Ehmed Şer: Em û Kurd em dê bibin yek

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ehmed Şer Doha Sûriye HSD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer got,”Cihê Kurdan li ser ser û çavên me heye, înşalah em dê bibin yek.”

Li Dohaya paytexta Qeterê Foruma 23yemîn a Dohayê tê lidarxistin.

Pêşkeşkarê Rûdawê Senger Ebdulrehman li kêleka Foruma 23yemîn a Dohayê ji Ehmed Şer pirsî, "Paşeroja Kurdan li Sûriyeyê dê çawa be?" Serokkomarê Sûriyeyê destê xwe danî ser çavên xwe û got: “Cihê Kurdan li ser ser û çavên me heye, înşalah em dê bibin yek.”

Ev gotinên Ehmed Şer di demekê de ne ku hikûmeta veguhêz heta niha nekariye bi Kurdan re li ser gelek mijarên ewlehî, siyasî û aborî yên têkildarî paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li hev bike.

Peymana Adarê û xalên nakok

Adara 2025an, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi armanca tevlêvkirina hêzên HSDyê di nava artêşa Sûriyeyê de peymanek îmze kiribûn.

Li gorî peymanê, deriyên sînorî, balafirgeh û bîrên petrol û gazê ku berê hemû ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dihatin birêvebirin, dikevin bin kontrola hikûmeta Şamê.

Her wiha peyman Kurdan wekî welatiyên tam nas dike û mafê nûnertiyê di saziyên dewletê de dide Kurdan.

Her çi qasî vê peymanê hêviya kêmkirina rageşiya demdirêj a di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de çêkiribe û wekî derfetekê ji bo Sûriyeyeke berfirehtir hatibe dîtin jî lê xalên peymanê nehatine pêk anîn.

Paşeroja HSDyê

Li gorî Şamê yek ji sedemên sereke yên pêknehatina peymanê “paşeroja HSDyê ye.”

Hêza ku piraniya wê Kurd in daxwaz dike ku bi vê pêkhateya xwe ya niha bibe beşek ji artêşa nû ya Sûriyeyê.

Li aliyê din, Şam jî daxwaz dike ku hêz were hilweşandin û endamên wê yek bi yek tev li artêşa nû bibin.

Serokkomarê Sûriyeyê di gotara xwe ya Foruma Dohayê jî de ragihand ku dê piştî temambûna qonaxa veguhêz hilbijartin giştîn bên kirin.

"Zêdetirî hezar êrişên asmanî hatin kirin"

Ehmed Şer bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li nav axa Sûriyeyê û diyar kir ku Îsraîlê piştî 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an "zêdetirî hezar êrişên asmanî û bi sedan binpêkirinên bejahî" li dijî Sûriyeyê pêk anîne.

Serokkomarê Sûriyeyê ragihand ku ew bi aktorên navneteweyî re dixebitin da ku Îsraîl ji wan herêmên ku piştî 8ê Kanûna Pêşîn dagir kirine vekişe û got ku ev daxwaz ji aliyê welatên din ve jî tê piştgirîkirin.

"Amerîka jî di dan û standinan de cih digire"

Serokkomarê Sûriyeyê eşkere kir ku di dan û standinên bi Îsraîlê re de Amerîka jî cih digire û peymana 1974an a di navbera her du aliyan de 50 salan berdewam kiriye.

Ehmed Şer li ser daxwaza herêma bêçek a Îsraîlê jî wiha got, "Îsraîl herêmeke bêçek dixwaze. Baş e, kî dê vê herêmê biparêze? Îsraîl her tim dibêje ku ew ji êrişên li dijî xwe dilgiran e.

Eger artêş û hêzên asayîşê nebin, kî dê vê herêmê biparêze?

Niha dan û standin berdewam dikin. Welat piştgiriyê didin wê yekê ku Îsraîl vekişe sînorên beriya 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst