Hilbijartina niha ya Îraqê di nav rûdan û guhertinên gelekî mezin ên herêmî de birêve diçe. Bêguman ev yek daxwaz û çaverêyên xelkê diguherîne. Di heman demê de, gotar û bernameyên hilbijartinê yên aliyan jî diguherîne. Her wiha tê payîn ku hêza parlamenterî ya aliyan jî biguhere.
Qonaxa piştî rûxandina rejîma Baasê ku wekî qonaxa "Îraqeke Nû" hat binavkirin, li ser bingeha destûreke nû hat damezrandin. Serkirdeyên Kurdistanê beşdariyeke çalak û sereke di amadekirina vê destûrê de kirin.
Tevî hemû kêmasiyên xwe, ev destûr wekî destûra herî girîng a Rojhilata Navîn tê dîtin ku rê ji bo demokrasiyeke rastîn vedike û zemîneke yasayî ji bo jiyaneke hevbeş a heta radeyekê wekhev ji bo netewe û pêkhateyan ava kir.
Eger ev destûr bi pêngavên xwe yên biryar li ser hatine dayîn û yasayên xwe yên pêwîst ên diyarkirî bihata pêkanîn, dê jiyaneke nû, wekhev û pêşketî li Îraqê ava bikira û dê bandoreke gelekî baş li ser herêmê bikira.
Mixabin, piştguhxistina destûrê, hêvî û kiryar guhertin. Aloziyeke berfireh li Îraqê çêbû. Tiştê ku li Îraqê alozî çêkir ne ev destûr bû, belkî nepêkanîna wê bû.
Beriya ku alozî çêbibe, yek ji wan dengan ku gelekî bi zelalî û xemsarî hişyarî dida li ser çêbûna aloziyê ji ber piştguhxistin û binpêkirina destûrê, dengê Serok Mesûd Barzanî bû.
Ev çend sal in li Îraqê navendên hêza biryarder û hêzên hevrik zêde bûne. Rewş heta radeyekê wisa ye ku dirûşma "Divê çek di destê dewletê de be" bûye dirûşmake sereke ya gotara hilbijartinê û propagandaya aliyên Îraqî ji bo razîkirina raya giştî ya Îraqê. Aloziya di nav hêzên çekdar de, aloziyeke mezin a siyasî û îdarî çêkiriye û li Îraqê kar bi destûrê gelekî kêm bûye. Vê rewşê stûnên sîstema federal berî ku sîstem bi temamî bê avakirin têk da.
Tora Medyayî ya Rûdawê di vê hilbijartinê de zêdetir gel xistiye navenda baldariya xwe. Rûdaw li Herêma Kurdistanê gelekî nêzîkî gel e. Di vê hilbijartinê de li parêzgehên cuda yên Îraqê jî nêzîkî gel û ciwanên wan parêzgehan bûye. Ev nêzîkbûn dê di dema kampanyaya propagandaya hilbijartinê de berdewam bike.
Di dema vê kampanyayê de, em dê gotûbêjên kûr li ser sîstema dewleta Îraqê, mafê netewe û pêkhateyên Îraqê yên wekî Tirkmen, Xiristiyan û Êzidiyan, rêyên vegera li destûra Îraqê û desthilatên Herêma Kurdistanê bikin. Her wiha em dê li ser pirsgirêka navçeyên veqetandî û cîbicîkirina madeya 140î ku hikûmeta Îraqê ev 18 sal in cîbicîkirina wê paş dixe biaxivin. Her wiha em dê li ser mafên jinan, mafên medenî û metirsiyên guherînên jîngehê jî gotûbêjan bikin.
Hilbijartin cejna demokrasiyê ye, ji bo ku gel hikûmet, desthilat û nûnerên xwe binirxîne demeke girîng e. Rûdaw dê şopandineke bê rikeber bike. Rûdaw dê şopandineke pisporane bike. Pêşkêşkar û peyamnêrên pispor ên Rûdawê dê li ser pirsgirêk û daxwazên gel gotûbêjan bikin.
Demokrasî hêza gel e. Di şopandina vê carê de jî dê gel di navenda baldariya Rûdawê de be. Rûdaw her tim deyndarê hezkirina gel e. Rûdaw bi rastgoyiya li gel gel û bi piştgiriya gel saziyeke giran e. Rûdaw platforma ciwanan û gel e.
*Ev gotara Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di merasîma ragihandina bernameyên Rûdawê yên ji bo hilbijartina Parlamentoya Îraqê de hatibû pêşkêşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse