmeta Herêma Kurdistanê dem û şiyanên xwe bi wan çareseriyên demkî ku tenê çareseriyên lezgîn in li ber avê nebe.
Bi heman demê û heman derfetên ku ji bo çareseriya demkî pêwîst in, dikare bi wî awayê ku min pêşniyar kiriye, çareseriyeke bingehîn û jibinî peyda bike.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse