Her çend tiştê ku di destûra herdemî ya Îraqê de wekî maf û rêkarên misogerkirina parastina mafên Kurdan hatiye bicihkirin, ne hemû maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê ne jî dema mirov li ber çavan digire ku aliyên li hemberî Kurdan kî ne û çi qasî baweriya wan bi qebûlkirina cudahiyê û pejirandina mafên aliyê hember heye, hingî em dikarin bend û biryarên di destûrê de hatine çespandin wekî destkefteke neteweyî ji bo Kurdan bihesibînin.
Lê belê pirsgirêka sereke ew e ku dewleta Îraqê ji damezirandina xwe ve heta îro, ti carî sedî sed pêbendî çarçove û rêkarên destûrî nebûye. Desthilat li gorî berjewendiyên xwe bi destûrê re tev digere.
Ji ber ku nakokî û hevrikiyeke kûr di navbera pêkhateyên neteweyî, mezhebî û îdeolojîk de hebû, desthilatdarî ketiye destê kîjan alî, destûr û yasa ji bo tepeserkirina aliyên din bi kar aniye.
Ji ber ku sazî û dezgeheke destûrî ya bihêz ji bo parastina destûrê û lêpirsîna ji binpêkirin û şaşiyan tune bû, di gelek qonaxan de hebûn û nebûna destûrê ti girîngiya xwe nemaye.
Qonaxa piştî ketina Sedam û jinûveavakirina Îraqa nû, ji ber ku hemû pêkhateyên sereke di desthilatdariyê de beşdar bûn û hin rêkarên destûrî wekî garantî ji bo pêkhateyan hatibûn çespandin, pêkan bû ku me di van 20 salên borî de Îraqeke cuda ji aliyê pêbendbûna bi destûr û yasayan ve bidîta.
Lê cihê mixabinî û xemgîniyê ye ku eger ji berê xerabtir nebe, baştir jî nebûye. Yek ji aliyên sereke yên vê qonaxa paşguhkirina destûrê, ku berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê wan, pêkhateya Kurdan e di postên desthilatdariya Îraqê de di van 20 salên borî de.
Ji ber du sedemên pir eşkere, ya yekem, ji ber ku di nav hevrikî û nakokiyeke kûr de beşek ji daxwazên Kurdan di destûrê de hatin çesipandin.
Ango, tiştê ku te berê dixwest bi çek, xwîn û qurbanîdanê bi dest bixî, te karî wan bixî nav çarçoveya destûr û yasayê û rêyên bidestxistin û gihîştina wan maf û daxwaziyan hêsan bûn.
Ya duyem jî ji ber ku beşek ji postên desthilatdariyê radestî Kurdan bi xwe hatin kirin, wan dikarîbû wan post û desthilatan ji bo parastin û pêkanîna destûrê bi kar bînin,lê belê ti ji van nekir.
Bûyer û serpêhatiyên 20 salên borî piştî pejirandina destûra herdemî ya Îraqê şahidê vê rastiyê ne ku Kurdan erkê xwe yê di parastina destûrê û bicihanîna wan bend û biryarên destûrî de bi cih neanî.
Encamên vê yekê jî li ser du astan bi ziyana Kurdan derketine holê. Ji aliyekî ve, giranî û pêgeha Kurdan li Bexdayê pir qels bûye û ji aliyekî din ve, hegemoniya Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê zêdetir bûye.
Ji ber ku desthilatdarî li Bexdayê bûye beşek ji ajandayeke (mezhebî û herêmî), dest û hegemonyaya Bexdayê li ser kîjan parçeyê cografyaya Îraqê serdest be, armanca xwe ya stratejîk a mezhebî ku Şîegerî ye, li ser disepîne û dixe xizmeta pêgeha xwe ya herêmî.
Wekî ku em niha li bajarên navîn û başûrê Îraqê û her wiha ji ber encamên şerê DAIŞê li Mûsil, Diyala û deverên Sunî dibînin. Her wiha, rengvedana vê yekê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê di çarçoveya modeleke nû ya (Şîegeriya Erebkirinê) de derketiye holê.
Ji bo ku Kurdistan ji van metirsiyan dûr be, her wiha ji bo ku karibe sîma, nasname û rûmeta xelkê xwe li deverên Kurdistanî yên derveyî Herêmê biparêze, divê şerê rastîn ê mafên Kurdan bibe Bexdayê û dikare vê yekê bike, ji ber ku hîn jî ew post û movikên girîng ên rêveberiya Îraqê wekî para Kurdan mane.
Rast e, Bexdayê pişk û postên Kurdan bê rol û bê bandor kirine, heyamekê dixwest destûrê jî biguherîne û wan tiştên çesipandî birûxîne, heyamekê ku dixwest mekanîzmayên ku şêwaza beşdariya Kurdan li Bexdayê bi rêya rêjeya kursiyan û hêza aliyên siyasî yên Kurdî diyar dikir jî ji holê rake.
Hewl dan ku vê jî nehêlin û li derveyî îstîhqaqa hilbijartinê, bi xwe postên Kurdan bi Kurdên li gorî dilê xwe dagirin. Zextên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê gihandibûn wê astê ku rojane bi mûşek û dronan êrişî jêrxan û jorxana aborî ya Herêma Kurdistanê dikirin û tewra gefa rûxandina qewareya Herêmê jî dixwarin lê belê ev tişt ji wan re neçûn serî.
Ku ji wan re neçûye serî, ne nîşana wê yekê ye ku dev ji van xwestek û xewnên xwe berdidin. Na, hîn şert û merc negihîştine wê qonaxê ku ew van tiştan bikin lê niyet û armanca wan ev e.
Gelek caran di asta herî bilind a navenda desthilata Şîe de hatiye teqezkirin ku "ev destûr li ser me hatiye ferzkirin û destûra serdema hegemonyaya Amerîka û Kurdan e û divê em wê biguherînin."
Vêca, kîjan dewranê derfet ji wan re çêbibe, ew ê wê bikin. Loma, divê Kurd jî li wan derfetan bigerin ku ji bo wan guncav in da ku karibin pêgeha xwe li Bexdayê dîsa xurt bikin û bi rêya par û postên xwe yên di nav movikên desthilatdarî û birêvebiriyê de, wan bend û biryarên destûrî yên ku wekî maf û garantî ji bo Kurdan hatine çesipandin, cîbicî bikin.
Vêga ku em nêzî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ne, ji ber hevkêşeyên herêmî yên navçeyê ku em dikarin mîna encama şerê Hemas û Îsraîlê lê binêrin û ji ber ku di du salên borî de Bexda bi xwe bû aliyekî pirsgirêkan, niha ketiye nav rewşeke xirab. Fişarên Amerîkayê li ser Bexdayê roj bi roj zêdetir dibin û nêzîk e ku hemû keda wan pûç here.
Ji bo Kurdan derfeteke girîng e ku bi cidî û hêzdarî vegerin Bexdayê. Divê em ji bîr nekin ku dema rewş ji bo wan guncav bû, ne tenê wan bend û biryarên destûrî yên girêdayî mafên Kurdan paşguh kirin, bi ser de jî dixwestin qewareya Herêma Kurdistanê jî ji holê rakin.
Ew zextên navneteweyî yên li ser Bexdayê, rêya bihêzbûna pêgeha Kurdan li Bexdayê hêsan dikin. Divê Kurd van derfetan bi kar bînin û karîn û rewşa xwe ji bo gereke din a dewrana Kurdan amade bikin.
Lê berî her tiştî, pêwîst e vê rastiyê li ber çavan bigirin ku xala çarenûssaz ji bo bikaranîna vê derfetê û misogerkirina bihêzbûna pêgeha Kurdan û bidestxistina her mafekî ji bo gelê Kurdistanê, bi wê ve girêdayî ye ku divê PDK û YNK wekî du hêzên sereke yên Herêma Kurdistanê bi hev re bin.
Wekî ku nikarîbûn zora pirsgirêk, nakokî, hevrikî û girêkên xwe bibin û wekî yek hevpeymanî beşdarî hilbijartinan bibin, bi hêvî me ku piştî hilbijartinan, heger nikaribin bibin yek fraksiyona Kurdistanî jî, hewl bidin di çarçoveya stratejiyeke hevbeş de giraniya xwe bibin wê çeperê ku di van şert û mercan de mehkûm in ku şerê daxwazên Kurdan ji wir ve were kirin.
Rast e, hîn pirsgirêk û nakokiyên navxweyî gelek in lê eger em wan bi dema şerê navxwe û çokşikandina hev re bidin ber hev ku em jê gihîştin peymana stratejîk, ez di wê baweriyê de me ku derfetên derbaskirina nakokî û ciyawaziyan ji astengî û keleman zêdetir in.
Lê belê pêdivî bi vîn û dilsoziyê heye. Her kes û aliyê ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de bi vîneke bihêztir û dilsoziyeke zêdetir ji bo yekrêziya Kurdan gav biavêje, dê şeref û şanaziyeke mezin a dîrokî bi dest bixe.
Kurdistan ji wê qonaxa metirsîdar a ku gefa jidestdana destkeftan li ser bû, rabûye ser xwe û gihîştiye rewşekê ku dikare mafên xwe yên di destûrê de çesipandî bi dest bixe.
Lê ji bo misogerkirina serkeftinê, pêdiviya wê bi yekîtî û hevgirtinê heye. Di rewşên krîzî yên bi vî rengî de jî pêdiviya avakirina yekîtî û hevgirtinê jî bi serokên aza û wêrek heye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse